Samstag, 19. November 2011

Dosta Kurdan Ya Dilsoź «Danielle Mitterand»

Źiber birîna xwa ya doh, min hema-hema hîro hemî wexta xwa li malê derbaz kir.
Hîro zî tav derketî bu.
Źi piśtî pênc mehan min dîsan hîro źi qulubeyekê telefonî bra u bavê xwa źî kir.
Bavê min gelekî bi hêrs bu.
Tabî min got, «yaw ez ćavên te u filan u fistix dixwim haaa, tiśt nabe, wîîî.».
Paśê hindekî nerm bu.
Min soz dayê, got, «ez ê hefteya têt źî telefon bikim, tu merax neke.».
Me bi vî hawî dawiya gotina xwa haniya u mesele źi hev safî kir.

Ligorî ragiyandina nućeyekê dosta xelkê kurd ya hêźa Danielle Mitterand rakirinne nexwaśxaneyekê.
Rewśa wê pirr cîddî buye.
Dibêźin emrê wê 87 sal in.
Ne demeke kind e.
Danielle Mtterand źibo azatbuna baśurê Kurdistan’ê hariyariyeke bê pîvan daa kurdan.
Ligorî nêrîna min ya śexsî heger xatun Mitterand nebuya, ti śansa kurdên baśur tune bu ku bigêźin statuyeke navnetewî.
Saddam ewdê hemî brayên me yên bin xetê bi bombeyên gazê bikuśta u Kurdistan’a baśur źi binî va źi kurdan paa/paqiź bikira.
Di nav demeke hilo bê bext u bextreś da xatun Mitterand di nav siyaseta navnetewî da dîplomasiyeke bê hempa źibo kurdan meśand.
Źiber ku mêrê wê hingê serokwezîrê Frense’yê bu, wê hemî hêza dîplomasiya Frense’yê di vî warî da xistî bu nav ćalakiyê.
Bi saya kar u barên wê yên hêźa dawiya dawîn Emerîka u Înglistan źibo siyaseta li diźî reźima Saddam ya niźatperest hatî bunn qanî kirin.
Źê pê va dewletên di nav NATOyê da rê li ber Saddam girtinn u destur nedann wî ku derbazî herêma Kurdistan’ê bibe.
Girîngiya dîplomasiyê me kurdan hîn źî fam nekiriye.
Di nav vê siyaseta li ser maseya guran da, ti dewlet u millet nikane menfeetên xwa yên mîllî biparêze bêyî hariyariya dewletên din.
Meriv meźbur e ku hertim mittefikên nu peyda bike u bi wan ra menfeetên xwa bigire bin gerentiyê.
Aniha li bakur em źi vê yekê pirr dur in.
Di nav siyaseta cîhanê da ti kesê ku bikare berźewendiyên me biparêze, tun e.
Źibo vê yekê me heta niha źî pênc quruś nedanne.
Ez wegerrim ser mesela xwa.
Di sala 1989an da xatun Mitterand 200 malbatên kurd bi xwa ra hanî bu Frense’yê źî.
Tabî vê xatuna hêźa heta hîro źî źibo kurdan di nav siyaseta navnetewî da xebatên gelekî mezin kirinne.
Źibo yekîtiya kurdan pirr lii ber xwa daye.
Gava di sala 2009an da li perlementa Kurdistan’ê axaftinek kirî bu, di axaftina xwa da vilo gotî bu:
«Kurdistan welatê min e!».
Loma źî, mîna ku min wê demê źî gotî bu, divêt kurdan pêśniyaza ku ew li Kurdistan’ê bi cî bibe u li wir źî wekî dost u dayika kurdan ya frensî źi piśtî wefata xwa were defin kirin, kirî bu.
Bêguman bi wefata vê xatuna delal milletê kurd ewdê dosteke xwa ya herî miqeddes handa bike.
U dostên vilo źî di sed salekê da meriv tenê carekê dikane bibîne.
Bi hêviya ku ewdê xatun Mitterand bigêźe tendurustiya xwa u dilê milletê kurd śaa u bextiyar bike.

Keine Kommentare: