Hîro kêm-zêde hemî wexta min li malê derbaz bu.
Min sport źî nekir, tevî ku hewa bi tav u baś bu źî.
Min ću gocikek, qazaxek, serkirasek u pantolek kirriya.
Tabî di raśtiyê da ez źi kirrînê qet hez nakim, loma źî di salekê da dibe ku tenê carekê min ćalakiyeke hilo lii dar xistî bibe.
Ya raśt heger meźburiyet nebe, ez ê vê źî nekim.
Lê ha va ye zivistan hat u hînêź źî kinceke min ya źibo zivistanê nî ye.
Tevî ku ez zivistanê źî li ser pîskîlêtê me, yanî bi otobus u tremweyê hêć rêwîtiyê nakim. Stresê źibo min ćêdike.
Loma źî pîskîlêt navgîneke bêkêmasî ye seba min.
Ez dixwazin hîro bi kurt u kasî li ser peyva kurdî «diźmin» bisekinim.
Aniha dibe ku hun bibêźin, «xêr e lo, ćima?».
Hun źî dizanin ez ćawan źi kurdên me nefret dikim, ne wilo?
Baś e.
Tabî ez źi kurdbuna xwa źî nefret dikim.
Bi telaq, heger îmkana min ya ku ez bikarim neteweya xwa bi serê xwa hilbiźêrim hee bibe, ez ê ti carî kurdîtiyê hilnebiźêrim.
Ev tiśtekî pirr heśkere ye.
Lê ez ći bikim, ez carekê źi dê u bavekî kurd ćêbume.
Helbet, heger em dîrokî lii meselê mêze bikin, ez bi dîroka kal u bavan pirr serberz im.
Lê mixabin di van not salên dawiyê da diźminan milletê kurd ewqas «bê śeref u bê namus» kirin ku, kher źî bi khertiya xwa vê qebul nakin.
Vê gavê me kurdan ev qebul kiriye.
Helbet sebeba vê yekê ne tenê diźmin, lê em bi xwa ne źî.
Bila ćeft neyê fam kirin, ku însanekî yan źî milletekî nexwast «bê namusiyê» qebul bike, kî ći dike bila bike, nikane bênamusiyê lii wî însanî u milletî bide qebul kirin.
Di vî warî da kurdan heta dawiya salên 1960an tim li ber xwa daye.
Lê źê pê va, źi piśtî ku kurdan di dibistanên tirkan da dest bi xwandinê kirine, źi mêź va bi destê xwa bingeha tunekirina xwa ava kirine.
Di wan salan da li Kuridstan’ê heźmara kesên ku bi tirkî dizaniyan, belkî źî źi ćend hezaran zêdetir nebunn. Lê hîro rewś źi sedî sed guhariye, hindî tenê ćend hezar kurd bi kurdî dizanin.
Mesela li herêma me – Erzingan/Qoćgîrî – heta destpêka salên 1980an kesî bi tirkî nedizaniya, yên ku ćend heb peyv bi tirkî dizaniyan źî li leśkeriyê hîn bubun u ewqas. Tabî hîro kes bi kurdî nizane u loma źî ti kes kurdbuna xwa qebul nake.
Yanî berê tehlukeya ku zmanê kurdî handa bibe, hêć tune bu.
Tabî paśê ev sosyalîzma beredayî bi saya manîpulasiyonên dewleta tirkan di nav xwandekarên kurdan da bu vîrus u ha ha belav bu.
Bi vê îdeoloźiyê keć u xortên kurdan bi dil u can li Kurdistan’ê di bin navê sosyalîzm u nizanim ći quzul u qurt da him xwa kirin qurbana asîmîlasiyonê u him źî xelkê kurd.
Yanî dewleta tirkan karê ku nekanî bu heta wê roźê bîne sêrî, bi destê me kurdan hanî dawiyê.
Hîcar sosyalîzma ku herkesî kêm-zêde źibo berźewendiyên xwa bi kar hanî bu, menfeetên xwa pê zêde kirî bu, di nav me kurdan da bubu sebaba tunekirina milletê me, yanî bubu sebeba tunebuna zmanê me – wekî hîro –.
Tevî ku li her derê cîhanê sosyalîzm têk ću źî, hîn źî em kurd bi vî aqilê xwa yê ćend gram źi van zirt u virtên vala venagerrin u ha ha xizmeta dewleta tirkan dikin źibo ku asîmîlasiyon di demeke pirr nêzîk da bigêźe nîśangeha xwa.
Ya raśt ez ê hîro li ser peyva kurdî «diźmin» bisekiniyama. Lê ez źi riya xwa derketim ellawekîl.
Dibe ku ez cara din gotina xwa bînim śunê lo, tiśt nabe haaa.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen