Dienstag, 15. November 2011

Me Di Ćil Salan Da Nekanî Dibistanekê Źî Vebikin!!!

Eyama hîro ligorî ya doh sartir bu.
Heger ez śaś nebim, źi pênc pileyan (5°) derbaz nebu.
Tabî zêde xema min nî ye, źiber ku min roźa paśîniyê gocikek u qazaxek kirriya.
Dixwaze bila dema cemedê dest pê bike welle.
Karê min yê hîro ćar seet wergerr bunn. Lê du nexwaś nehatinn, loma źî min tenê du seet wergerr kirinn.
Min sporta xwa ya hîro źî vê hêvarê kir. Bawer dikim bi tevîhev qendî du seetan haźot.

Min hîro di qenela 3Sat’ê da, lii bernaveya/bernameya bi navê «nano» ya ku herro nîv seetî nućeyan li ser lêkolînên zanyarî dide, mêze kir.
Li Elmenye’yê, li baźarê Köln’ê erxeologan niśteciyekî dema navîn ya Ewrupê dîtinne, yanî ciyekî aîdî źi berî neh sed salan.
Ligorî pisporan tiśtên ku hatinne dîtin, nîśan didin ku ev cî aîdî keniśteyeke/sînagogeke cihuyan buye.
Digel gelek tiśtan, dîsan kevirên salik yên qesî ćend mîlîmêtroyan stur źî ditînne.
Di destpêkê da vê yekê qet bala wan nekiśandiye.
Lê pêra-pêra mêze dikin ku ha ha bi cureyekî pirr ecêb heźmara wan zêde dibe.
Hîcar camêr radibin van hemî keviran bi îtinayeke mezin li hev dicivînin u wan yek bi yek paa/paqiź dikin.
Di bin xwalî u heriyê da hindek sembol derdikevin holê.
Tabî źi piśtî demeke kind mesele źi hev safî dibe.
Herê, ev sembolên ku li ser van keviran xuya dibunne, elfebeya îbranî buye, yanî nivîsên bi îbranî bunne.
Qasî ku xuya dibe, di keniśtê da, li banê ciyekî taybet źibo xwandin, nivîsin u perwerdeyiyê hatiye ava kirin.
Fireyiyên kevirên salik qesî bîst sentîmêtroyan bunn.
Yanî digel perwerdeyiyê ev kevirên salik lii zarokan hatinne belav kirin.
Li ser hindek keviran tenê herfek hatiye nivîsîn. Li ser hindekan hevok hatinne nivîsîn. Her weha źibo îmtihanan źî ev kevir hatinne xebitandin.
Źibo nivîsînê źî tiśtekî spî bi kar hanînne, dibe ku tebeśîr buyî bibe…

Aniha ez ćima van dibêźim?
Binêrin carekê, xelkê alemê di dema keviran da źî dest źi perwerdeyiyê bernedaye. Di bin hemî zor u zehmetiyan da zman u kultura xwa daye zarokan…
De hun vê yekê carekê bi halê me ra muqayese bikin. Di vê dema gerra berbi planetan da, di vê dema ku meriv dikare źi nu va însanan bihafirîne, di vê dema ku texnîk bi leza bêê/baayî bi pêś da terre, me hîn źî nekaniye dibistanekê ava bikin.
Me digel dewleta tirkan ya qewad kîmyeya milletê kurd ya herî bingehîn tarumar kir.
Me bi destê xwa hariyariya tirkan kir ku pênc hezar gundên me li Kurdistan’ê werin wêran u talan kirin. Gundiyên her welatî wekî hevîrê wî welatî yê herî esl u fesl in. Bê gundiyan ti millet nikane reseniya xwa ya mîllî u bi taybet źî zmanê xwa biparêze.
Tabî haya tirkên eśekoxlî eśek (ker kurê keran) źi girîngiya gundên li Kurdistan’ê hee bu. Tevî ku hemî bênamusî li gundên Kurdistan’ê kirî bunn źî, nekanî bunn zmanê tirkî bixin nav gundên kurdan u kurdan hîn di derguśê da bifetisînin, yanî rehê ruhê kurdayetiyê źi binî va bibirrin.
Bawer bikin, hemî tiśtên ku me heta vê roźê kirinne, bi temamî źî ligorî manîpulasiyonên dewleta tirkan pêk hatinne.
Yanî aniha em dawa ći źi tirkên segbav dikin, ez nizanim!

Ez źi herkesî dipirsim: Partiyên me kurdan yên ku di van ćil salên dawiyê da nekanînne dibistanekê źî bi zmanê kurdî vebikin, śarlatan u sextekarên di destên tirkan da nîn in źî ći ne, hi?
Tenê dibistanek haaa!

Keine Kommentare: