Dienstag, 30. November 2010

Seetek Bextiyarî Źibo Bero -3-

Bi hêdîka heta serê kaśa ligel ciyê pêgogê/fitbolê hatin. Li wê derê, li śuneke mistaqîl runiśtin bi hev ra.
Bero dengê xwe kêm derdixist. Dengê wî li ser lêvên wî wilo dima, źê pê va kesî ew nedibihîst. Xema bi tirs xwe li ruhê wî pêćandî bu. Źi niha va li oxir xwastina kekê xwe difikiriya.
Ewê dîsan vebigeriya sinifa xwe u bićuya li ser kursiya xwe ya berê runiśta.
Di vê navê da dengê kekê wî kete nav bê dengiya bi guman.
- Hevalên te bi te ra ćiton in?
- Baś in.
- Ma tu źi wan hez dikî?
- Ez dibêźim herê.
- Ma ew źî źi te hez dikin?
- Herê, ćima na?
- Hun bi hevdu ra zêdeyî ći dikin, ći dilîzin?
- Em gogê filan dilîzin.
- Tu baś dilîzî?
- Herê, taximeke min źî he_ye.
- Meke yaw. Ma Hesen źî di taxima te da ye yan na?
- Ew źî tê da ye, herê. Carina ditirse ku were bilîze.
- Ćima ditirse? Ma hun li hevdu dixin ći ye?
- Ne hertim, lê carina ćêdibe źixwe.
- Ma tiśtek li te bu?
- Hii, heta niha nebu.
- Hun paqiźiya xwe ćiton dikin?
- Her heftê carekê terrin hemamê.
- Kincên xwe ći dikin?
- Em bi xwe diśon li hemamê. Lê Hesen nikane.
- Ćima? Ma tu dikanî kincên xwe biśoyî?
- Herê. Ez him kincên xwe u him źî yên Hesen diśom.
- Weylooo! Ê wextê te he_ye ku tu serê xwe biśoyî?
- Ćêdibe. Ez serê Hesen źî diśom.
- Yaw tu buye birayê wî yê mezin, ći ye?
- Nizanim. Ew qet tiśtekî nikane. Ez hertim seba wî dikim.
- Baś e baś. Heger tu her tiśtî nîśanî wî bidî, ewê ćêtir bibe ez dibêźim.
- Dikim, lê dîsan źî nikane... ći bikim...?

Gava ew bi vî hawî bi hevdu ra dipeyîviyan, lokomotîfa źi Erzingan’ê hat li stasyonê sekiniya. Demekê herduyan źî bala xwe dan ser stasyonê. Ava ćemê Firat’ê bi sebreke adilane li ber stasyonê berbi hêla roźavayê va diherikiya. Źi nuh va ketin nav bê dengiyeke aśtiyane. Dengê kêzikên li dorê u yê lokomotîfa sed salî ew bi xwe va muźil dikirin. Herduyan źî bi hêla stasyonê da mêze dikirin. Lê gućikên herduyan źî li ćizziniya kêzikan bun.
...

Montag, 29. November 2010

Seetek Bextiyarî Źibo Bero -2-



Bernas źi xwe ćubu. Tiśtê ku hîs dikir, tenê bextiyariya di dilê wî da bu. Dilê wî bi germayî lê dida. Bi bez xwe avêt himbêza birayê xwe. Herdu baskên xwe li dor hustiyê wî gerrand, ew bi hemî hêza xwe guvaśt u giriya. Kelecaniyê pê girtî bu. Bi girî źi kekê xwe ra got:
- Keko, keko ez źi te pirr hez dikim. Keko, min źî bi xwe ra bibe, temam? Tu dizanî, min pirr pirr pirr ... bîrya te kiriye. Keko ... ez carina te ... u gayên me Cimo u Pîźo ... di xewnên xwe da dibînim. Keko, tu źî źi Cimo u Pîźo pirr hez dikî, ne? Ez dibêźim ... aniha Cimo u Pîźo ... ez źi bîr kirim, ne keko?

*

Tê gotin ku gava Bero źi dayik buye, kekê wî li navćê dićuye dibistana navîn. Cîranê wan xalê Tezo ew li navćê diye u mîzgînî daye wî. Xalê Tezo dibêźe, kekê Bero źi kêfan herdu destên wî kîp pêgirtine u heta źi wî hatiye ha guvaśtiye u ha pać kiriye, ha guvaśtiye u ha pać kiriye. Paśê źî bi lez ćuye dukanekê u lîstokek kirriye u daye xalê Tezo, źibo ku ew wê lîstokê bibe u bide birayê wî yê nuh.

*

Kekê wî bi dengekî nerm xwast ku dilê wî bigire.
- Na Bero’yê min, naaa. Ez dibêźim tu źî aniha di bîra wan da yî. Tu źî dizanî, gayên me pirr baqil in. Wer bi hêsanî zu bi zu kesî źi bîr nakin, ćavê min.
- Keko, ez dîsan dixwazim Cimo u Pîźo biben u bićêrînim.
- Ćêbu, dilê min. Ma ev leza te ći ye?
- Ê te got ew źî bîrya min dikin.
- Herê herê, lê hema ew naxwazin ku tu dest źi dibistanê berdî, dilê min.
- Ćima?
- Ew dixwazin tu źî wekî wan baqil u źîr bibî, loma.
- Emma ez niha pirr baqil im. Tu dizanî keko, ez dikanim bixwînim źî.
- Tu hertim źîr buyî, ćavê min.
Paśê kekê wî ew źi himbêza xwe bi hêdîka bera ser erdê daa. Lê Bero hîn bi destê kekê xwe pêgirtî bu. Qet źi wî nedihat ku destê kekê xwe berde. Kekê Bero bi dengekî dilovan źi Bero pirsî, ka li wir ti ciyên ku ew bikarî bibin lê runin, bi hevdu ra bipeyîvin, hee ye yan na. Bero hindikî bê dengtir bubu. Tirsa ku ewê kekê wî dîsan bi śun da vegere, bi wî girtî bu. Loma źî bi hêdîka got:
- Li paś aśxanê ciyê gog lîstinê heye, niha kes li wir tun in.
- Baś e, de were em bi wir da herrin, dilê min.
Bero bi dengekî hîn nizimtir daxwaza kekê xwe testîq kir:
- Ćêbu, keko.
Gava wan dest bi meśê kirin, kekê wî destê Bero berda u destê xwe bir serê wî u ew bi nazikî mist daa. Dura destê xwe berbi hustiyê wî bir. Serê Bero hîn li ser erdê bu.
...




Sonntag, 28. November 2010

Seetek Bextiyarî Źibo Bero -1-

Xwandekarê nobedar yê dibistana herêmî (înternatê) ya li Kemah’ê, li dêrî xist u kete hundir. Hemî xwandekarên di sinifê da berên xwe dabun hêla dêrî. Mamoste bi dengekî nizm u hiśk got:
- Herê, ći he_ye?
Xandekarê nobedar bi tevgereke śermok u bi tirs got:
- Biborin, mamosteyê min, nîvanekî xwandekarê we Bernas hatiye, dixwaze wî bibîne.
- Kî ye, ći’yê Bernas e?
- Baś nizanim, lê mamoste Perwîn xanim got kekê wî yê mezin buye. Źi Erzingan’ê dihatiye.
Gava Bernas gotina «kekê wî yê mezin buye», bihîst, bê tarîf kêfxweś bu, dil u kezeb źi wî hilperikîn.
Mamoste zêde dirêź nekir u got:
- Bernas, de rabe u herre cem kekê xwe!

Piśtî ku malbata wî ya li gund źi hev belav bubu, tofaneke bê îman ocax li wan herimandî bu. Bavê wî ketî bu girtîgehê, pêra źî diya wî bi tevî hêzingên li piśta wê źi girekê ketî bu u seqet mayî bu. Paśê birayê wî yê mezin, ku hîn bîst salî bu, Bernas, birayê wî yê din yê źi wî mezintir, diya wî ya seqet birî bu navćeya li nêzîkî gundê wan...

Bernas bi lez źi śuna xwe hilpekî u daa duv xwandekarê nobedar. Bê sebir bu. Bêyî ku bêhna xwe vede, bi lez źi nobedar pirsî:
- Ma kekê min aniha li ku ye, li ber dêrî ye, keko?
- Na, li odeya mamosteyan e, em ê herrin wir. Lez meke, kekê te nareve, ćiton bibe heta vira hatiye lo.
Guhê Bernas qet li wî nebu, ewqas źi xwe ćubu. Him li paś xwandekarê nobedar di nav korîdorê ra dimeśiya u him źî bi vir u wir da mêze dikir, bi hêviya ku carekê kekê xwe bibîne.
Gava hatin ber deriyê odeya mamosteyan, li dêrî xistin u ketin hundir. Nobedar berê xwe daa mamoste Perwîn:
- Mamosteya min, ev Bernas e.
- Kekê wî derkete der, ez bawer dikim li ber deriyê dibistanê li benda wî ye. De tu vî bibe cem kekê wî u paśê źî herre mala me, źi diya min ra bibêźe bila solên min yên sorik bide te.
Nobedar bi śiklekî śermok u bi hurmet got:
- Ser seran mamosteya min. Ez ê heta ćend deqqan herrim loźmanan u vebigerim.
Gava ev u Bernas berbi deriyê dibistanê meśiyan, Bernas yekcar kekê xwe yê li der di nav caman ra dît. Bi lez bi hêla kekê xwe da beziya u qîrriya:
- Kekooo!
Kekê wî xwe bi lez berbi hêla qîrrîniyê va ćerx kir. Li dengê Bero digerriya. Bi kenn bu. Bextiyariya ku dengê Bero di ćavên wî da pêk hanî bu, źixwe demeke miqeddes bu źê ra. Bi dengekî zîz bang li wî kir:
- Berooo, were heyran, were ćavkê mino.
...

Têrmaśê, «Wekî Dendika Li Ser Bendikê» Ye!

Di zimanê kurdî da metelokên pirr bi mahne u xweśik he_ne. Ez bawer dikim li ser metelokên kurdî ćend heb pirtuk źî heta niha hatine weśandin.

Metelok mêźiyê milletekî yê dîrokî pêk tînin. Yanî senteza tecrubeyên milletekî ne. Tecrubeyên ku hatine kirin, di nav metelokan da wekî bîra mîllî têne parastin. Mirov li gorî rewśên ku pêk têne, metelokan bi kar tînin.

Min di nivîseke xwe ya berê da źî anî bu zimên, kurd bi śiklekî resmî/fotoźenîk difikirin. Bi vî hawî fikirîn di nav ćanda/kultura kurdan da pirr bi hêz e.

Mesela Peter A. J. Lerch di pirtuka xwe ya li ser kurdan da gelek ćîrokên kurdan berhev kiriye. Di vê pirtukê da wî dîsan ćend metelok źî tomar/qeyd kirine (1857: 92):
- Yar (heval) hezar bibe hindik e, diźmin yek bibe zehf e (pirr e).
- Sîrka belaś źi hingiv śîrîntir e.

Mebesta van gotinên min telefona bi bavê min ra bu.
Min doh telefonî bavê xwe kir, qasî ćel deqqan me bi hevdu ra deng kir. Di navbera peyvîna me da gava em li ser miźarekê dipeyviyan, yekcar ev gotina «têrmaśê, wekî dendika li ser bendikê ye» źi devê min derket.
Yanî min xwast bibêźim ku, «ne bi vir u ne źî bi wir da dixwaze herre/biće, xwe belasebeb giran datîne, nazan dike, mîna ku gewhera bi nav u deng bibe. Mîna ku dendik li ser bendikê nikare were raxistin, źê dikeve ser erdê, ev źî eynî tirśik e».

Bi serê diya min ya rehmetî u bavê min yê nod salî bibe ku bi saya vê telefonê «metelokeke nuh u rindik» kete nav ferhenga wêźeya/edebiyeta kurdî.

Ku we roźekê li ciyekî bi kar aniya źî, bi kerema xwe navê xwediyê metelokê źi bîr nekin śekirno.
Paśê bila millet nebêźe: «Law we dît, mêro li paś xwe metelokek źî nehiśt, weha reviya u ću bihiśtê!».

Samstag, 27. November 2010

Marathona Li Zürich’ê

Min careke din birryar girt ku sala tê di meha avrêlê da dîsan tev li marathona Zürich’ê bibim (zürichmarathon). Dirêźiya marathonekê qasî ćel u du kîlomêtro u sed u nod u pênc mêtro ne (42.195km). Ez heta niha sê caran tev li marathona Zürich’ê bum. Carekê min marathon di 2:50 u carekê źî di 2:48 deqqan da xelas kirî bu. Cara sêyan źî ez wekî tempo-ćêker (pacemakers, tempomacher) beśdarî marathona Zürich'ê bubum, loma źî min nekarî bi tempoya xwe bibezim. Li gorî daxwaza birêvabiran diviya bu min u du kesên din yên bezer, me koma ku dixwast di nav sê seetan da marathon biqetanda, bi îtîna u bi eynî tempoyê bianiya noxteya xelas kirinê. Heger ez śaś nebibim, me di nav du seet u pêncî u heśt deqqan u 30 saniyeyan da (2:58:30) koma xwe bi sax u selametî aniya noxteya serketinê.

Bê guman divê mirov seba/źibo marathonekê xwe baś amade bike. Źiber ku ez bi gelemperî hema hema herro sportê dikim, źibo marathonê źî bi taybetî mehek berê dest bi antremanên dirêźtir dikim. Bi vê antremana xwe ya di mehekê da, di nav 5000-8000 kesan da hertim min di nav rêza 120-150 kesan da ciyê xwe girtiye.

Îcar sala tê ez dixwazim ligel źinên herî baś marathonê biqedînim. Źinên herî baś kêm-zêde di nav du seet u sî/sî u pênc deqqan da (2:30/35) digêhîźin noxteya dawiyê. Ev performanseke pirr mezin e. Helbet mêr u źinên ku di vê marathonê da cih digirin, ne tenê źi Swîsrê ne, her weha źi gelek deverên cîhanê źî têne. Mêrên herî bi lez li dor du seet u deh deqqan da (2:10) marathonê xelas dikin. Yanî serê kîlomêtroyekê qasî deqqekê źi min leztir in.
Bê śik bi źinên herî bi lez ra beziyan, karekî diźwar e. Qet nebe ez dixwazim di nav sed kesên herî baś da śuna xwe bigirim. Bi fikra min bibe, heger ez hindikî li ber xwe bidim, ez ê pirr bi rehetî vê yekê bikanî bibim pêk bînim.

Xwedê mezin e, ku min kaniya ez dixwazim tîśortekê źî bidim amade kirin. Ez ê li ser tîśorta xwe him navê «Kurdistan» bidim nivîsandin u him źî «ala Kurdistan’ê» bidim ćêkirin. Ez nizanim, lê bi îhtîmaleke mezin dibe ku ez kesê yekem yê kurd bibim, yê ku li Swîsrê di marathonekê da heta niha di nav sed yan źî sed u pêncî (100-150) kesan da ciyê xwe girtî bibe :-).

Ê tabî ev źî ha ha kêfê dide min birê min.
Loma źî heqqê min he_ye ku bibêźim: Oxxx, weylooo, dinya ćiqas nermik u germik e dînime îmanime.

Freitag, 26. November 2010

Ćima Blogeke Bi Navê «Roźing»?

Min berî du salan navê bloga xwe «roźing» daniya. Ez li ser navê bloga xwe hingê pirr fikirî bum. Heta ku min birryara xwe dabu, gelek wext di ser ra derbaz bubu. Dawiya dawîn min navê «roźing» li bloga xwe kir.
Ćima «roźing»?

Ez bi xwe źî vê yekê baś nizanim. Dibe ku kevin buna vê peyvê seba vê yekê buyî bibe sebeb.

Herê, peyv peyveke gelekî kevin e. Di kurdiya kevn da wekî *rawcana-ka- bu u mahneya «ronî, zîv; pace, pencere» dida. Mesela di pirtuka pêxember Zerdeśt ya pîroz Avesta’yê da, ku dînê kurdan ya kevnare ye u ćavkaniya elewîtî u yêzdîtiyê ye, wilo derbaz dibe:

∙ avestî raocana-, raocina- rengdêr «ronî, zîv, ronak, yê/ya dićiruse», noytrum «qula tîrêźê/ronahiyê, pace, pencere».
Her weha di zimanên hîndiya kevn da źî ev peyva mewcud e:
∙ vedî & sanskrîtî rocaná- noytrum «tîrêź; ciyê/cîgehê bi ronahiyê».
∙ sanskrîtî locana- rengdêr «ronî/ronak-kirinî, yê/ya ronî/ronak dike», noytrum «ćav».

Li hêla din di zaraveya kurdiya zazakî da bi gelek śiklan tê bi kar anîn, wekî mînak: Lozene, lozin, locini, lucini, loźini, luźini ... «roźen, roźing». Bê guman teśeya zaraveya zazakî źi ya kurmancî bêtir nêzîkî ya avestî ye.

Yanî mesele ev e, peyva kurdiya kurmancî «roźing» (yan źî «roźen») di dema xwe ya berî pênc hezar (5.000) salan da wateya «ron, ronî, ronbar, zîv; tîrêź, ciyê bi ronahiyê» dida.

Źiber van sebebên dîrokî yên ku di nav kultura milletê kurd da roleke sereke dilîzin, min źî xwast ku navê bloga xwe bikim «roźing».

Li hemî gundên li Kurdistan’ê di nav xaniyan da paceyeke/pencereyeke ku li ser banê hatiye ćêkirin u ronahiyê dide hundir malê, he_ye. Dibe ku ev paceya źi źor va îro źibo me zêde bi mahne nebibe, lê di raśtiyê da bingeha vê pacê heta pênc hezar salan śunda terre/diće u xwediyê kultureke pirr kevin e. Di destpêka pêkhatina vê da u heta îro bi dehan fikir u baweriyên dînî/olî, kultureke bê binî xwe pê ra radigiyîne îro.

Berfa Spî Da-ketiye Ser Kolana Me

Îśev li der berfa spî her der dagirtiye. Gava min panźura li ber cama xwe ya mezin rakir, bi carekê va ćavên min li berfa der ya spî ket. Ya raśt kêfa min pirr pê hat. Lê heta niha źî min digot, heger berf nebare ewê baśtir bibe. Bê guman gelek sedemên vê yekê he_ne.

Ez hema hema di nav baźarê min yê niha da, li Zürich’ê, hertim bi bîskîletê terrim u têm, źi derî ćend rewśên awarte. Mesela gava baran bi hêz dibare, ez bi bîskîletê dernakevim der. Lê li ba berfê ev pirsgirêk tun e, berf bibare źî ez dikarim bi bîskîletê bi vir u wir da herrim. Xeternakiya ku ez bi berfê śil bibim źî, nîn e. Loma źî di vî warî da berf min aciz nake. Bê śik li hêla din hindek tehlukeyên din yên ku bi barîna berfê ra derdikevin źî, he_ne. Wekî mînaka min ya sala ćuyî; gava ez li ser kolana Sonneggstrasse’yê bi bîskîleta xwe berbi malê dihatim, li nêzîkî ba kućeyeke bereźor yekcar bîskîleta min dest bi xiźźînê kir u piśtî qasî deh mêtroyan êdî frênan źî nekaniyan tiśtekî bikin u ez ketim ser erdê. Bi vî hawî ez tevî bîskîleta xwe qasî bîst mêtroyan li ser asfalta cemed girtî xiźź bum. Xwedê he_buye, ti tiśt li min nebu, tenê qasî du-sê roźan di hêta min ya hêla raśtê da hêśeke bićuk ćêbibu u ewqas.

Aniha vê gavê daxwaza ku ez rabibim u herrim bezê di min da ćêbu. Wellehî ez ê vê yekê bînim śunê źî. Qet nebe di vê roźa yekem ya bi têr berf da divêt ez xwe li tiraliyê daneynim. Ez bawer dikim ez ê piśtî seetekê derkevim der u herrim bibezim.
De hun źî rabin u derbikevin ser berfa spî u îmana tiraliya bê bext bikin teneke haaa.

Donnerstag, 25. November 2010

Min Mase Źî Anî Yaw :-)



Piśtî mehek u nîvê min îro bi hevalekî xwe ću maseya xwe ya nuh anî malê. Maseya min ya nuh źi ya berê gelek dirêźtir e, ango dirêźiya wê qasî 1.80 sentîmêtro ye. Qet nebe ewê źi niha u pê va li ser maseya min śuneke mezin hebibe, ez ê li gorî dilê xwe bikarî bibim tiśtan li ser daynîm, oxxx.

Lê mixabin ku hîn źî odeya min gelekî tev li hev e, min hîn źî nekarî vê serubiniyê ćareser bikim. Heger bi destura we bibe, ez ê sibehê berxwedaneke mezin nîśan bidim u hemî pirsgirêkên xwe yên malîn źi holê rabikim. Piśtî vê źî ez ê li ber maseya xwe runim u bi kêfeke berdîberdayî li derudora xwe binêrim ellawekîl.

Helbet hîn planên min yên din źî hene. Ez ê di sala nuh ya tê da hindek guhartinên din yên bingehîn źî ćêbikim. Bi baweriya min, hingê ewê kêfa min bi temamî derkeve pileya 180°.

Welle ez li śuna we bibim, ez ê ćend tiśtên qerase daynîm ber xwe, daku bila nêzîkbuna sala nuh źibo we źî bikarî bibe kelecaniyekê ćêbike. Êêê, paśê nebêźin «law cîgerim te ćima źi me ra negot, hi?».




Beza Di Sermayê Da

Ev e bi salan e ku ez ha ha terrim bezê. Lê beza di demsala zivistanê da carina bêhna mirov teng dike. Gava mirov nefesê dikiśîne nav xwe, hiśkiya sermayê di qirik u firnikên xwe da baś hîs dike, hêśeke tuź u zirav dide bedenê meriyan. Her ćendî ez di van salên dawiyê da hindikî bi îtîna tevdigerim źî, dem bi dem dîsan źî dînîtiya xwe ya berê dubare dikim. Pirr baś tê bîra min, carina min di nav roźên gelek sar u bi berf da bêyî ku li pêśiya xwe bikarî bibim mêze bikim, dićum ser ćiyayê Ütliberg’ê yê li baźarê Zürich’ê. Gava kuliyên berfê xwe bi beraser ćavên min da berdidan, ez meźbur dimam ku bi baskên xwe ćav u ruyê xwe biparêzim...

Aniha ez ê dîsan rabim u herrim bezê. Ez bawer dikim kêm-zêde ev e dewsê (13) sal in ku ez wekî kesekî hobby-profî sportê dikim. Li gorî ragiyandinên zanyarî, sport źî di nav demê ra di meriyan da zebuniyê ćêdike, mirov dike mubteleya xwe.

De ez dirêź nekim, źiber ku wextê min zêde tun e. Divê ez źi Örlikon’ê heta Züri-Berg’ê bibezim u dîsan śunda vegerim.

Mittwoch, 24. November 2010

Muzîka Kurdî, Ez U Śivan Perwer

Piśtî ku ez źi welêt derketim der, seba/źibo demekê ez ćum li Stembol’a tirkan mam. Min di navbera wê demê da carina kar dikir u carina źî nedikir. Źiber ku ez hîn di zaroktiya xwe da źi meźburî bi pereyên di destê xwe da bi baldarî tevdigeriyam, min li Stembol’ê źî bi vî hawî xwe baś yan źî xirab îdare dikir.

Kurapê min yê ku demeke dirêź di girtîgehê da mayî bu, ćend sal berê hatî bu berdan. Wî wextekî di atolyeyekê da kar kir. Ya raśt karê ku wî dikir karekî pirr pîs bu. Ez bi xwe źî ćuyî bum ziyareta wî. Li gorî gotinên wan, gelek kes di wî karê têl kiśandinê da nexweś ketî bun u hindek źi wan mirî bun. Kurapê min dixwast ku ez źî li ba wî dest bi kar bikim. Lê ći elemet e xwedê dizane, ez bi xwe źi karên wilo pîs u bi kîmyevî nefret dikim. Min pêśniyaza wî qebul nekirî bu u loma źî berê xwe dayî bu karekî din...

Piśtî demekê kurapê min źî nexweś ket. Źi meźburî dest źi karê xwe berda u źibo tedaviyê qasî mehekê ću li nexweśxaneyekê raket. Piśtî ku źi nexweśxanê śunda vegeriya malê, bi saya hindek hevalên xwe yên berê dest bi karê sêyaretiyê kir li Eminönü’ya Stembol’ê. Bê guman zor u zehmetiya vî karî herkes baś dizane. Hertim zabitayên xerecxwar li duv mirov in, bê xerecê śansa tu kesî nîn e ku li wî ciyî karê xwe bike. Hingê hema hema tevayiya sêyareyan źî bi esl u feslê xwe kurd bun. Kurapê min bi wan ra têkiliyeke baś ćêkirî bu. Źiber ku ew di karê xwe da hîn pirr nuh bu u źi gelek tiśtan bê hay bu, wan hertim xwedîtî li wî dikirin...

Bi rabirtina demê ra, hevalên kurapê min yên kurd carcarina źê ra kasetên bi kurdî źî tîniyan u didan wî ku ew guhdar bike. Roźekê wî kasetek anî malê źî źibo ku em lê guhdar bikin. Lê me her ćendî li ber xwe daa, me bi giśtî guhê xwe dayî bu ber teybê źî, hema hun bibêźin me nedikaniya tiśtekî źê fam bikin. Carcarina yên kal/pîr digotin «aha min ev bêźe fam kir» u ewqas. Lê stranbêź bi dengekî bilind dikir qîreqîr. Źiber ku ew kaseta me kopiya kopiya sedan bu, xiśśîniya ku źê derdiket, mirov dîn dikir...

Paśê kurapê min got: Ma hun dizanin ew kî ye?
Me bi yek devkî got: Naaa!
Piśtî ku xwe bi vir u wir da baada, got: «Ev hozanekî kurmancan yê pirr bi nav u deng Śiwan Perwer e, ihi.
Min bi vî hawî him Śiwan Perwer nas kirî bu u him źî cara yekan pê ra guhdariya muzîka kurdî kirî bu.

Aniha baś nayê bîra min, lê bi baweriya min bibe, śeś meh paśê ez źî piśtî kurapê xwe, źi Stembol’a tirkan derbazî Ewrupê bum. Dawiya dawîn ez heta Swîsrê hatim. Gava ez li kampê bum, min kaseteke Śivan bi dest xist. Navê kasetê «Helepće» bu. Min êdî her u her guhdariya wê kasetê dikir. Min di demeke kurt da hemî stranên di kasetê da źiber kirî bun...

Gotin ew e ku, ez hîn źî di serê xwe da dibêźim ku di nav kasetên Śivan da ev kaset kaseta herî pîroź e.

Dienstag, 23. November 2010

Bi Kurdî «Rock» U «Koma Wetan»

Muzîkźenê kurd Keremê (Taher) Gerdenzerî bi koma xwe «Koma Wetan» di destpêka salên 1970an da li Gurcistan’ê ava kiriye. Malbata wî di śerê yekem yê cîhanê da źi herêma Qers’ê bi tevî gelek malbatên din yên kurd hatiye nefî kirin. Keremê Gerdenzerî bi xwe źi malbateke yêzdî ya kurd tê. Di dema wî śerî da źi malbatên kurd yên źi derudora Qers’ê heźmareke mezin źî li Ermenistan’ê bi cih bubu. Mal u milkê ku xelkê kurd li paś xwe hiśtî bu, dewleta tirkan ya niźadperest bi metodên bê huquqî źi wan standî bu.

Li gorî śertên wê demê yên zor u zehmet Koma Wetan cara yekem bi zimanê kurdî dest bi «rock»ê kiriye. Min bi xwe kaseta yekem ya komê di sala 1990an da bi dest xistî bu. Hîn źî pirr baś tê bîra min. Gava min guhdariya wê kasetê kirî bu, ez źi kêfan bubum ćar baskî, ewqas ku ez bi stranên Koma Wetan bubum serxweśê ziman u melodiyên kurdî. Min demeke dirêź ew kaset hertim bi xwe ra gerand. Paśê min ćend hebên din źî kirriyan u li kesên nas belav kirin.

Di vê navberê da sal di ser hev ra derbaz bun. Min heta berî ćend salan di derbarê vê komê da hew kariya înformasyonekê źi derekê bigirim. Heger ez śaś nebim, berî sê-ćar salan bu, min cara yekem di înternetê da gotareke kurt li ser Keremê Gerdenzerî xwandî bu. Bi raśtî źî bi xwandina wê nivîsê ez ketî bum nav kul u xeman. Xwediyê gotarê digot K. Gerdenzerî di destpêka salên 1990an da ćuye Frensê u li wir di nav rewśeke pirr derbeder da źiyana xwe derbaz dikiriye, źiber nebuna maleke xwe, śevan li ser kolanan radiketiye. Yanî bi gotineke din wextê xwe di nav tazîtî u birćîtiyê da dibuhuriye. Helbet vê yekê ez pirr êśandî bum.

Ez bawer dikim vê bihara ćuyî bu, min di roźnameyeke kurdan da hevpeyvîna ku bi Keremê Gerdenzerî ra hatî bu ćêkirin u weśandin, xwandî bu. Li gorî wê hevpeyvînê K. Gerdenzerî vê gavê bi malbata xwe va li Moskowa’yê dimaye. Hêvî u daxwaziyên wî yên ku roźekê bikarî bibe vegere Kurdistan’ê u di nav xelkê kurd da źiyana xwe berdewam bike u muzîkê ćêbike, anî bu zimên. Hîn źî bi hêvî bu ku roźekê ewê vegere himbêza Kurdistan’ê ya wêran u talan kirî.

Sonntag, 21. November 2010

Peźna Te Nayê

Xwedê dizane, ez źi stranên kurdî yên gelêrî gelek hez dikim, dilê min xwe bi bezeke ćargavî di nav hewayê ra dirêź dike u terre. Kesên ku bi kurdî dizanin, pirr baś dizanin ku di kurdî da gelek stîl u meqamên źi hev cihê/cuda hene. Di nav ćand u zimên da li gorî rewśên źi hev cihê awazên pirr awarte hatine bi kar hanîn. Bi pirranî bingeha van awazên ruhanî źi demên gelek kevin tên, ango tecrubeyeke bi hezar salan, hestên bi sedan, hezaran kesên ku di nav van ćend hezar salên buhurî ra derbaz bune u ćune, radigiyînin vê heyama ku em tê ra derbaz dibin. Mesela gava dayikeke kurd li ser śehadeta lawê xwe dike qîreqîr u dest bi lawiźên bi kurdî dike u bi «loy loy loyyy» hestên xwe dixe guhên mirov, mirov hew dikare li śuna xwe bê tevger bisekine, mirov di ruh u dilê xwe da diće ciyekî pirr ecêb. Dibe ku hêdî îro wateya «loy loy loyyy» neyê zanîn, lê di raśtiyê da berî ćar-pênc hezar salan mahneyeke wekî «giriya bi êś» dida ...
Min di nav źiyana xwe da li gelek stranên xelkên din źî guhdarî kiriye. Lê bi nêrîna min, bi stranên xwe yên gelêrî ti xelk nikare bi kilamên kurdî ra qayîśê bikiśîne ...

Ez dixwazim îro li vir gotinên strana gelêrî/folklorîk yên «Peźna Te Nayê» binivîsînim. Ev strana kêfa min pirr tîne. Berhevkarê vê stranê Ciwan Haco ye u di CDeya wî ya «Nisêbîna Rengîn» da hatiye tomar kirin.

PEŹNA TE NAYÊ

Peźna te nayê,
Wez źi ber evînê, wez ketime tayê.

Li ber śibakê, wez kur dinalim,
Derdê te ez kuśtim, kirime belayê.

Wekî comerdan were meydanê,
Destê min bigire, derxe źi zîndanê.

Her weha hun dikanin di youtube’ê da guhdariya vê stranê źî bikin. Navnîśana di youtube’ê da źî ez li vir didim:

http://www.youtube.com/watch?v=5OAiL5dctdc&feature=related

Samstag, 20. November 2010

Mala Li Deśtê



Ez ê îśev śîîrekê/helbestekê di vê kuncika xwe da biweśînim.
Têkiliya min ya bi helbestê źi ya yekî/e kurd zêdetir nîn e. Ev raśtiyek e ku ez li vir dibêźim.
Di nav nuće u nivîsên mîsyonerên ku berî sed salî, du sed salî ćune Kurdistan’ê da źî ev taybetmendiya kurdan tê pesend kirin. Wekî mînak, Bazil Nikitin di pirtuka xwe ya bi sernavê «Kurd» da dibêźe: «Hemî kurd him stranbêź u him źî śaîr in».
Di nav têkiliyên min yên bi ewrupiyan ra da gelek caran źi min hatiye pirsîn ku «ćima kurd bi zimanekî resimî/fotoxrafîk» dipeyîvîn?
Bê guman di vê miźarê da «zimanê kurdî» u «girêdayîbuna kurdan ya bi xwezayê ra» roleke mezin dilîze.
Ev taybetiyên ku min li vir bi bîr anîne, ligel «dengbêźên kurd» li asteke pirr bilind in, pirr bi hêz in...

Ez hêvîdar im ku dê ev helbesta li źêr li gorî dilê we bibe.

MALA LI DEŚTÊ

Li ser kayê
deriyek źi bendikan
paceyekî reśecamî
u dîwarekî zir belek
lê d-aniye mêro
li deśtê
lê ew źî bê herî ye.

Zürich/Swîsre

Freitag, 19. November 2010

Mirina Xaltîka Sirmê U Ez

Xaltîka Sirmê li dor salên sed salî bu. Bavê min dibêźe: «Gava ez zarok bum, Sirmê kećeke ciwan u zewicî bu». Aniha bavê min nod salî ye. Îsal gelek kalên/pîrên źi gundê me mirin. Źiber vê yekê ye ku bavê min carcarina li ber xwe dikeve u ditirse ku em careke din hevdu nebînin. Ev e bîst u du sal in ku me hevdu nediye. Herê, bavê min hîn bi bedenî pirr bi hêz u li ser xwe ye, lê dîsan źî di van salên xwe yên pêśta ćuyî da zêde baweriya xwe bi salên dur u dirêź nayîne.

Min xaltîka Sirmê wekî diya min ya duyan qebul dikir. Bi gotina diya min, heger xaltîka Sirmê nebibuya, ez ê źî aniha nebibuma. Gava diya min ducanî buye, źi xaltîka Sirmê ra gotiye: «Ez dîsan ducanî me, lê ez nizanim ku ći bikim. Tu ći dibêźî, ez vî zarokî źi ber xwe biavêźim yan na? Ćiton bibe zarokên min yên dawiyê herdu źî lawik in ...». Li ser gotinên diya min Sirmê źî diya min qanî dike ku ew min źi ber xwe neavêźe u berevaźî vê yekê min bîne ser dinê. Loma źî Sirmê źi diya min ra dibêźe: «Te di destpêkê da ewqas lawik dixwastin, lê her u her kećên te tenê ćêbun. Dibe ku ev źî lawik bibe ...». Yanî bi vir u wir da, dawiya dawîn Sirmê diya min tîne ser «îmanê» u bi vî hawî źî ez tesedufen ćêdibim.

Bila xwedê u Zerdeśt’ê kal hertim li cem wê bibe. Bila xwedê derd u xemên wê di gorna wê da kêm bike.

Mittwoch, 17. November 2010

Fîlmek U Xortek

Doh êvarî min li ba Zangeha Zürich’ê li fîlma «Bahoz» mêze kir. Ez bawer dikim em bi tevayî qasî dew pênc kesan bun, nîviyê temaśevanan kurd u nîviyek źî Swîsre’yî bun. Bi giśtî kêfa min bi vê fîlmê nehat. Di sêrî da źî bi zimanê tirkî buna vê fîlmê ez gelek aciz kirim. Diyar e ku hîn źî kurd bi girîngiya zimanê xwe nehesiyane. Her weha du caran straneke Edip Akbayram li du ciyan hatiye dubare kirin. Ev stran dîsan ligel tirkên niźadperest źî pirr di rewacê da ye. Di stranê da hestên tirkan yên źibo Stembol’ê bi awayekî nostalźîk têne gotin. Ma di nav stranên kurdî da qey qirra kilamên romantîk hatiye ku derhêner straneke bi tirkî dixe nav fîlma xwe?!

Dawiyê di beśa pirs u rexneyan da xortekî (kêm-zêde) bîst salî rexneya ku naveroka vê fîlmê bi nêrînên «neteweperest» hatî bibe hunandin, kir. Li gorî wî li Tirkiyê lînć kirina kurdan, zilm u zordariya dewletê ne raśt buye. Atatürk rêberekî mezin buye ku milletê me źi bin zilma talankeran xelas kiriye u hwd. Mixabin ku min hew kaniya li śuna xwe wilo bê deng bimînim, ez rabum u min rexneyek li rexneyên wî yên ćeft girt. Tiśtê ku herî zêde bala min kiśand źî, kesê ku wekî temsîldarê fîlmê li wir bu, li hemberî van rexneyan pirr pasîf tevdigeriya. Bi gotina wî di nav kurdan da źî kesên «nasyonalîst» hebune, beśek źi van kesan di nav PKKê da bune. Źiber ku gotina wî u raśtiyê li hev nedikir, min dîsan peyv girt u pirsa ku «gelo tu dikarî navê wan kurd, dezgeh yan źî partiyên ku niźadperest in źi min ra bibêźî?» li wî kir. Helbet min nekarî bersivekê źê bigirim, źiber ku ti kes, dezgeh u partî nehatin bîra wî. Wî bi xwe źî fam kir ku tiśtê ku wî li wir aniye zimên, raśteraśt bê binî bu, manîpulasyoneke xortê bîst salî bu ...

Piśtî ku em derketin der, li gorî ku źi min ra hate gotin, ew xortê bîst salî yekî kurd buye u źi baźarê min, źi Erzingan’ê buye.

Dienstag, 16. November 2010

Bi Kar Hanîna Zimanê Diźminê Xwe!

Kêmasiya kurdan ya herî mezin ya dîrokî: «Bi kar hanîna zimanên diźminên xwe ye!». Ćiqas źi diźmin nefret dikin bila bikin, lê hîn źî di bin hiśê kurdan da «źiyan, fikir u kultura» diźminan źi sedî sed serdest e. Hîn źî bi zimanê diźminan xwe bi wîźdanekî rehet (heger he bibe!) lorîkan dibêźin, helbestan dixwînin, stranan dibêźin, ćanda kurd ya hezar salan werdigerînin zimanên diźminên xwe u dikin milkê bavên wan. Kesê ku bi navê «ronakbîriyê» źî vê dike, bê îman e, rureś e, sextekar e!

Nasnameyeke Bê «Ziman» Tun E!

Rewśa zimanê kurdî ya tarumar buyî, bivê nevê mirov dixe nav ramanan. Di vî warî da kêmasiyên partiyên kurd yên siyasî, nebuna raman u hestên neteweyî yên di nav kurdan da sedemên herî bingehîn in. Bê guman ziman nasnameya milletekî yê «herî esasî» ye. Bê ziman śansê ti milletekî tun e ku hebuna xwe ya serbixwe u daîm îspat bike. Loma źî nasnameya milletekî bi zimanê wî milletî va girêdayî ye, ango «ziman» wekî pergaleke efsunî «nasnameya śexsî u mîllî» bi xwe ra dihafirîne.

Di vê sala 2010an da pirr kêm bibe źî, di nav kurdan da «ćalakiyeke zimanî» derkete holê. Di raśtiya da hîn ev ćalakiyên bi sînor li gorî hewcedariya heyî belav nebune, di nav kurdan da ciyê xwe baś negirtine. Li gorî ragiyandina nućeyeke dawîn, berdevka Meclîsa Źinan birêz xatun Śukran Dîkmen gotiye źinan birryara ku ewê źin li her derê zimanê kurdî bi kar bînin, girtiye. Bê śik rola źinê ya bi parastina zimên va girêdayî, wekî av u hewayê zarurî ye. Divêt źina kurd bandora rola xwe ya dîrokî baś bibîne u rê nede ku zarokên kurd di nav didanên diźminên milletê kurd da werin pelćikandin.

Sonntag, 14. November 2010

Heylo Ezooo, De Baźooo :-)

Ev demeke dirêź e ku min di bloga xwe da tiśt nenivîsiya. Bê guman sebebên vê yeke dikarin gelek tiśt bibin. Lê min bi xwe heta niha źî źê fam nekir. Dibe ku tiraliya min bibe. Ya raśt di warê nivîsînê da wekî kesekî ewqas tiral u bê berpirsiyar nîn im. Heta źi min têt dixwazim li ser miźarên ku min miźul dikin, hur u kur rawestim.