Freitag, 17. Juni 2011

SMSeke Ecêb Li Ba Xwarinê

Hîro nîvroyê min pêśta bi heyatim Apo ra li mensayê xwarinek xwar.
Paśê di seet 12:30an da min bê navber heta seet 16:15an werger kir.
Gava ez li mensayê li ba maseyekê li benda Apo bum, źi min ra SMSek hat.
Min lê mêze kir ku kesekî bi zimanê tirkan nućeyek śandiye u dixwaze min bibîne, loma źî ez dawetî vexwarina bîreyekê dikirim.
Lê nav tune bu.
Min źî wekî bersîv bi elmenî got, «bibore, ma tu kî yî?».
Got, «ne girîng e, bila suprîz bibe :)».
Paśê min got, «Ez bi tirkî napeyîvim. Bîrê źî venaxwim. Divêt ez heta seet 16:30yan kar bikim.».
Hîcar di bersîva xwa da got, «ma tu Śahîn nîn î? Pantola pembe ...».
Berê, yanî berî 15-20 salan, gava ez li Bern’ê bum, źi min ra digotinn Śahîn (= «Śarîn»).
Min dîsan got, «Herê, ez im, Śahîn’ê kurd.».
Di vê navê da ez rabum u ćum kêêr (= «kar-î).
Piśtî seetekê gava min lê nihêriya, dît ku ha dîsan SMSek hatiye.
Tê da digot, «bi dîn u îman ez ê pereyên bîreyan bidim haaa. Ma wexta te hîro hee ye?».
Pêra dîsan SMSek hat, «Ez im ez Śahîn, ez, Devrim.».
Ya raśt di serê min da źî carekê ew derbaz bubu...
Berî bîst salan gava ez li Bern’ê bum, Devrim u du birayên wê źi Tirkiyê bi hev ra hatî bunn cem diya xwa ya li Burgdorf’a li nêzîkî Bern’ê. Hingê ćend sal źi min pićuktir bunn.
Dirêź nekim. Paśê hevaltiyeke me ya baś bi hev ra ćêbubu. Lê piśtî śeś salan herdu birayên Devrim’ê vegerriyan Tirkiye’yê...
Gava min di îlona sala 2000an da bi pîskîletê qezeyeke berbat kir u ketim nexwaśxanê, Devrim carekê źî nehatî bu ba min. Ez pirr hêrs ketî bum. Helbet ez wê gavê li Zürich’ê bum.
Paśê têkiliyên me qut bunn. Di ser ra tam deh sal derbaz bunn. Haya me qet źi hevdu ćênebu.
Dema ku ez źi karê wergerrê derketim der, yekcar telefona min lêxist.
Devrim li hêla din bu. Źi min ra got, «Ez im Śahîn’ê min, ez. Ćawan î lo? Ma wexta te hee ye vê hêvarê? Heger hee bibe, ez ê telefonî hevala xwa bikim u bibêźim ez ê seetekê dereng werim. Te got ći, Śahîn’ê min?».
Ê ma ez ći bibêźim? Min got, «temam, heyatim.».
Me got em li Örlikon’ê li pêś Coop'ê werin ba hevdu.
Ez ćend deqqan berî wê li wir bum...
Carekê min mêze kir ku ha Devrim li wir sekiniye u lii min dinêre.
Ez berbi wê meśiyam.
Êêê, hesreta des/deh salan e. Cîgerim Devrim bi hêz xwa lii min pêća u berneda.
Paśê em bi hev ra ćunn restorenta li ba kolanê. Qendî seetek u nîv em li hêra runiśtinn.
Got, «Ma tu dizanî, ev ćar sal in ku ez zewicî me. Min ew li Tirkiyê nas kir. Lê ew naxwaze ku em li vir bimînin. Em aniha zêde kar dikin. Em dixwazin heta ćend salan hindekî pere daynîn serhev u vegerrin Tirkiyê. Dibe ku em herrin li Amed’ê bi cih bibin. Em ê li wir xaniyekî bikirrin. Lê wekî din em ê ći bikin u ćawa xwa îdare bikin, em nizanin. Ew des/deh salan di girîgehê da maye. Di nav PKKê da gêrîllatî kiriye. Gava ketiye hepsê, di hepsê da hînî kurdî źî buye ... Vê gavê ev salek e ku em li Zürich’ê ne ... Ev salek e ez lii te digerriyam. Min nekaniya telefona te bi dest bixim. Doh ez li Langstrasse'yê, li restorentekê rudiniśtim. Yekcar Polat di nav dêrî ra kete hundir u ću li ciyekî runiśt. Wî ez nas nekirim. Êêê, bîst salên bêdeng derbaz bunne. Paśê ez ćum ba wî u bi wî ra peyîviyam. Pêra-pêra ez nas kirim. Paśê gotina me ha ha dirêź bu heta nîvê śevê. Siyaseta kurdan pirr bi tundî rexne dikir. Ez pićekî pê hêśiyam ... Min telefona te źi wî girt. Got, heger dernekete telefonê, herre restorenta Römerblick'ê, xwadiyê wê hevalekî wî yê baś u zaroktiyê ye, ew dikane hariyariya xwa bide te ...».
Devrim li Freiburg'ê fîlozofî xwandî bu. Paśê rabuye sosyoloźî źî xwandiye. Aniha zî dest bi huquqê kiriye.
Ez bi xwa śahîdê vê yekê me, him Devrim, him źî xwang u birayên wê yên pićuk pirr źîr bunn. Tevda źî di sinifên xwa da kesên herî baś bunn. Xwanga wê di lîseyê da keća herî serketî bu. Herweha herdu birayên wê źî muhteśem bunn. Kêfa min gelekî bi wan ra dihat. Li gorî gotina Devrim’ê aniha herdu birayên wê li Tirkiyê mamostetiya zimanê elmenî dikirinne.
Min Devrim hindekî bi keder dît.
Dema ku ez lii ćavên wê dinêrim, eziyeteke mezin bii min digire. Pirr melul in.
Pirr cixare kiśand. Berê źî weha dikir.
Gava li ser wefata diya Eyśe u Zeynep'ê peyîviya, min mêze kir ku yekcar ćavên wê tevda śil bunn.
Lê źibo ku ez pê nehesim serê xwa berbi hêla raśtê ćerixand u dengê xwa birriya. Leriz di dengê wê da ćêbubu.
Źanek bii dilê min ket. Lê min nîśan neda.
Paśê em rabunn ser xwa. Ez heta stasyona Örlikon’ê pê ra ćum.
Wê dîsan ez bi hêz hembêz kirim.
«Ez ê di nêzîk da dîsan lii te bigerrim, Śahîn’ê min», got u ću.

Keine Kommentare: