Mittwoch, 2. November 2011

Kevirek Kevirekî Din Dikiśîne

Van roźan li vir hewayeke xwaśik hee ye ligorî vê demsala me.
Hewa li dor des/deh pileyan germ e.
Tabî tav źî hee ye. Baa qet nî ye.
Źiber ku hewa hindî ne ewqas germ e, min vê demê navberek daa pîskîlêthaźotinê.
Lê dibe ku ez van roźan dîsan herrim.

Hun źî dizanin, źi piśtî buveheźa/zelzeleya li Wan’ê rewśa xelkê kurd li Wan’ê pirr berbat bu.
Lê bi taybetî źî siyaseta tirkan ya niźatperest u faśîst rewśa xelkê hezar carî berbattir kir.
Li nêzîkî śeś sed kesan merivên me mirinn.
Di navbera hezar u hezar pênc sed kesan da birrîndar hee ne.
Tabî ev feleketa xwezayê bes ne bu, hîcar dewleta tirkan rabu bi ćekên kîmyeyî sî u pênc gêrîlleyên kurd kuśt.
Bi raśtî źî meriv źi vê bi wêdatir nikane barbar bibe.
Ev ći zilm u nefret e?! Ev ći vac u îdeoloźî ye?!

Bêguman, meriv bi awayekî mebesta tirkên niźatperest u faśîst fam dike.
Her kevirê ku li Kurdistan’ê hatiye azat kirin, źibo tirkan handakirina «menfeeteke mîllî» ye.
Kevirek bi xwa ra kevirekî din dikiśîne, ew vê baś dizanin.
Yanî ev berbirrka/qanuna xweza u unîverzumê ye źî.
Yanî meteryel hevdu berbi hevdu dikiśînin u bi vî hawî źî di cîgehê/mekanê da heebuna xwa îspat dikin. Ev berbirrkeke fîzîkî ye.
Mesela hemî planet u cîhana me źi perćeyên pirr pićuk pêk tên, heta meriv dikane bibêźe ku źi perćeyên «nano» pêk hatinn e.

Min drêź kir. Min dixwast ku ez bi ćend peyvan li ser siyaset u dîplomasiya me kurdan bisekinim.
Di vî warî da em kurd bunne pepukê vê cîhanê.

Hîro min di Facebook’a pirr germik u nermik da ev nivîsa xalê me Śengul Ogur xwand:

«Divê ew vîdeo bigihin hemû hemû saziyên mafên mirovan ên dinayayê, hemû hiqûqnasên dinyayê, hemû demokratên dinyayê, da ku dinya barbaran nas bike».

Pêra źî kekê me ev śîrove lê kiriye:

«Kurdên li ewropa çi dikin? Ev jî kare wa ye..».

Źiber ku haya can u canikên me yên li welêt źi vir tun e u haya me źî źi wir tun e, em pirrî caran dikevin nav xewn u xeyalên mezin.
Bi raśtî źî derdê me pirr giran e, tiśtê ku bikare wekî din me haś bike źî, nî ye.
Min źî paśê ev śîrove kir:

«Śekirino, bawer bikin ku haya hemî dewletan źî źi vê yekê heye. Yanî sîstem bi xwa dizanin ći dibe u ći nabe. Lê helbet ev eynî dewlet ti carî îmkanê nadin ku raya giśtî ya li van welatan hîn bibin, ka li Kurdistan'ê bi raśtî źî ći diqewime.
Ćiima?
Di vê yekê da sucê herî mezin yê me ye. Źiber ku me heta niha źî hewl nedaye xwa ku di nav civatên van dewletan da têkiliyên medenî bi hev ra ćêbikin.
Me hemî îdeoloźiya xwa ligorî devê kemalîzmê ava kiriye.
Mîna ku berpirsiyariyên vê meselê Ewrupe u Emerîka bibin, me ew źi xwa ra kirinne diźmin (bêguman paya wan źî tê da hee ye).
Lê li hêlan din em diźminê xelkê kurd yê herî esasî źi bîr dikin, wî dikin brayê xwa, bavê xwa, diya xwa u êrîśî welatên talî dikin.
Herkes wekî me ne ehmeq e.
Haya me kurdan qasî gramekê źî źi dîplomasiyê tun e.
Li welêt ći tirshik e li vir Ewrupê źî eynî tirśik e.
Ćiqas bê îdreq hee ne, ćune di nav komeleyan da śuna xwa germ kirinne u zirareke mezin didin daxwazên siyasî yên kurdan.
Bawer bikin ku ti kesekî zana yê ku daxwaz dike herre komeleyan, tun e.
Komeleyên me bune wekî hêlîna kemalîzmê.
Kurdistantî, kurdperwerî, ćandeke kurdîn meriv hew dibîne.
Bêguman sebebên vê yekê siyaseta me ya tirkćî ye, wekî tirkan bi zmanê tirkî źiyîn e, bi kultura tirkan źiyîn e.
Hîcar kesên ku hemî proxremên tirkbun u tirkćîtiyê di serê xwa da bar kirinne, ewê ćawan wekî kurdekî bifikirin u biźîn.
Heta ku kurd kurdistanî nefikirin u bi devê tirkan quretiyê li hemberî dinê nekin, ti śansa kurdan nîn e.
Divêt meriv dinê bigire paś piśta xwa, ne hemberî xwa.
Lê mixabin tevî ku sîstemên totalîter u dîktator tevda handa bunn u ćunn źî, me nekaniya guhartinekê di xwa da ćêbikin.
Bêyî alîkariya cîhanê źî kurd nikarin kevirekî źî xelas bikin.».

Min got, kevirek kevirekî din dikiśîne, ne hilo?

Keine Kommentare: