Hîro hewayeke pirr xwaśik li der hee bu.
Lê dîsan źî ez derneketim der.
Min pêśta niyet dikir ku źi piśtî nîvroyê herrim pîskîlêthaźotinê.
Tabî min dîsan dest źê berda źiber nexwaśiya bê bav ya źi berî ćend roźan.
Tevî ku rewśa min pirr baś bu źî, min bi hezar zoriyan xwa daa sekinîn.
Yanî tedbîr yaw.
Bi destura hezretî Zerdeśt ez ê sibeh bibêźim ya star u destê xwa li bêê bixim.
Ihi, ez peyva mêran didim lo.
Doh min di nućeyekê da xwandî bu, perlementa tirkan destur nedaye ku perlementerên kurd li ćapxaneya perlementa tirkan qertên ceźnê bidin ćap kirin.
Bê namusên heram ewqas ku li ber xwa didin, źibo ku peyvek źî bi zmanê kurdî nekeve nav civatê u lii ćavê ti kesî nekeve.
Źi zmanê kurdî ewqendî ditirsin ku, gava peyva «kurdî» di nav guhên wan yên «eśekoxlî eśek» ra derbazî hundir dibe, mîna ku mozê lii wan vedayî bibe, harr u dîn dibin.
Bêguman mafê van segbavan źî hee ye.
Tevî ku em kurd pê nehesiyane, me mahneya heebuna «zmên» hêć fam nekiriye źî, zman yekane u tekane dara źiyana milletê kurd e.
Lê tirkên heram vê yekê pirr baś dizanin. Loma źî bi hezar dek u dolaban bernadin ku «zmanê kurdî» bikeve roźeva kurdan u kurd him xwadîtiyeke bêhempa lii zmanê xwa bikin u him źî «dev» źi zmanê tirkên qewad u tecawîzcî berbidin.
Em di nav siyasetê da gelek tiśtan wekî «bi rumet» u «bê rumet» hertim derdixin pêś. Ew tiśt li ba milletên din źî weha ne. Lê milletên din van biwêźan pirr bi zana u źêhatî bi kar tînin u pê menfeetên xwa yên mîllî diparêzin, xurttir dikin.
Tabî li ba me kurdan her tiśt tevlihev buye. Bi zêdeyî em sloganên ewqas berdayî tavêźin ku, ker źî źi me tiśtekî fam nakin.
Yanî em di vî warî da tam ligorî manîpulasiyonên diźminên xwa, armancên siyaseta wan di nav siyaseta xwa da dixin roźevê u dikin meśru.
Ez mînakekê bidim.
Gotina me kurdan «zman unîversel e», yan źî «diźmintiya zmanan nabe!», yan źî «zman bê guneh in!» u hwd.
Bila ćewt neyê fam kirin. Em wan gotinan źibo parastina zmanê kurdî źi tirkan ra nabêźin, em van raśteraśt źi kurdan ra dibêźin źibo ku zmanê tirkî di nav milletê kurd da belav bikin.
Bawer bikin ku ti kurdekî heta aniha źî źi tirkekî heram ra tiśtekî weha negotiye.
Ti kurdekî tiśtekî weha aqil źî nekiriye. Źiber ku meśrutiyeta zmanê tirkî di mêźiyên wan da bi temamî serketiye u bernade ku wekî kurdekî esil bi kurdî bifikirin, birryarên kurdîn bigirin u xwa źibo berźewendiyên zmanê kurdî bixin nav tevgerrê.
Kîźan siyasetmedarekî xwadî aqil - mebesta min aqilekî hilo u vilo mezin nî ye yanî haaa -, tevî ku zmanê wî di komayê da ye u ha ha derbên herî bê bav u bê namus dixe, dikare rabibe u «zman źibo me ne pirsgirêk e, em dikarin źi piśtî śoreśê źî zmanê tirkî ćil-pêncî salan bi kar bînin, ti diźmintiya me li hemberî zmanê tirkî tun e!», bibêźe ellawekîl?
De hîcar hun lii kêfa tirkan bifikirin, helbet ku tirk ewdê ti mafî nedin me. Ma tirk ewqas ehmeq in?! Ma tirk nizanin, ku carekê piśta zmanê kurdî hate śikandin, dixwaze bila xwadê were, hindî zmanê kurdî av bi av ću.
Helbet em tenê desturê nadin tirkan ku ew źi me îstifade bikin, her weha źibo ku ew źi me îstifade bikin, em źibo wan kar źî dikin.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen