Mittwoch, 29. Juni 2011

Roźa Dawiyê Ya Qursa Kurdî

Li gorî doh, hîro hewa ewqes germ nebu.
Di vê navberê da ćend caran baran źî bariya.
Min hîro sporta xwa nekir. Di van pênc roźên dawiyê da min hêć navber nedabu. Herweha karê min yê wergerê źî hîro gelek zêde bu. Loma źî min hîro roźa xwa bê sport derbaz kir.
Źiber ku vê hêvarê śilî hurik bi hurik dibariya, min nekaniya bi pîskîletê herrim qursa zimanê kurdî. Dîsan li tremveyê siyar bum. Hey lanet, ez u tremvey, gidîîî.
Hîro du seetên qursê yên dawiyê bunn. Tenê Ceren, Ronê u Aynur hatî bunn.
Her ćendî min pirtuka xwa vekir u dayniya der masê źî, her sê xatunan qet dil nedikirinn ku hîro tiśtekî bikin.
Bêguman divêt ez heqê wan nexwim, heta hîro źî kêm-zêde bi rêkupêk hatinn qursê.
Loma źî min berî du roźan «prosecco»yek kirriya u ew hîro bi xwa ra bir qursê.
Min «prosecco» źi turika xwa derxist u dayniya ser masê. Xatunên me kêfxwaś bunn.
Paśê em qendî du seetan li ser miźarên gelek cihê bi cihê bi hevdu ra peyîviyan.
Êêê, dawiya dawîn em rabunn ser piyan u derketin der, me xatir źi hevdu xwast u belav bunn.
Bi dibêtiyeke/îhtimaleke mezin ewdê di dawiya meha tebaxê da qurseke întensîf ya du heftan were ćêkirin.
Ango ewdê herro ćar seet qurs werin dayin u di nav du hefteyan da temamê pirtuka rêzimana kurdî were xelas kirin.
Bi gotina cîgerim Apo, ewdê kêm-zêde des/deh kes tev li qursê bibin.
De bila xwadê bibe hariyarê me u wesselam.

«Nebikaranîna Tirkiyeke Xwaśik, Guneheke Mîllî Ye!»

Welle hîro hewayeke wekî pizot li der hee bu.
Di raśtiyê da hewayên wilo germik li van deran zêde xuya nabin.
Min hîro sibehê berê xwa daa pîskîlet haźotinê.
Hema hema piśtî du seetan dîsan vegerriyam malê, yanî seet di ser 11an ra bu.
Min ê di seet 12an da qendî seetekê werger bikira, loma źî min bi lez avek bi ser xwa da berda, kincên xwa li xwa kirinn u ćum klînîkê.
Piśtî karê wergerrê ez dîrekt ćum mensaya zangehê. Min li wir xwarina nîvroyê xwar u hatim malê.
Berbi hêvarê ez ćum bezê u sporta bedenhêziyê.
Gava ez di seet śeśan da vegeriyam, min dîsan avek li xwa piźiqand u ćum qursa zimanê kurdî.
Hîro tenê heyatim Apo u Zekî hatî bunn. Ev qursa hîro ya dawiyê bu. Hêdî xelas u wesselam dînime îmanime.

Min di nućeyên hîro da tiśtekî pirr balkêś xwand.
Li gorî ragiyandina nućeyê, Fettulleh Gulen li ciyekî gotiye:
«Nebikaranîna tirkiyeke xwaśik/speyî, guneheke mîllî ye!» («Türkçeyi güzel kullanmamak milli günahtır!»).
Li hêlekê cemeeta Fettuleh’ciyan bi hemî zorbetî u zilmkariyan teroreke bê sînor li ser milletê kurd ćêdikin, źibo ku zimanê kurdî bikuźin, ći źi destê wan tê, dikin, lê li hêla din źî zimanê tirkî bi ser me da ferz dikin.
Hînê źî li Kurdistan’a Bakur sinifek źî tun e ku bi zimanê kurdî dersê bide.
Li ser kolanan hînê źî tirkên ćeqilmast hêriś diben ser kurdan.
Bêguman Fettulleh Gulen u taxima wî, karubarê xwa dikin.
Haya camêran źi meselê baś hee ye.
Pirr baś dizanin ku zimanê kurdî ewdê cih li zimanê tirkên qewad teng bike, ewdê desturê nede ku tirk zimanê tirkî ha ha berbelav u berfireh bikin.
Neteweyek tenê bi zimanê xwa dikane heebuna xwa îspat u berdewam bike.
Hemî dezgehên din yên di civakê da bi zimên va hee ne. Nebuna zimênê dayikê, mirina spî ya herî berbat e.
Loma źî Fettulleh Gulen u taxima wî dixwazin me kurdan bikin «miriyên spî».
Meriv ćima diźminatiya zimanekî dike?
Ez ê vê yekê tenê bibiźêm:
«Bi saya zimên meriv him mîlliyeta xwa diparêze, him berźewendiyên xwa yên mîllî zêdetir dike u him źî zimanên din yên ku reqîb in, źi holê radike.».
Ango li gorî raśtiya xwezayê ziman dikane źi bombeya atomê sed carî xerabtir bibe.
Hîro li Kurdistan’a Bakur źi sî mîlyon kurdan bîst mîlyon tevda bunne «tirkên spî».
Ma haya cîhanê źi vê yekê hee ye? Na!
Baś e, ma haya cîhanê źi bombeyên atomî yên ku li Źeponye’yê teqiya bunn, hee ye yan na? Herê, hee ye, him źî pirr baś hee ye.
Ma haya cîhanê źi komkuźiya cihuyan u ermenan hee ye yan na? Hee yeee!
Mesele ev e yanî.
Em herro bi mîlyonan tên kuśtin, lê ne haya cîhanê źi me hee ye u ne źî haya me źi me hee ye. Ev źî ne bes e, hîcar em źî bi navê înternesyonalîzma aqilsivik u berdîberdayî hariyariya tirkan dikin, źibo ku ew karê xwa baśtir u bêdengtir bikin.
De hun bi xatirê kê dikin bikin, ma ev xayîntî u kêmaqîliya me kurdan nîśan nade, hi?!

Montag, 27. Juni 2011

Meriv Ćawan Aśiqî Zimanê Tecawîzciyê Xwa Dibe

Weyyy, xwadêyooo, yaw ev ći hewa bu hîro?
Hewayeke pirr germik xwa li baa dikir.
Meriv dikir ku bifetise źiber germayiyê.
Min vê sibehê nekanî ku zu herrim pîskîlet haźotinê. Hindek karubarên min yên resmî hee bunn.
Ez di seet 11 u nîvan da źi malê bi pîskîletê derketim ser riya xwa.
Gava ez dîsan vegerriyam, seet 13 u 10 bunn.
Źiber ku min pere li malê źi bîr kirî bu, min nekaniya ku li ser riya xwa li dukana kurdên me, li Fermo’yê zebeśekê bikirrim. Loma źî ez cartin ćum Fermo’yê u min zebeśeke germik u nermik kirriya.
Gava ez vegerriyam, min bi lez pêlavên xwa yên bezê li xwa kirinn u seba nîv seetî ćum bezê.
Min ê di seet 15 u nîvan da werger bikira źibo du seetan.
Karê min di 17:45an teva bu u ez dîsan hatim malê.
Źiber ku min entremena bedenhêziyê/bedenćêyiyê ćênekirî bu, ez di seet 19an da ćum fîtnesa zangeha Irchel’ê. Min hevalê xwa yê hînd, Raj źî li wir dît.
Cîgerim Raj dixwaze ku min dawetî xwarineke hîndî bike. Min seba roźa duśema tê gotina xwa daa wî. Ev du meh in ku źina wî bi tevî keća wan ya pênc mehîn ćuye Hîndistan’ê. Loma źî Raj’ê me ha ha azadiya mêrê berê yê ćê bi kar tîne.

Carcarinan di Facebook’ê da hindek kes daxwaziya hevaltiyê dikin.
Źi sedî not u neh heta niha min hemî źî qebul kirinne.
Lê ev ćend meh in ku ez źi kesên ku vê daxwazê dikin ra bi zimanekî germik u nermik peyamekê diśînim u dibêźim, heger ew źi niha u pê va bi zimanê tirkan tiśtekî binivîsîne yan źî biweśîne, ez ê źi lîsteya wî derbikevim u filan u fistix.
Heta niha min ćend kes îqaz kirinne. Źi lîsteya ćend kesan źî derketim u ha ha reviyam.
Hîro dîsan camêrekî me yê kurd yê ku berê di lîsteya min da bu, dîsan daxwaziya hevaltiyê lii min kir. Min dîsan peźirand, lê bi śertê ku bi zimanê tirkan serê min neke śorbe.
Bêguman ez hêć nikanim fam bikim ku kurd ćawan ewqes aśiqî zimanê tecawîzciyê xwa dibin. Lê ew u kêfa wan. Tevî ku ez bi hezaran laneten lii wan dikim źî...
Lê min bi zorê, bi kedeke bîst salan, śev u roźa xwa kir yek, daku ez źi zimanê tirkan xwa rizgar bikim u li śuna zimanê wan tecawîzciyan zimanê kalubavên xwa bi cih bikim.
Hîcar ev kesên ku di destê dewleta tirkan da bunne ćeqilmast, namusa xwa kirinne pênc quruś, dixwazin ćend heb kurdên ku bi tevî hemî diźwariyan li ber xwa didin źî, bi xwa ra bikiśînin nav gemariya ku tirkan daye wan.
B dîn u îman, ma kîźan dîn vê bêśerefiyê qebul dike?
Ma kîźan merivê xwadînamus li hemberî vê bêîdreqiyê ranabe u serê xwa li dîzêr/dîwêr naxe, yabo qurbanino, kîźan, hi?

Sonntag, 26. Juni 2011

Herkes Bi Ćermê Xwa Ćêdibe, Diźiy U Terre!

Min di van du roźên dawiyê da tiśtek nenivîsiya.
Êêê, de îdare bikin yaw. Carinan, dem bi dem merî nikane wekî mirîśkan ha ha hêkan bike u xwadiyê/a malê ćarbaskî bike.
Tevî vê źî ti kes źibo van nivîsan ti tiśtekî nade min.
Yanî ez her tiśtî źi kîsa bavê xwa yê qendî sedsalî didim.
Bi serê dê u bavê we bibe ku heta ku źi min tê, bi ser min da śilî u śepal źî rabibe xezebê, ez hêć naxwazim ku navberê bidim roźnivîskên xwa yên wekî «śîr u śekir» ellawekîl.
Bi telaq źixwa min źi wekîltiya xwadê źî tiśtekî baś nediye.
Ev ći wekîltiyeke berdîberdayî ez nizanim, hertim li piśta tirkên qewad, farisên teres u erebên bê îdreq e.
Loma źî tuuu li vê wekîltiyê dikim u xelas.
Helbet hurmeteke min ya mezin li hemberî «nunertiya xwadê u yêzdan»ên zimanê kurdî hee ye.
Kî ći dibêźe bila bibêźe, «navên xwadeyan» niyetên wan yên baś u berbat źî nîśan didin.
Yanî cancîgerino, «xwadê» u «yêzdan» dikanin hariyariyê bidin me, lê «ellax, rebbî, u hwd.»a ereban, «xuda»ya farisan u «tanri»ya tirkan źi derî zirar u ziyanê nikanin tiśtekî bidin me kurdan, nadin źî!
Herkes bi ćermê li ser bedena xwa ćêdibe, diźiy u bi wî ra źî terre.
Ćênabe ku em wekî millet hezar lanetan li ćermê xwa bikin u pesna tirk, faris u erebên qewad bidin, tevî ku ćermê milletê me źi yê wan teresan hezar carî baśtir, ćêtir, bedewtir, germiktir u nermiktir e.
Di sedsala derbaz buyî da, gava ez li Stembol’a «kurdan» ha ha digerriyam, carinan min berê xwa dida qehweyên me kurdan źî.
Lê polîsên tirkan yên bênamus zu bi zu bii ser wan qehweyan da digirtinn. Pêśta lii hawîrdorê mêze dikirinn u paśê źî kesên bi biruyên stur u dirêź, reśik, bi hêz, mezin, bi porên wekî hustrî derdixistinn der, lii nasnameyên wan dinêriyan, ew tehdît dikirinn, yan bi xwa ra dibirin yan źî li wir dihiśtinn.
Aniha źî eynî bêbaviyê lii lawê milletê kurd Hatîp Dîcle dikin.
Bi hemî dek u dolabên Osman’iyan zilmeke mezin him lii birêz H. Dîcle u him źî lii milletê kurd dikin.
Ćênabe ku milletê kurd dest źi perlementerên di girtîgehê da berbide u vê bêśerefiyê qebul bike.
Lê divêt kurd di nav tevgerrên xwa yên parastin u lêdanê da hertim zimanê xwa bi kar bînin u nebin lîstika zimanê tirkên dêlegur.

Donnerstag, 23. Juni 2011

Malbatên Kurd Yên Śarlatan U Dibistanên Tirkan

Min roźeke pirr maqul derbaz kir.
Hîro min tenê ćar seetan werger kir.
Źiber ku min doh navber nedayî bu sportê, min hîro sport nekir. Lê sibeh xwadê mezin e.
Ez hîro peya ćum kêêr (= «kar») u hatim. Ango min hîro qet pîskîlet nehaźot. Bi xatira Kurdistan’ê bikim, wexta min bi zêdeyî ser pîskîletê derbaz dibe.
Loma źî min hîro zor daa xwa ku lê siyar nebim ellawekîl.

Ez dixwazim hîro bi ćend gotinan fikra xwa ya li ser malbatên kurdan yên ku li hêlekê xwa wekî welatparêz nav dikin u li hêla din źî zarokên xwa diśînin dibistanên tirkan, bisekinim.
Ez ê zêde dirêź nekim.
Źiber ku lukseke me ya wilo beredayî tun e.
Herweha em di nav rewśeke pirr berbat da ne.
Milletê kurd li ber handabunê ye.
Bi mîlyonan kurd – kêm-zêde bîst mîlyon – tevda źî asîmîle bunne u bunne tirkên ćeqilmast.
Li ba milliyetên din asîmîlebuna ćend kesan źî dikane bibe skandeleke mezin.
Lê li ba me pepukên xwadê, ne tenê ćend kes, herro bi mîlyonan kurd dikevin ber aśê tirkan.
Mixabin ku hîn źî haya me źi me, źi mirîśka li malê tun e.
Tiśtê herî berbat u rezîl źî partî u śexsên siyasî yên ku bi siyaseteke zirzop avê dikiśînin aśê tirkan, li gorî manîpulasiyon u berźewendiyên tirkan tevdigerrin, e.
Dê u bavên herî tuź yên kurdperest źî qesî giraniya gramekê li ber xwa nakevin u zarokên xwa bi dil u can diben u dixin nav dibistanên tirkên faśîst u niźatperest.
Zarokên xwa bi destên xwa dikin tirkên spî u berdidin ser kolanan.
Lê li dor masê źî dibin kurdên herî qerase u qîma xwa bi kesekî nayînin.
Bi mîlyonan kurd vê yekê dikin.
Di serê van bi mîlyonan kurdan da avakirina dezgeheke zimanî u netewî derbaz nabe. Bi mîlyonan peran źibo tiśtên herî pîs berhewa dikin, lê zimanê wan qet nayê bîra wan.
Ez dibêźim di kesên weha da ne kezeb u ne źî xwîn hee ye.
Źibo śarlatanên herî hoste u lanet kirî, divêt tevayiya cîhanê li me kurdan mêze bike. Ewdê bi xwa źî bibînin ku śarlataniya me kurdan besî heśt eźdadê alemê dike dînime îmanime.

Mittwoch, 22. Juni 2011

Azatkirina Hatîp Dîcle Namusa Siyaseta Vê Roźê Ye!

Tevî ku hîro sibehê hewa bi ewr bu źî, baran nebariya.
Loma źî min tam ćar seet sport kir.
Lê gava ez vê hêvarê źi wergera du seetan vegeriyam malê, hîn li ba klînîkê baranê dest pê kir u heta malê ez di avê da hiśtim.
Źiber ku ez ê bićuma qursa zimanê kurdî, min bi lez serê xwa śuśt u ćum rawestoka tremveyê. Herê welle, tremvey. Weylooo, ez u tremvey?
Lê ez rebeno, ći bikim, baraneke minafik li der rabubu xezebê.
Min ću li mensayê xwarina xwa xwar.
Piśtî xwarinê ez ćum ciyê qursê.
Hîro tevda źî dereng hatinn.
Źixwa Ronê piśtî ćil deqqan ću. Ewdê bićuya li xaniyekî mêze bikira.
Yên ku mayî bunn, ew źî tenê Ceren u Aynur bunn.
Me heta seet nehan dersa xwa kir.
Helbet di vê navberê da Ceren gelek pirsên germik u nermik yên dîrokî źî źi min kirinn.

Bi serê Kurdistan’ê bibe ku, divêt ez ćend gotinan li ser birryara Liźneya Bilind Ya Hilbiźartinan ya ku perlementeriya Hatîp Dîcle daxist, bisekinim.
Bê him u gim, birryar birryareke siyasî ye. Bi zanetî hatiye girtin.
Di vê birryarê da planên tirkên niźatperest u faśîst yên pêśeroźê hee ne.
Bi ći hawî dibe bila bibe, ćênabe ku kurd vê birryarê qebul bikin.
Ćênabe ku kurd însanên xwa ewqes erzan bikin qurbana siyaseta tirkan.
Bi baweriya min dewleta tirkan vê xemsariya me baś nas dike.
Loma źî bi śikleke ewqes bê namus ha ha bi ser śexsên kurd da terrin.
Lê tirkên bêbav u qewad di hilbiźartina śexsan da źî qet kêmasiyê nakin.
Hertim di navikê da lêdixin.
Divêt ti kurdê xwadî namus u śerîf vê birryarê qebul neke.
Heta ku birêz Hatîp Dîcle neyê berdan, ćênabe ku perlementerên din yên DTPê gavekê berbi perlementa tirkan bavêźin.
Di siyasetê da krîterên bingehîn hee ne.
Hîro Hatîp Dîcle ye, sibeh ez u tu ne.
Dusibeh milletê kurd bi xwa ye.
Loma źî, bi ći hawî dibe bila bibe, bê H. Dîcle ćuyîna perlementa tirkan bê śerefiyeke mezin ya dîrokî ye u xelas.
Ez źi aniha da dibêźim, bi sê telaqên źin- u mêrberdanê, kes yan źî partiyên ku H. Dîcle di destê tirkan da dihêlin, terrin u dikevin meclîsa tirkan, ew bê namus u bê śerefên herî seksî ne, ihi!

Dienstag, 21. Juni 2011

Komeleya Xwandekarên Kurd Ya Li Ba Zangeha Zürich‘ê

Germayiyeke pirr xwaś hee bu hîro.
Loma źî piśtî nîvroyê min qendî sê seetan sporta xwa kir.
Gava ez di 18 u nîvan da hatim malê, min bi lez avek li ser xwa kir.
Ez ê bićuma qursa zimanê kurdî.
Lê gava ku ez ê źi malê derbiketima, baranê źî dest pê kir.
Hîcar hemî bobeletî bi serhev da hatinn.
Źiber ku luksa min ya payînê tune bu, min śemsiyeya xwa xiste nav destê xwa yê ćepê u derketim ser pîskîletê.
Di nivîyê rê da baran hate birrîn.
Mixabin, gava ez ketim mensaya zangehê, seet 19 u 5 bu. Loma źî źiber derengmayîna pênc deqqan, min xwarin źî revand.
Hîcar xatuna li wir źi min ra got, «sandîvîćekê bigire lo.».
Herweha xalê Apo, Śefîk u Zekî źî li wir bunn.
Kafiran śiva xwa xwarî bunn. Helbet bi qehweyan źî śuna xwa bêtir nermik u germik kirî bunn.
Piśtî qursê em derketinn der u belav bunn.
Ez bi Apo ra heta rawestoka tremveyê meśiyam.
Li gorî gotina Apo ew hîro źiber koma «komeleya xwandekarên kurd» bi berpirsiyarên zangehê ra axiviye, źibo kom źi hêla zangehê va were nas kirin.
Camêr pirr bi nezeket pê ra tevgerîn e.
Gotinne ewdê di nêzîk da testîqnameyê źê ra biśînin.
Yanî bi vê naskirinê ewdê koma «komeleya xwandekarên kurd» źî li ba zangeha Zürich’ê bigêźe statuyeke resmî.
Ê de bila pîroź bibe.
Di van du-sê salên pêś me da divêt em hindekî zor bidin xwa, daku bila zimanê kurdî bikeve nav statuyeke resmî u li ba zangehê wekî zimanekî fermî di dersan da were pêśkeś kirin.

Montag, 20. Juni 2011

«Dîntiyên Dilên Me»

Hewaya hîro źî xerab nebu.
Berî nîvroyê min ću qendî du seet u nîvan sport kir.
Piśtî nîvroyê, źi seet 14an heta 17an min ê werger bikira li klînîkê.
Paśê ez di seet 17an da derketim u ćum mensayê. Min śîva xwa li wir xwar u hatim malê.
Hindekî westiyayî bum. Loma źî min xwa źibo demeke kind li ser cilan dirêź kir.
Piśtî rabunê min li kêleka maseya xwa xwa daynî źêr u dest bi karubarê xwa yê śexsî kir.

Doh min telefonî bavê xwa kir.
Ev ćend meh in ku ez dixwazim wî qanî bikim, daku bila ew vê payîzê were Kurdistan’a Baśur u em źi piśtî 22 salan careke din hevdu bibînin.
Lê hînê źî li ber xwa dide, naxwaze were źêr.
Di destpêkê da hindekî nermik bu. Ne gotî bu «na» u ne źî «herê».
Loma źî hîn hêviyeke pićuk di dilê min yê reben da hee bu.
Lê her ku dem derbaz dibe, dilê min rebentir dibe.
Ez nizanim ku źi me kîźan di dîntiyê da źi yê din ćêtir e.
Hindek kes źi bavê min ra dibêźin, «ew dîniktir e.».
Lê hindek źî źi min ra dibêźin.
Hindek kes hee ne ku, ew źî dibêźin, «pileya dîntiya we kêm-zêde eynî ye.».
Gava diya min ya rehmetî li min radibu xezebê, digot, «nelê dikê em ći bikin, wekî bavê xwa dînik e, qet guh nade kesî. Piśk li bavê xwa ćuye.».
Mixabin ku ez aniha qet nizanim ku ez ê bavê xwa bi ći u ćawan bînim ser rê.
Divêt ez raśtiyê qebul bikim.
Birînên me herduyan źî pirr bi źan u kovan in.
Dibe ku dîntiya me herduyan źî źi vê hatî bibe.

Daku miźar źi dîntiyê vebuye, nabe ku ez vê helbestê di paśila xwa da veśêrim u vê nivîsê źê bê par bihêlim.

Dîntiyên Dilên Me

Dîntiyên dilên me
Ne dîntiyên źi vê sedsalê ne,
Me sedsal guvaśtinne
Bi van dîntiyan.

Em bê gam u keder
Tilliyên xwa li baayê dixin,

Derdek źi derdên me nefirriya
Li ser berfê.

Źi Vir U Wir Ćend Gotin

Hîro ez heta hêvarê derneketim der.
Hewayeke pirr ecêb li der hee bu. Carinan veda, carinan bariya.
Ćavê min nebirriya ku derbikevim ser pîskîleta xwa u herrim pîskîlet haźotinê.
Vê hêvarê min carê telefonî Apo kir, źibo ku em li ciyekî hevdu bibînin, lê min nekariya bigêźim wî. Paśê wî telefon kir. Me di seet 20an da li Stern Örlikon’ê hevdu dît.
Źi sê seetan zêdetir me îmana gelek meseleyan kir teneke u dîsan rabunn ser xwa.

Di nućeyan da tê gotin ku kurdên êzdî ewdê qenaleke televîziyonê vebikin.
Ez bi vê nućeyê pirr kêfxwaś bum. Divêt kurdên elewî źî bi lez qenaleke bi kurdî orxenîze bikin.
Bêguman meriv nikane berpirsiyariya dîn u komên cihê yên di nav xelkekî u welatekî da bixe nav destê partiyekê yan źî dezgehekê.
Divêt hemî kom u grupên di nav civakê da xwa bi xwa pirsgirêkên xwa ćareser bikin.
Loma źî kurdên êzdî gaveke baś u dereng mayî havitinne.

Freitag, 17. Juni 2011

Kemalîzma Faśîst, Niźatperest U Zimanê Kurdî

Tevî ku doh seba hîro hewayeke bi śilî hatî bu ragiyandin źî, śilî nebariya.
Tenê źi seet piśtî 18 u nîvan pê va pićekî hurik bi hurik bariya. Paśê hindekî xurtir bu u dîsan birriya.
Lê dîsan źî hewa qendî doh germ bu.
Hîro hêć karê min yê wergerê tune bu.
Di seet duduyan da min dest bi sporta xwa ya roźane kir u heta seet heftê vê hêvarê berdewam kir: Pîskîlet haźotin, bez, bedenhêzî u pêgoog.

Li gorî ragiyandina nućeyekê cara yekem e ku di televîziyoneke tirkan ya bi navê Shov Tveyê da, di rêzefîlma «sedsala muhteśem» da navê Kurdistan’ê hatiye bi lêv kirin.
Em dest źi sedsalên berê yên di bin zilm u zordariya tirkên qewad da berbidin, werin ser sedsala 20an.
Piśtî ku kemalîzma faśîst u niźatperest derketiye holê u źi salên 1920an u vir da li ser milletê kurd barbariyeke nediyî ćêkiriye, kurdan wekî millet pirr li ber xwa daye.
Lê mixabin ku her carê źî kurd bi śikleke hovane hatinne binxistin.
Di navbera salên 1920 u 1940an da SÊ MÎLYON kurd hatinne kuśtin.
Bêguman ev heźmareke pirr mezin e.
Tirkan di navbera salên 1915 u 1918an da 1.5 mîlyon ermenî kuśtinn.
Hîtler berî u di dema śerê cîhanê yê duyem da 6 mîlyon cihu kuśtinn.
Tenê li Dêrsim’ê di sala 1940an da li dor sed hezar kesan hatinn kuśtin, śewitandin.
Bi sed hezaran kurd hatinn surgin kirin.
Di van sî u ćil salên dawiyê da dewleta tirkan kîmyeya milletê kurd tevda xera kir.
Pênc mîlyon kurd hatinn nefî kirin.
Ćar hezar gund bi erdê ra kirinn yek.
Kurd źiber belengaziyê ćunn li baźarên tirkan bi cih bunn u bunn koleyên sîstema tirkan ya faśîst u niźatperest.
Li hêlekê hemî heebunên milletê kurd hatinn tarumar kirin, li hêla din źî źibo tirkan hêzeke erzan ya karubêr derxistinn.
Yanî bi hezar śikil u śimalî kurd źibo tirkan bubun ćavkaniya dewlemendiyê...
Kultura kurdan ya hezar salan di bin lingên tirkan da kirinn pênc quruś.
Bêśik tiśtê ku tirk dîn u harr dikir, ew źî hîn li źiyanê mayîna zimanê kurdî bu.
Źibo vê yekê li hemî Kurdistan’ê dibistanên herêmî ava kirinn. Zarokên kurdan li van dibistanên leśkerî di nav ćerxa tirkî u tirkperestiyê ra derbaz kirinn, hîn źî vê bê navber didomînin.
Li ser kolan u malan peyîvîna kurdî źi binî va hatî bu berbirr/qedexe kirin.
Kesên ku bi kurdî dipeyîviyan, zilm u zordariyeke mezin didîtinn. Dihatinn kuśtin.
Her ćendî tirkan li hemberî zimanê kurdî śerekî pîs u zilimkar dayî bibunn dest pê kirin źî, zimanê kurdî bi tevayî źî źi holê ranebu.
Lê mixabin ku aniha źiber bê îdreqiya me kurdan bi lez u bez berbi xewa xwa ya dîrokî terre.
Berpirsiyarê vê yekê źî ne dewleta tirkan e, em kurd bi xwa ne.
Diźmin e, karê xwa dike. Dixwaze heebuna xwa bigire bin emniyetê. U vê źî tenê bi tunekirina zimanê kurdî dikane bike.
Hindî mêźiyên kurdan bunne wekî tenekeyeke vala. Înformasiyonên bi kurdî u kurdbunê va girêdayî, bi temamî źê hatinne derxistin. Li śunê źî yên tirkî u tirkbunê lê hatinne bar kirin.
Loma źî «zimanê kurdî» śertê heebun u tunebunê ye.
Ćênabe ku kesên bê kurdî di nav civata kurd da bibin berpirsiyar.
Bila qantirtiyê nekin u herrin bi lez hînî zimanê xwa kurdî bibin.
Heger bê ziman heebuna milletekî mumkun bibuya, me dikanî źi welatên pêśketî kesên kurdî nezan, lê źîrtir u zanatir bihaniya u bikira berpirsiyar.
Li gorî fikra min ewdê źi qantirên «esilkurd» hezar carî, mîlyon carî bi kêrtir bibunna.
Loma źî, bi kerema xwa, li ku dibe bila bibe, gava we qantirekî weha dît, hema bi lez kurtana tirkan lii wî/wê bixin.
Źibo ku bila qantirtiya xwa źi bîr nekin u nebin serok u wezîr li ser serê me rebenên xwadê.

SMSeke Ecêb Li Ba Xwarinê

Hîro nîvroyê min pêśta bi heyatim Apo ra li mensayê xwarinek xwar.
Paśê di seet 12:30an da min bê navber heta seet 16:15an werger kir.
Gava ez li mensayê li ba maseyekê li benda Apo bum, źi min ra SMSek hat.
Min lê mêze kir ku kesekî bi zimanê tirkan nućeyek śandiye u dixwaze min bibîne, loma źî ez dawetî vexwarina bîreyekê dikirim.
Lê nav tune bu.
Min źî wekî bersîv bi elmenî got, «bibore, ma tu kî yî?».
Got, «ne girîng e, bila suprîz bibe :)».
Paśê min got, «Ez bi tirkî napeyîvim. Bîrê źî venaxwim. Divêt ez heta seet 16:30yan kar bikim.».
Hîcar di bersîva xwa da got, «ma tu Śahîn nîn î? Pantola pembe ...».
Berê, yanî berî 15-20 salan, gava ez li Bern’ê bum, źi min ra digotinn Śahîn (= «Śarîn»).
Min dîsan got, «Herê, ez im, Śahîn’ê kurd.».
Di vê navê da ez rabum u ćum kêêr (= «kar-î).
Piśtî seetekê gava min lê nihêriya, dît ku ha dîsan SMSek hatiye.
Tê da digot, «bi dîn u îman ez ê pereyên bîreyan bidim haaa. Ma wexta te hîro hee ye?».
Pêra dîsan SMSek hat, «Ez im ez Śahîn, ez, Devrim.».
Ya raśt di serê min da źî carekê ew derbaz bubu...
Berî bîst salan gava ez li Bern’ê bum, Devrim u du birayên wê źi Tirkiyê bi hev ra hatî bunn cem diya xwa ya li Burgdorf’a li nêzîkî Bern’ê. Hingê ćend sal źi min pićuktir bunn.
Dirêź nekim. Paśê hevaltiyeke me ya baś bi hev ra ćêbubu. Lê piśtî śeś salan herdu birayên Devrim’ê vegerriyan Tirkiye’yê...
Gava min di îlona sala 2000an da bi pîskîletê qezeyeke berbat kir u ketim nexwaśxanê, Devrim carekê źî nehatî bu ba min. Ez pirr hêrs ketî bum. Helbet ez wê gavê li Zürich’ê bum.
Paśê têkiliyên me qut bunn. Di ser ra tam deh sal derbaz bunn. Haya me qet źi hevdu ćênebu.
Dema ku ez źi karê wergerrê derketim der, yekcar telefona min lêxist.
Devrim li hêla din bu. Źi min ra got, «Ez im Śahîn’ê min, ez. Ćawan î lo? Ma wexta te hee ye vê hêvarê? Heger hee bibe, ez ê telefonî hevala xwa bikim u bibêźim ez ê seetekê dereng werim. Te got ći, Śahîn’ê min?».
Ê ma ez ći bibêźim? Min got, «temam, heyatim.».
Me got em li Örlikon’ê li pêś Coop'ê werin ba hevdu.
Ez ćend deqqan berî wê li wir bum...
Carekê min mêze kir ku ha Devrim li wir sekiniye u lii min dinêre.
Ez berbi wê meśiyam.
Êêê, hesreta des/deh salan e. Cîgerim Devrim bi hêz xwa lii min pêća u berneda.
Paśê em bi hev ra ćunn restorenta li ba kolanê. Qendî seetek u nîv em li hêra runiśtinn.
Got, «Ma tu dizanî, ev ćar sal in ku ez zewicî me. Min ew li Tirkiyê nas kir. Lê ew naxwaze ku em li vir bimînin. Em aniha zêde kar dikin. Em dixwazin heta ćend salan hindekî pere daynîn serhev u vegerrin Tirkiyê. Dibe ku em herrin li Amed’ê bi cih bibin. Em ê li wir xaniyekî bikirrin. Lê wekî din em ê ći bikin u ćawa xwa îdare bikin, em nizanin. Ew des/deh salan di girîgehê da maye. Di nav PKKê da gêrîllatî kiriye. Gava ketiye hepsê, di hepsê da hînî kurdî źî buye ... Vê gavê ev salek e ku em li Zürich’ê ne ... Ev salek e ez lii te digerriyam. Min nekaniya telefona te bi dest bixim. Doh ez li Langstrasse'yê, li restorentekê rudiniśtim. Yekcar Polat di nav dêrî ra kete hundir u ću li ciyekî runiśt. Wî ez nas nekirim. Êêê, bîst salên bêdeng derbaz bunne. Paśê ez ćum ba wî u bi wî ra peyîviyam. Pêra-pêra ez nas kirim. Paśê gotina me ha ha dirêź bu heta nîvê śevê. Siyaseta kurdan pirr bi tundî rexne dikir. Ez pićekî pê hêśiyam ... Min telefona te źi wî girt. Got, heger dernekete telefonê, herre restorenta Römerblick'ê, xwadiyê wê hevalekî wî yê baś u zaroktiyê ye, ew dikane hariyariya xwa bide te ...».
Devrim li Freiburg'ê fîlozofî xwandî bu. Paśê rabuye sosyoloźî źî xwandiye. Aniha zî dest bi huquqê kiriye.
Ez bi xwa śahîdê vê yekê me, him Devrim, him źî xwang u birayên wê yên pićuk pirr źîr bunn. Tevda źî di sinifên xwa da kesên herî baś bunn. Xwanga wê di lîseyê da keća herî serketî bu. Herweha herdu birayên wê źî muhteśem bunn. Kêfa min gelekî bi wan ra dihat. Li gorî gotina Devrim’ê aniha herdu birayên wê li Tirkiyê mamostetiya zimanê elmenî dikirinne.
Min Devrim hindekî bi keder dît.
Dema ku ez lii ćavên wê dinêrim, eziyeteke mezin bii min digire. Pirr melul in.
Pirr cixare kiśand. Berê źî weha dikir.
Gava li ser wefata diya Eyśe u Zeynep'ê peyîviya, min mêze kir ku yekcar ćavên wê tevda śil bunn.
Lê źibo ku ez pê nehesim serê xwa berbi hêla raśtê ćerixand u dengê xwa birriya. Leriz di dengê wê da ćêbubu.
Źanek bii dilê min ket. Lê min nîśan neda.
Paśê em rabunn ser xwa. Ez heta stasyona Örlikon’ê pê ra ćum.
Wê dîsan ez bi hêz hembêz kirim.
«Ez ê di nêzîk da dîsan lii te bigerrim, Śahîn’ê min», got u ću.

Mittwoch, 15. Juni 2011

Ma We Qet Bihîstiye Ku Tirkek Hînî Kurdî Buyî Bibe, Hi?

Hema hema hîro li der hewayeke muhteśem hee bu.
Gelekî germ bu. Loma źî min qesî sê seetan sport kir.
Karê min yê hîro tenê du seet werger bunn u ewqes.
Helbet vê hêvarê qursa zimanê kurdî źî hee bu.
Lê hîro tenê Ronê hatî bu. Loma źî me bê kêmasî hemî leksiyon xelas kir.
Paśê em heta des/deh u nîvan bi hev ra runiśtinn. Me dîsan careke din serê xwa bi gelek tiśtan hêśand.
Ê tabî herre were miźara me vê carê źî ziman u kurd bi xwa bunn.
Źixwa gava ez kurdan tînim bîra xwa, taa bi min dikeve, dibim wekî gurê harr.
Pirrî caran ez lanetê lii kurdbuna xwa tînim.
Min di vê źiyana xwa da însanek yan źî milletekî wekî me kurdan bê îdreq nedîtiye.
Ev źî min feleket têśîne, źi min bombeyeke bê dem u wext ćêdike.
Ma ez meźbur bum ku wekî kurd ćêbibim, babam, ma meźbur bum, hi?
Bêguman ez bi eziyet u zehmetiyên ku li ser me kurdan hee ne aciz nabim, u pê nahêśim źî.
Tiśtê ku min aciz dike, dilê min pêdigire, diguviśe u li erdê dixe, xemsariya me kurdan e, xwa bi diźminê xwa va yekkirin e. Heziyek u sempatiyeke bê pîvan li diźî diźminê xwa dîtin e.
Xwa bi navê diźminê xwa îfade kirin e, xwa di kesayetiya diźminê xwa da dîtin e.
Ma bi serê dê u bavê we, kîźan millet xwa bi diźminê xwa va dike yek, kîźan?
Kîźan heywan vê bobelatiyê dike?
Kîźan nebat vê yekê dike?
Ma we ćend tirk dîtinne ku hînî zimanê kurdî bibin, hînî kultura kurd bibin, ćend heb, yabo qurbanino, ćend heb?
Tenê kesekî źî hun nas nakin, ne husan?
Ćima?
Źiber ku tirk śertên xwezayê bi kar tînin, yanî ew bi tunekirina me heebuna xwa dixin bin garantiyê.
Roźa ku tirkek asîmîle buye u buye kurd, aha wê roźê ew roź źibo tirkan roźeke bi zirar u ziyan e u dibe ku bibe destpêka dawiya heebuna tirktiyê źî.
Lê ez bi xwa hêć bawer nakim ku tirk desturê bidin ku ew roź roźekê were.

Melodiyên Zimanê Kurdî U Ferhat Tunć!

Welle hîro tiraliya min li asta herî źor bu.
Min heta piśtî nîvroyê wexta xwa li malê derbaz kir.
Paśê źibo seetek u nîvan ćum pîskîlet haźotinê.
Tabî min bez u bedenhêziya hîro tevda îhmal kir.
Tiśt nabe yaw. Ma ez meźbur im ku hertim xwa bidirrînim, anam babam, weyyy?

Ez dixwazim bi ćend gotinan li ser namzetê Dêrsim’ê yê bloka Ked u Aśtiyê, Ferhat Tunć, bisekinim.
Ez Ferhat Tunć ligel dengê wî źi salên 1987an u vir da nas dikim.
Hingê ez li Stembol’a «kurdan» bum. Źi herêma me ćend kes źi Elmenye’yê seba tatîlê hatî bunn Stembol’ê. Di erebeya wan da min cara yekem kasetek dîtî bu.
Wê kasetê bi melodiyên xwa pirr kêfa min hanî bu.
Min roźekê navê muzîkźenê di wê kasetê da źi wan pirsiya bu.
Lê aniha baś nayê bîra min, hingê cîgerim Ferhat Tunć naveke din bi kar taniya.
Piśtî wegera wan nasên min ya berbi Elmenye’yê, ez roźekê ćum gara otobusan. Li wir her cure kaset dihatinn firotin, hindek bi dizzî helbet.
Ez gelekî lêgeriyam. Lê dawiya dawîn min ew kaset dît u kirriya.
Kêfa min pirr pê hatî bu.
Di nav demeke kind da min hemî stranên di kasetê da źi ber kirî bunn.
Salek paśê ez derketî bum erdzemîna Ewrupe’yê. Helbet min him ew kaset u him źî hindek kasetên din yên ku min źi wan hez dikirinn, bi xwa ra girtî bunn. Hemî sermayeya min źî ew kasetana bunn.
Lêêê ...
Di dema rêwîtiya min ya rê da ez bi hêdîka li kurdbuna xwa hesiyam.
Zêde dem nebuhurî, ez têgêśtim ku zimanê min kurmancî ye.
Hîcar ez ketî bum nav arekî/agirekî sor, bi dîn u îman diśewitiyam.
Baś nezanîna zimanê kurdî di min da hêśeke pirr berbat ćêkirî bu. Hêdî zimanê kurdî ketî bu qirika min u dikir ku min bikuźe.
Lê min soz dayî bu xwa, ez ê bi lez u bez hînî zimanê dayika xwa bibuma. Hêdî ne śevan u ne źî roźan têrî min dikirinn ...
Ez bawer dikim di sala 1990an da piśtî ku min di ruhê xwa da śoreśeke kurdîn u Kurdistan’î ćêkir, min destê xwa źi hemî muzîkên bi zimanê tirkan śuśt u avit.
Źi wê roźê va ye ku min tenê kasetek źî bi zimanê tirkan nekirriye, herweha guhdar źî nekiriye. Min roźnameyeke bi zimanê tirkan nekirriye.
Bêguman ez ê heta dawiya źiyana xwa źî careke din bênamusiyeke weha nekim u zimanê tirkan nexim dil u mêźiyê xwa.
Bi serê diya min ya rehmetî bibe ku min gotin pirr dirêź kir. Ez wegerim ser mesela xwa.
Di warê muzîkê da Ferhat Tunć ti carî nekaniye muzîkeke baś ćêbike.
Di wan bîst u ćar salên dawiyê da tenê melodiyên muzîka zimanê kurdî bi awayekî pirr gundî wergerandiye zimanê tirkî u źibo xwa śund ćêkiriye.
Tevî ku ewqas siyasî tevdigerre źî, tenê roźekê źî qîmet nedaye zimanê xwa u hînî zimanê xwa nebuye.
Gava bi kurdî tiśtinên ecêb distrê, mîna kesekî Efrîka’yî u Ćîn’î kurdî di devê wî da dipelixîne u dike hevîrtirś.
Hîcar ez di cîddiyeta vî kesî ya siyasî da qesî gramekê źî tiśtekî semîmî nabînim.
Mêro di nav sîstema tirkan da wekî ćerxa asîmîlasiyonê ha ha milletê kurd bi wan stranên xwa yên erzan dihelîne u dike tirkên herî «dośirme».
Ferqa di navbera Îbrahîm Tatlises u Ferhat Tunć da ći ye hun dibêźin?
Yek bi navê ćepîtî u yê din źî bi navê xwa u tirkćîtiyê vî karî dike.
Baś e, encam ći ye?
Ew źî asîmîlasiyona milletê kurd e. Beśek źi kurdan xwa li nêzîkî Ferhat Tunć hîs dikin u stranên wî yên beredayî dixin serê xwa, yên din źî bi Îbo dikin vê yekê.
Ew kaseta Ferhat Tunć hîn źî li ba min e.
Lê bîst sal in ku li kîllerê ramediye.

Dienstag, 14. Juni 2011

Ćima Kurd Nikanin Wekî Kurdan Bifikirin U Hîs Bikin?

Hîro źî li Swîsre’yê herder tatîl bu.
Lê dîsan źî heta piśtî nîvroyê ez derneketim der.
Ez di seet sisiyan da ćum pîskîlet haźotinê. Mixabin ku di rê da baraneke hurik u germik dest pê kir.
Loma źî ez hema bii śun da vegerriyam. Heta malê hindekî śil bum, lê ne zêde.
Paśê hewayê dîsan veda. Hîcar min solên xwa pê kirinn u ćum bezê.
Di seet 18:30an da kećek źibo odeya Maura’yê hat ba me. Em demekê bi hevdu ra peyîviyan u pêra źî ew derket u ću.

Ez dixwazim bi ćend gotinên kurt hindekî li ser kurdên me elewî bisekinim.
Bêguman kurdên elewî u yêzdî bi baweriyên xwa pirr nêzîkî hevdu ne.
Lê kurdên yêzdî bi bîr u baweriya xwa źi me kurdên elewî bêtir bi koka xwa va girêdayî manne.
Źi źiyan, tevgerr, ćand u dînê yêzdiyan bêtir bêhna źiyan, tevgerr, ćand u dînê kurdan yê kevn tê.
Digel me elewiyan – tevî ku ez xwa wekî Zerdeśt’î qebul dikim u weha źî tevdigerrim – di van not salên dawiyê da ev elementên herî esasî yên ćanda kurd u Zerdeśt’iyê hema hema ligel handabunê ne.
Bêśik siyaseta dewleta tirkan ya niźatperest u faśîst di vî warî da pirr zor daye xwa ku kurdên elewî bi îslamiyetê va girê bide.
Digel komkuźiyê dîsan di dibistanên xwa yên herêmî da źî hemî îmkanên heeyî bi kar haniye, daku têkiliya kurdan ya bi ziman u kultura wan ya kevin u esasî va qut bike.
Ez vê hertim dibêźim, ez ê careke din li vir dubare u sêbare bikim.
Kurdê ku bi zimanê kurdî nizane, kultura kurdî nas nake, TI CARÌ NIKANE WEKÎ KURDEKÎ BIFIKIRE U HÎS BIKE.
Ev berbirrkeke/qanuneke herî esasî ya psîkoloźiya însanan e, qanuneke herî xwezayî ye u źibo hemî însnan u milliyetan źî derbaz dibe.
Mesela ez ti carî nikanim wekî yekî Efrîka’yî yan źî Ćîn’î bifikirim u hîs bikim. Źiber ku ez ne zimanê wan dizanim u ne źî kultura wan nas u hîs dikim.
Baś e, ćima kurd wekî tirkan difikirin u xwa wekî tirkan hîs dikin?
Źiber ku tirkan zimanê xwa bi zanetî u zorî lii me danne hîn kirin.
Źiber ku tirkan bi zanetî u zorî kultura xwa lii me danne hîn kirin.
Hîcar em kurd siyasî ći difikirin bifikirin, ti qîmeta xwa tun e.
Źiber ku tiśtê ku di mêźiyê me da qerarê dide, tenê înformasiyonên bar kirî ne.
Tirk źî vê yekê pirr baś dizanin.
Loma źî kurdê ku hînî zimanê xwa nabe, hînî kultura xwa nabe, ziman u kultura tirkan bi tundî red nake, tenê dikane bibe śarlatanek u sextekarekî tirkćî!
Aha, de hêsab li ba we ye cancîgerino.

Montag, 13. Juni 2011

Divêt Kurdên Elewî Bi Lez Partiyeke Kurdistan’î Orxenîze Bikin!

Dinê hîro gelekî germik u nermik bu.
Hewayeke pirr xwaśik li der hee bu.
Tevî vê źî min tenê qendî du seet u nîvan sport kir u xelas dînime îmanime.

Min hîro bi zêdeyî bala xwa dayî bu hilbiźartinên li Kurdistan u Tirkiye’yê.
Heta niha bloka kurdan 36 namzet derxistinne.
Bêguman li gorî heźmara berê zêdebunek hee ye.
Lê divêt zêdebuna heźmara namzetan me nexapîne.
Li gorî miqayase kirina berî heśt salan DTPê nekaniye derbikeve ser źi % 7ê.
Hertim di bin źi % 7ê da maye.
Di sala 2002an da: Źi % 6.22
Di sala 2005an da: Źi % 5.24 (bi śun da ćuye)
Di sala 2011an da: Źi % 6.63
Hîcar ći serkeftin di vê hilbiźartinê da hee ye, min hîć fam nekir.
Herre were di wan des/deh salên dawiyê da kurdan bedelên pirr mezin danne.
Lê hîn źî em xwa bi xwa li śuna xwa tendura xwa germ dikin.
Him źî bi propexendeyeke belaś u rezîl.
Bi taybetî źî halê Dêrsim’ê ne ti hal e. Teslîmî kemalîzma niźatperest u faśîst buye, yanî teslîm kirinne. Teslîmî tecawîzciya xwa kemalîzmê kirinne.
Bi vê aqilsiviktiyê ewdê kurd ti carî nikarî bibin gavekê pêśta herrin.
Siyaseta kurdan ya totalîter u faśîzan berpirsiyara vê bêbextiyê ye!
Li śuna ku siyasetvanên me kurdan li gorî ćand, bîr u bawerî u daxwazên millet tevbigerrin, ew radibin tevgerr u îdeoloźiyên beredayî bi serê milletê kurd da dikutin.
Ez qet fam nakim, ćawa dibe ku li Dêrsim’a ku hema hema qesî gundekî mezin e, CHP bi serdikeve, ev ći lanet u îllet e?!
Bivêt-nevêt, divêt bi lez di nav kurdên elewî da partiyeke kurdan ya Kurdistan’î were damezirandin.
Tiśtekî pirr heśkere ye, kurdên elewî xwa ti carî nêzîkî DTP u PKKê hîs nakin.
Ewdê heta hetayê źî bi vî hawî bimîne. Źiber ku me źi siyasetê fam nekiriye.
Gava meriv li gorî eraziyê pergalên/aletên xwa nehafirand, śansa meriv ya ku serbikeve, dibe wekî ćîroka hee bu tune bu.
Ev metod di xwezayê da źî eynen weha ye. Heywan u nebatên ku li gorî śertên xwa yên heeyî xwa naguherînin, tune dibin u terrin.
Loma źî divêt kurd bi lez partiyeke elewiyan ya Kurdistan’î pêk orxenîzebikin.
Nebuna partiyeke wilo kurdên elewî tevda źî kiriye duvika CHPê, yanî kiriye koleyê tecawîzciyê xwa.

Samstag, 11. Juni 2011

Li Hoteleke Serê Ćiyayekî Semînerek Źibo Ciwanên Elewî Yên Kurd

Min hîro bi awayekî pirr cihê dest bi roźa xwa kir.
Berî ćend roźan Burćîn'ê źi min pirsiya u got, «ma wexta te roźa paśîniyê/śemiyê hee ye ku tu werî li Flums’ê kampa Yekîtiya Ciwanên Elewî u źibo du seetan di derbarê bingeha baweriya elewiyan da haydariyan bidî ciwanan?».
Helbet min got «temam, ez ê werim.».
Gava wê ew pirs u daxwazî źi min kir, Apo źî ligel me bu. Apo źî xwast ku ez daxwaziya Burćîn’ê bînim cih.
Źiber vê yekê ez doh dîsan bi Burćîn’ê ra ketim têkiliyê.
Piśtî gotinên me yên bi vir u wir da, min got baśtir e ku ez sibehê zu rabibim u werim.
Lê Flums źi baźarê Zürich’ê gelekî dur e. Bi trênê hema hema qendî seetek u nîv dikiśîne.
Gava ez vê sibehê di seet pêncan da heśar bum – tevî ku min dixwast ez di seet śeśan da rabibim źî –, ez bi hêdîka rabum ser xwa.
Tevîhev ez tenê qesî ćar seetên bê rehet raketî bum. Loma źî ez gelekî westiyayî bum.
Paśê min xuruniya xwa kir. Piśtî xuruniyê, di seet śeś u nîvan da ez derketim der u ćum rawestoka tramvayê.
Di seet 07:12an trêna min rabu. Ez di seet 08:30an da li Flums’ê daketim.
Gava ez źi pêpelugên stasyonê berbi źor meśiyam u derketim źor, min mêze kir ku ha otobus źî li wir e.
Ez ê bi otobusê bićuma serê ćiyayê Felsenberg – Tannenboden Dorf’ê.
Li wê derê di hotelekê da źibo śêśt kesî śun rezerve kirinne.
Helbet piśtî 25 deqqan ez gêśtim rawestoka navnîśana xwa ya li serê ćiyê.
Lê min hotel nedît. Di terîfê da xeletiyek hatî bu kirin...
Źi niśkê va telefona min lêxist. Burćîn bu.
Paśê ew u hevaleke wê bi erebê hatinn u ez girtim.
Me pêśta xuruniyek kir – dîsan –.
Semînerê ewdê di seet desan/dehan da dest pê bikira. Lê bi 15 deqqan derengî me dest pê kir.
Min digel xwa pirtuka pêxember Zerdeśt «Avesta» ya bi nivîsa orîźînel, wergera Avesta’yê ya bi zimanê elmenî u ferhenga Avesta’yê źî birî bu.
Min qesî seetekê li ser elewiyan u bingeha baweriya elewiyan ya bi Avesta’yê va girêdayî, înformasiyon dann beśdarvanan.
Zimanê semînerê bi elmenî bu. Min got ez bi tirkî nizanim. Herweha Burćîn’ê źî di destpêkê da got mamoste Beghyanî bi tirkî napeyîve.
Di seet 11an da me źibo des/deh deqqan navber dayê.
Paśê me dest bi bersîvên pirsan kirinn.
Li gorî fikra min, semîner di atmosfereke baś da derbaz bu.
Heger ez śaś nebim, beśdarvan cara yekem bi śêwazeke weha bi raśtiyê va ru bi ru mayî bunn.
Piśtî ku me xelas kir, kećeke ciwan ya esiltirk hate ba min, źi min ra got, «qey min źî digot aniha ewê kesekî dîndar were u dîsan li ser xwadê bipeyîve. Kêfa min gelekî bi vegotinên we hat. Źibo min tiśtekî pirr nuh bu, spas dikim.».
Helbet di raśtiyê da ewê pîrek bihatî bibuye. Lê hindek astengî derketinne u źiber vê yekê źî nekaniye źi Tirkiyê were u beśdar bibe.
Yanî min ciyê pîrê me girt.
Bi giśtî, źi derî ćend heban, tevda źî kurdên elewî bunn, źi Erzingan, Sêwas, Dêrsim, Meraś u Toqat’ê bunn.
Pêra me xwarina xwa ya nîvroyê xwar.
Malbateke kurd ya ku keća xwa nuh hanî bu hotelê, ez bi xwa ra heta stasyona Flums’ê girtim. Ew źî źi baźarê min, źi Erzingan’ê bunne.
Gava ez gêśtim malê, seet 17 bu.
Pirr westiyayî bum. Loma źî min xwa qendî seetekê li ser cilan dirêź kir.
Li gorî fikra min, hemî beśdarvan źî xwadî dilekî pak bunn. Haya wan źi lîstikên sîstema tirkan ya niźatperest u faśîst tune bu. Lê mixabin ku ev însanên me yên kurd u elewî di destên ruviyên fêlbaz da bunne belengaz. Dilê min bi vê yekê pirr hêśiya.
Ez bi vê hêśê źî vegeriyam.

Freitag, 10. Juni 2011

Śêx Neqśîbendî U Fikirên Kurdistan’î

Êêê, hîro hewayeke xwaśik li der hee bu.
Lê dîsan źî ez heta seet dudu u nîvan źi malê derneketim der.
Tabî gava ez derketim źî, siyarî pîskîleta xwa bum u min qendî seetek u nîv îmana xwa kir teneke u vegeriyam.
Pêra ćum ciyê fîtnesê. Min qesî du seetan bez u bedenhêziya xwa źî ćêkir u hatim.
Êêê, gelekî westiyam ellawekîl.

Di nućeyên malperên kurdî da min haydariyek di derbarê Śêx Neqśîbendî’yê ku li Kurdistan’a Baśur dimîne da xwand.
Śêx Neqśîbendî dibêźe «bila murîdên me dengên xwa bidin bloka Ked U Aśtiyê».
Bêguman ev birryarek u tevgerreke pirr hêźa u Kurdistan’î ye.
Fikrên me ći dibin bila bibin, divêt em digel daxwazên xwa yên muśterek u maqul hertim werin ba hevdu.
Ti śik di vê yekê da nîn e, em źî însan in, em źî xwadî nêrînên cihê ne, em źî xwadî dînên/olên cihê ne, di nav me da źî komên civakî yên cihê hee ne.
Tiśtên ku neteweyekê pêk tînin źî ev cihêtiyên eslî ne.
Bêyî van cihêtiyên civakî u mîllî, ti millet nikane źibo heebuna xwa bingeheke bi hêz ćêbike, guhartinên pît u kêrhatî pêk bîne.
Di nav civatekê da dengên źi hev cihê ćiqes zêde bibin, pêśeroźa wê civatê źî ewqes bi ewleyî dibe.
Bêguman meriv u fikirên źi xwa bawer u însanên aqlî selîm tenê źi civakên weha dikarin derbikevin.
Lê mixabin ku me wekî millet di vî warî pirr xesar di nav civaka xwa da ćêkiriye.
Li hêlekê me li hemberî diźminên niźatperest u faśîst li ber xwa daye u li hêla din źî me xwa li wan śibandiye.
Me tehemula însanî ya di navbera xwa da źi binî va tarumar kiriye.
Bêguman bi vî hawî tevgerrîn kêfa diźminên me tîne, źiber ku ew hertim źi vê diźminatiya di nav milletê kurd da qezencên xwa zêdetir dikin, menfeetên xwa diparêzin ...
Loma źî her gotina ku di navbera kurdan da aśtî u yekîtiya mîllî bilind dike, lê xwadî derdikeve, hêźayî hurmet u rumeteke mezin e.
Bi vê mebestê ez Śêx Neqśîbendî źiber tevgerra wî ya Kurdistan’î pîroź dikim.
Bila xwadê emr u źiyaneke dirêź bide wî u fikirên wî!
Amîîîn!

Donnerstag, 9. Juni 2011

Ma Em Ê Di Bin Barê Zimanê Kurdî Da Bifetisin Yan Na?

Hewaya hîro źî wekî ya doh zêde dostanî nebu.
Digel vê źî min bi cîgerim Apo va źibo xwarina nîvroyê gotina xwa kir yek, daku em di seet 12:30an da li mensayê hevdu bibînin.
Gava ez li mensayê źibo xwarinê ketim dorê, min dît ku ha Apo źî li paś min e.
Paśê me xwarina xwa girt u ćunn li ciyekî vala runiśtin.
Piśtî xwarinê em rabunn u ćunn Lichthof’ê, źibo ku cîgerim Apo qehweyekê vebixwe u ez źî ćayekê bigirim.
Lê em hîro bi hev ra hîć li ser rewśa zimên nepeyîviyan.
Apo dixwast ku ćîroka hatina min ya Swîsre’yê źi min bibîze, tiśtên ku paśê li Swîsre’yê hatinne serê min ...
Tabî mêro bi vê źî nesekiniya, hîcar destê xwa heta zaroktiya min dirêź kir.
Gava pê hesiya ku ez di nav ći u kîźan belengaziyan ra derbaz bume u heta hîro hatime, hîn źî źi wê feqîrtiya zaroktiya xwa xelas nebume, hindekî li ber xwa ket.
Helbet gava ez hatim Swîsrey’ê, źi wê salê u pê va min hemî źiyana xwa li gorî zimanê kurdî orxenîze kiriye.
Di nav bîst u du salên buhurî da, min hemî enerźiya xwa di ber zimanê kurdî ra derbaz kir. Loma źî ez bêtir u bêtir feqîrtir bum.
Bi serê diya min ya rehmetî bibe ku, źiber vê yekê ez qesî gramekê źî pośman nîn im.
Bawer nakim ku roźekê ew pośmanî di min da ćêbibe źî.
Ez li źiyanê hiśtina zimanê kurdî, bi hemî pergalên heeyî źibo zimanê kurdî liberxwadayînê, wekî mîsyoneke xwa ya dîrokî dibînim.
Bi fikira min, karên cîddî tenê bi kesên cîddî dikanin pêk werin.
Dibe ku di ber vê yekê ra źiyana meriv źî bibuhure u herre, bêyî ku li paś xwa dengek yan źî peźnekê bihêle.
Bêguman, divêt meriv źiber karubarên talî karê xwa yê esil hedar neke.
Barê zimanê kurdî ewqes li ser piśta me giran buye ku, dike ku em bifetisin di binî da.
Dibe ku em bifetisin źî.
Qet nebe ewdê haya cîhanê źi fetisîna me ćêbibe.
U ew źî ne tiśtekî kêm e źibo dîrokê.

Sohbeta Źi Piśtî Qursa Zimanê Kurdî

Hîro eyameke berbat xwa li der li baa dikir.
Carinan śilî dibariya, carinan dibirriya.
Gava ez vê nîvroyê ćum karê wergerê, di rê da baranê ez hindekî śil kirim. Lê ne zêde bu yanî.
Źiber ku qursa zimanê kurdî vê hêvarê hee bu, ez dîsan meźburî derketim der.
Lê baran dîsan hurik bi hurik dibariya.
Loma źî min pîskîleta xwa girt destê xwa, bi tevî śemsiyeya di dest min da bi vî hawî meśiyam. Piśtî demekê ez dîsan li pîskîleta xwa siyar bum, min śemsiyeya xwa xiste nav destê xwa yê ćepê u heta zangehê ćum.
Piśtî xwarina xwa ya li mensayê ez raśteraśt ćum ber deriyê odeya qursê.
Em ê bi tevî beśdarvanan li wir bihatinna ba hevdu u paśê źî bićunna qafeteryeya zangehê, ango me yê li wir dersa kurdî bikira.
Hîro tevda ćar kes hatî bunn qursê.
Piśtî du seetan gava me dersa xwa xelas kir, em derketin der.
Ceren, Aynur u Selda'yê bi lez xatir źi min xastinn, bazdann u ćunn.
Lê ez u Ronya (tevî ku navê wê Nurśen e źî, ez źê ra bi kurdî dibêźim Ronya, yan źî Ronê) em hindekî bi hev ra peyîviyan. Di vê navê da gotina me ha ha xwa dirêź kir.
Feqîrê, nigên xwa śil kirî bu źiber baranê.
Piśtî seetekê wê got, «heger em herrin li hundir rubinin u tiśtekî vebixin, dê baśtir bibe. Te got ći?».
Lê me mêze kir ku qafeterye tê girtin. Dîsan źî Ronê źê pirsiya ka em dikanin tiśtekî vexwarinê bigirin yan na? Camêr got, «mixabin ku me źi zu va kase girtiye, hêdî em nikanin.».
Em dîsan derketin der u heta seet yekdesan/dewyekan bi hev ra peyîviyan.
Yanî me tam du seetan gotina xwa źi vir heta Kurdistan’ê dirêź kir.
Bi telaq me nekaniya ti meseleyan źî ćareser bikin.
Lê cara din xwadê mezin e, dibe ku em pêśta zimanê kurdî u paśê źî Kurdistan’ê azat bikin.
Nebêźin «cîgerim dîsan henekên xwa li me dike, haaa.».

Dienstag, 7. Juni 2011

Girîngiya Pirtukeke «Rêzimana Zimanê Kurdî»!

Wekî doh, hîro źî hewa pirr rind bu.
Loma źî min karê xwa yê sportê îhmal nekir. Digel vê min dîsan hîro du seetan werger źî kir.
Ez hîro hêvarî bi tevî Apo, Śefîk u Burćîn’ê ćum mensaya zangehê u me bi hev ra xwarina xwa xwar.
Piśtî ku me xwarin xelas kir, min mêze kir ku ha cîgerim Kyumars źî bi vir u wir da xwa li baa dike u tê.
Tabî Kyumars’ê me kurdekî soranekan e u śur simbêlê wî nabirre dînime îmanime. Lê aniha têza xwa dinivîsîne. Xwadê hee ye, îmana wî tevda buye wekî śorbeya nîskê u ha ha xwî dide.
Ê helbet min got, law werin em hêrîśeke qerase bi ser vî sorenekanê me da bikin u îmana vî bikin teneke u bidin qerećiyan, bila ew źî vî bifirośin u xelas.
Lê babam ćênebu.
Cîgerim Kyumars yekcar ala xwa ya spî bilind kir u got «biźî qardaślix lo!» (yanî «biźî birayetî lo!»).
Êêê hun źî dibînin, hêdî em «birayetîyê» naxwazin, «qardaślixê» dixwazin yaw.

Ev sê roź in ku Apo îmana min dike teneke.
Camêro ketiye qirika min u hew. Pirr bi ser min da tê.
Dibêźe, «divêt tu pirtukeke rêzimana zimanê kurdî» binivîsînî.
Bêguman heqqê wî di derbarê pirtukên rêzimana kurdî da hee ye.
Halî hazir hemî pirtukên ku li ser bazarê ne, tevda źî bi xeletiyên mezin tîźî ne.
Bawer bikin ku bi zêdeyî haya van kesên ku ew pirtuk amade kirinne u weśandinne, źi rêzimana kurdî tun e.
Źixwa kultureke gelemperî ya zimannasiyê meriv hew dikane di van mêrên qerase da bibîne.
Tabî di warê kultura giśtî da źî asta pîvanê li binê berośê dixe.
Ez hîć nikanim van camêran fam bikim, bi ći u kîźan wêrekiyê radibin u bi tiśtekî wilo girîng yê akademîk va muźil dibin?
Gelo haya van qet źê tun e ku, meseleya zimên yeke pirr kompleks e?
Ma haya van camêran źê nîn e ku, zimannasî źî wekî zanyariyên din zeryayeke bê ber u binî ye?
Helbet ez źî baś dizanim ku nebuna kêmasiya «pirtukeke rêzimana zimanê kurdî» hee ye.
Lê karekî wilo źî tiśtekî pirr cîddî ye. Źibo vî karî wexteke pirr dur u dirêź dixwaze.
Tevî ku min źi cîgerim Apo ra got «na, ez nikanim» źî, Apo naxwaze ku min rehet berbide.
Bi dêhna Apo, kesekî duyem yê/ya ku bikare pirtukeke têkuz źibo rêzimana kurdî amade bike źî, mixabin tun e.

Weylooo, Yekkirina Zimanê Kurdî U Soranekanên Me

Hîro hewayeke xwaśik li der hee bu.
Lê dîsan źî min qendî ćar seetan werger kir.
Gava di seet pêncan da vegeriyam malê, ez bi lez ćun ciyê fîtnesê u min seetek sporta xwa ya bedenhêziyê ćêkir u hatim malê.
Li ba fîtnesê min du hevalên xwa yên berê źî dîtinn.
Helbet nêzîkî bîst deqqan źî bi wan ra axiviyam.
Min hîro ne pîskîlet haźot u ne źî ćum bezê.
Źiber ku carcarinan bêhnvedanek dayîn źibo bedena meriv pirr girîng e.

Min hîro di nućeyan da nućeyek di derbarê zimanê kurdî da xwand.
Birêz Mesut Barzanî gotiye «ez ê zimanê kurdî bikim yek».
Derew yan źî raśt, di nućeyan da bi vî hawî dihat ragiyandin.
Bêguman di derbarê ragiyandina nućeyan da malperên bi zimanê kurdî pirr nezan in, haya camêran źî źi zimên tun e. Têgêźên/têgîhên zimanî hew dikanin bi raśtî bi kar bînin.
Cihêtiya di navbera kiryaran da nikanin têbigêźin.
Źixwa mebestên siyasî qesî gramekê źî fam nakin, herkes her tiśtî li gorî têgêśtina xwa ya telef u beredayî źi nuh va śîrove dike u diweśîne.
Lê digel vê śîrovekirinê źî zimanekî pirr berbat bi kar tînin.
Źixwa rêzimana zimanê kurdî meriv hêdî qet nas nake di destên van camêran da.
Ya raśt meseleya me ne ev bu.
Ez bi xwa nizanim ku ewdê birêz M. Barzanî vê yekê ćawan bike.
Di raśtiyê da gotineke wilo min pirr aciz dike u têśîne źî.
Gelo ewdê vê yekkirinê bi ći pêk bîne/bînin?
Ma ewdê bi tunekirina zaraveyên kurdî yên źi derî soranî vê pêk bîne/bînin?
Ćênabe ku meriv zaraveyekê di ser zaraveyên din ra bigire, zaraveyên din yên ku ev hezar sal in wekî emanet gêśtinne hîro, werin tunekirin.
Di hemî zarave u devokên kurdî da kultureke hezar salan veśartiye.
Zirar u ziyana ku bi tunekirina van zarave u devokan li kurdî u kultura kurd were kirin, bê sînor e.
Bêśik li ser van zarave u devokên mewcud divêt her zarave were pêśxistin.
Piśtî ku van dendikan zîl vedan u mezin bun u bun darên bi hêz, berhemên xwa dann, hîcar ći ćawan diguhere u dibe ći, aîdî pêśeroźê ye.
Di sêrî da divêt hukumeta li Baśur zilma li ser kurmancî u hewramanî rabike, elfebeya latînî bike nav perwerdeyiyê.
Kes zarok nîn e ku bi van ćîrokên ćîvanokîn were xapandin.
Herweha zikê me źî gelekî têr e ez dibêźim.

Sonntag, 5. Juni 2011

Cîgerim D. A. Maradona Dîsan Hêrs Ketiye

Ev du roź in ku li Zürich’ê heywayeke pirr xwaś hee ye.
Millet xwa tevda berdaye ćolê.
Ti gotin nikane xwa bi ser kêfa millet ra li baa bike.
Hîsal źi biharê va ye ku hawîrdor pirr xwaś e.
Helbet di raśtiyê da hewaya li Ewrupe’yê pirr berbat e, qet nayê kiśandin.
Lê hîcar, hîsal zarên me duśeś hatinne.
Xwadê bike ev hewaya xwaśik vê havînê źî li me were rehmê u ramana xwa neguhere u neke śilî u śepal.
Tabî digel hewayeke husan agirpêketî îhmalkirina sportê qet tiśtekî baś nîn e.
Loma źî ez him doh u him źî hîro ćum pîskîlet haźotin u bezê.

Ez dixwazim hîro li ser vegotineke googbazê bi nav u deng Diego A. Maradona bisekinim.
Gava ez hîn pićuk bum, min navê wî bihîstî bu.
Herkes li ser wî dipeyîviya.
Źiber ku hingê li ba herkesî televîzyon tune bu, min qet îmkan nedîtî bu ku li maćeke wî mêze bikim.
Tenê źibo carekê min u ćend hevalên zaroktiya min, me bi hev ra di nav cama qewhexanê ra li maćekê nêriya bu.
Lê ew źî pirr bi eziyet bubu. Xwadiyê qewhexanê źi me aciz dibu, nedixwast ku em li ber camê bisekinin.
Ya raśt, derdê wî firotina ćayan bu. Lê mixabin ku pereyên me tune bun. Loma źî îmkana me ya ku bikevin hundir u herrin li ciyekî rubinin, tiśtekî durî aqilan bu.
Hingê ez googbazekî pirr menśur bum. Tevî ku ev bîst u du salan zêdetir e ez źi welêt derketime, carcarinan hindek kes źi min ra dibêźin, «navê te hîn źî nehatiye źi bîr kirin. Gava mirov li ser pêgoogê dipeyîve, yekcar navê te wekî efsane terre u tê.».
Lê bila mala bêxwadîtiyê xera bibe u wesselam.
Min wê gavê soz dayî bu xwa ku ez ê źi Maradona deh caran baśtir googê bilîzim ...
Ez werin ser miźara xwa ya bingehîn.
Bêśik Maradona googbazekî dahiyane bu. Lê her ćendî ew di karê xwa da wekî googbaz serketî bubu źî, di warê tevgerrîna wî ya bi sîstemê ra, ewqes źî ne źîrek bu.
Loma źî serê wî ti carî źi belayan xelas nebuye u nabe.
Sala ćuyî bi taximeke pirr xirab tev li pêśbirka pêgoogê ya cîhanê bu.
Tê gotin ku Maradona li śêfê FIFAyê, Sepp Blatter, rexneyên tuź kiriye.
Ez nabêźim tiśtên ku haniye zimên derew in.
Lê mesele ne ew e. Mesele derew nekirina wî ye.
Ez carcarinan Sepp Blatter li restoranta hevalê xwa Newzat dibînim. Mêro heftê carekê yan źî du caran tê li wir xwarina xwa dixwe.
Carekê pirtukeke FIFAyê źî diyarî wî kiriye. Di wê pirtukê da Kurdistan źî li ser nexśa cîhanê hatiye nîśandayîn. Li Tirkiyê zimanên resmî wekî kurdî u tirkî tê da hatinne dayîn.
Loma źî tirkan bi lez u bez FIFA protest kirî bun.
Źiber ku camêrên FIFAyê dîplomatên bavê xwa ne, źi tirkan ra gotinne, biborin law, li ćapxaneya me ya Londre’yê xeletiyek ćêbuye.
Welle di tiśtên bê ćeftî da źibo me kurdan tiśtekî bi xêr dernakeve, loma źî baśtir e ku hertim tiśtên bi xelet ćêbibin. Yan naaa, kes serê xwa bi halê me nahêśîne ellawekîl.

Freitag, 3. Juni 2011

Xewna Rêwîtiya Berbi Kurdistan’a Azat

Min hîro źi derî sporta xwa ya roźane ti tiśtekî din nekir.
Tevî ku hîro wexta min hee bu źî, digel sporta min dîsan źî źiber wextê hindekî stres ćêbu.
Ya raśt kêm-zêde hertim eynî tirśik e.
Helbet divêt ligel sportê hindekî stres hee bibe, yan naaa, ewdê merî li śuna xwa rabikeve.
Ćiqes adrenalîn bilind bibe, ewqes źî merî bi kelecan sporta xwa dike.
Tabî hîro qet karê min yê wergerê źî tune bu.
Lê ewdê destpêka hefteya tê dîsan dest bi teq u reqên qerase bike.

Ev ćend hefte ne ku ez u bavê min pićekî ketinne gewriya hevdu.
Min u bavê min, me ev bîst du sal in ku hevdu nedîtiye.
Dewleta tirkan ya niźatperest u faśîst rê nade ku ez bi rehetî herrim Kurdistan’ê.
Źiber hindê ev ćend meh in ku ez dixwazim bavê xwa qanî bikim, daku bila ew vê payîzê bi tevî birayê min yê mezin were Kurdistan’a Baśur.
Min got ez ê źi vir werim wir, em ê qesî heftekê yan źî deh roźan wexta xwa bi hev ra derbaz bikin.
Her ćendî di destpêkê da bê birryar bibu źî, paśê fikra xwa guhart u got «ćênabe, divêt tu werî vira.».
Aniha vê gavê bi hemî lîstikên heeyî u tuneyî dixwazim ku wî bînim ser îmanê.
Lê babam bavê min źî bav e haaa.
Bi sê telaqên bê fitu, mêro tam wekî mêrê berê yê ćê ye.
Źi gotin u fikira xwa mîlîmêtroyekê źî danakeve źêr.
Bi serê diya min ya rehmetî bibe ku, hindî nizanim ku ez ê ći bikim.
Ê tabî bavê min aniha di ser salên nodî ra ye, źi nermî, guhartin, rindî u gefxwarinan zêde fam nake.
Bike źî qet xema wî nîn e.
Carinan bi henekî źê ra dibêźim, «de hele tu baś qaytî xwa bike, ku ez hatim em ê bi hev ra guleśeke mezin bigirin haaa.».
Li min dikenne u dibêźe «de tu were źî ya din mesele nîn e, cîgerim, hahahaaa.».
Helbet li hêla din źî ez dixwazim di źiyana xwa da cara yekem Kurdistan’a azat bibînim.
Di bin ala Kurdistan’ê da kêfa hezar salan derbixim.
Hestên Kurdistan’î biźîm, hewaya Kurdistan’a qedîm bikiśînim nav xwa.
Ava Kurdistan’ê vebixwim.
Ev xeyaleke min ya pirr mezin e.

Donnerstag, 2. Juni 2011

Ćima Ermenîstan Li Hemberî Kurdan U Kurdistan’ê Ewqes Ćavxwînî Ye?!

Hîro li Zürich’ê tatîla mesîhiyan hee bu.
Loma źî karê min hîro qet ćênebu.
Hewayeke girtî hee bu, kêm-zêde germayiya hewayê li dor 20 pileyan bu.
Yanî serma tune bu. Lê germeke husan bi helak źî tune bu.
Di seet sê u nîvan da ćum pîskîlet haźotinê. Paśê qendî nîv seetî beziyam u hatim.
Hîro ćar kes źibo ku odeya Maura’yê bibînin u kire bikin hatin mala me.
Ka em binêrin em ê ći bikin.

Berî du roźan min di hindek malperên bi kurdî da nućeyek li ser kurdên Êzdî yên li Ermenîstan’ê dît.
Bê guman ev bîst sal in ku ez kêm-zêde li ser kurdên li Ermenîstan’ê nućeyên bi vî hawî dibînim.
Miźara hemî nivîsan źî bi siyaseta Ermenîstan’ê ya li diźî kurdan va girêdayî ye.
Li Ermenîstan’ê bi zêdeyî kurdên Êzdî bi cih in.
Lê dewleta Ermenîstan’ê mixabin ku li hemberî kurdan bi siyaseteke pirr bê bext tevdigerre.
Sîstema dewleta Ermenîstan’ê bi hemî derfetên xwa propexendeya ne kurdbuna Êzdiyan dike.
Siyaseteke pirr fêlbaz u fêtnebaz li diźî kurdên Êzdî dide meśandin.
Bi hemî astengiyên huquqî u siyasî rê li ber kurdan u kurdên Êzdî digirin.
Bernadin ku kurd li Ermenîstan’ê wekî civak pêśta bikevin, civata xwa orxenîze bikin u li gorî edetên xwa źiyana xwa berdewam bikin.
Li hêla din bernadin ku kurd bi zimanê xwa perwerdeyiyê bikin, zimanê kurdî źi mirinê xelas bikin.
Herweha bi derfetên dewleta xwa ya niźatperest u faśîst ći źi destê wan tê, dikin, źibo ku kurdên Êzdî eslê xwa bi ermenan va girê bidin.
Yanî camêran sond xwarinne, bi ći hawî dibe bila bibe, divêt kurdên Êzdî dest źi kurdbuna xwa berbidin.
Tevî ku milletê kurd gava tirkan di dema śerê cîhanê yê yekem da qirra ermenan taniyan, gelekî hariyariya xwa dayî bu ermenan.
Gelek ermen bi saya malbatên kurdan hatî bunn xelas kirin.
Lê mixabin ku ermenan di nav van not salên dawîn da berê raśtiyê guhartinn u nefreta xwa ya li diźî tirkan tavêźin ser milletê kurd yê ku hîn źî di bin zilm u zordariya tirk, faris u erebên niźatperest u faśîst da dinalin.
Tiśtê heśkere ew e: Îdeoloźiya dewleta Ermenîstan’ê bi hemî dezgehên xwa li diźî heebuna Kurdistan’eke serbixwa ye.
Loma Ermenîstan li hemberî Kurdistan’a Baśur ewqas aciz e, heger źi destê wan bêt, ewdê berî tirk, ereb u farisan vî perćeyê pićuk yê Kurdistan’ê di śevekê da tarumar bikin.
Hîcar hêsab li ba we gelî hevalino.