Donnerstag, 24. November 2011

Śaredariyên Me Kurdan U Zmanê Tirkên Qewad -1-

Min du roźan tiśtek nenivîsiya.
Ma babam dêynê min hee ye ku ez ha ha herro tiśtekî binivîsînim yaw?
Henek-menek li hêleke din, van roźan hewa gelekî sar bu.
Qelerîfera min źî germ nabe, źixwa ev śeś sal in eynî tirśik e.
Tabî odeya min wekî cemedxanê ye.

Drêź nekim anam babam.
Ez dixwazim li ser buyereke din ya di înternetê da, yanî li ser buyereke Google+1’ê da tiśtekî binivîsînim.

Min źi berî ćend roźan nućeya hevalekî delal u hêźa dît.
Tabî ev heval (navê wî nadim) kurdekî temam e u źibo zmanê kurdî źî wekî śêran śer dike.
Bi taybet źî bi kar u barên xwa yên di warê texnîkê da (înternek, google, facebook u hwd.) hew kes dikare pê ra qayiśê bikiśîne. Xwezila bila ćend kesên din yên wilo bi dil u can u źîr hee bibunna lo…
Wê roźê kekê min yê delal malpera śaredariya Wan’ê ya bi tirkî weśand.
Źiber ku ez wî nas dikim, ez ecêb mam.
Min rabu ev śîroveya xwa li binî kir:

«Xalooo, yaw ev ći lotik e kekê mino?
De te îcar dest bi rêklama zmanê tirkî kir ćavkê mino, waweylêêê :D
Hey bila tam hezar u yek lanet li wê śaredariya Wan'ê were ku zmanê tirkên qewad źi xwa ra kirine al!
Bi telaq, min źî îdeoloźiyeke nu peyda kiriye, êdî ez źi kurdên weha ra tenê dibêźim „taśeronên kemalîzmê, tirkćiyên heram.“.
Dixwazin bila bi tirkan ra bikevin qirika hevdu, pênc quruś nake.».

Źi piśtî vê śîroveya min ćavê min ev śîrove wekî bersîv daa:

«Dema te ev peyam dinivîsand ez li Wanê bûm. Di hundirê avahiyek wisa de bûm ku her derê wê terikî bû û xwediyê wê hîn tê de rûdinişt. Dema min peyama te ji Ipad'ê dixwend xwediyê xênî jî bi meraq li min dinihêrî. Heke min peyam bi deng jê re bixwenda dê kul û derdê xwe ji bîr nekira û ya rast dê tiştên nexweş bigota. Em kî ne? Em çi ne? Em li pey çi û li dû çi ne?

Kesekî ku wekî Serokê Herêma Kurdistanê tê naskirin bi dehan milyon dolar teslîmî Parêzgeya Wanê dike, Hikûmeta Tirk a qaşo ji axa dagirkirî berpirsiyar e jî saziyên MIN û TE muxatab nagire, lê wan digire davêje girtîgehê. Roja te ev peyam nivîsand jî li Wanê ew dihatin girtin dîsan.

Û sedema ku ez li Wanê bûm jî ew bû ku ez beşa wan a kurdî têxim weşanê. Lê ji ber ku dewlet perê para kurdî nade, ji ber ku Herêma Kurd wan muxatab nagire û ji ber ku gel jî di rewşek wiha de ye ku ew bixwe muhtacê nan, av, agir û hewayê ye, para kurdî ji ya tirkî derengtir dimîne.

Li vî welatê ku tu jê re dibêjî Kurdistan, her meh 98 şaredariyên MIN û TE bi sedan kar û îhale li karsazên wê belav dike, lê ji vana yekî tenê heta niha negota "perê para kurdî ku şaredarî nikarin bidin ez ê bidim." Malpera BDP'ê tune, ya şaredariyekê bi tenê jî kurdî tune. Hema ez ji te dipirsim "Çima saziyek an kesekî kurdîhez ji bo şaredariya bajarê mezin a Amedê nûçeyan belaş wernagerîne kurdî?" Çima her kes ji nişka ve bû profesyonel, ku hîn jehrek li holê tune.

Ev 15 sal in ku şaredarî yên min û te ne û ev 15 sal in siwarekî hespê boz ê wiha jê derneketiye. Lê ji rexneyan gelek mînak hene. Yên ku BDP'ê wekî ne kurd bi nav dikin, yên wekî kemalîst bi nav dikin, yên wekî alîgir û heta cîgirê dewletê bi nav dikin... Ya rast ji serî heta binî em girseyek (ne netewe) wisa ne ku hema ne ji postê me erbane çêdibe, ne jî tê xwarin.

Miletek an jî ji qewla PEN a Navtewî ya ku gelek nivîskarên kurd endamê wê ne ve kêmneteweyek bindest encax xwe bi zimanê serdestan dikare rizgar bike. Lê zimanekî bindest encax xwe ji tunebûnê bi helbestvanekî mezin ku helbestên wî ji alî gelekî ve ezber bên zanîn rizgar bike.».

Ez ê bersîva xwa ya hindekî drêź sibeh bi we ra parve bikim babam.
Bila zêde drêź nebe u serê we neke kundir śekirino.

Keine Kommentare: