Min hîro bi awayekî pirr cihê dest bi roźa xwa kir.
Berî ćend roźan Burćîn'ê źi min pirsiya u got, «ma wexta te roźa paśîniyê/śemiyê hee ye ku tu werî li Flums’ê kampa Yekîtiya Ciwanên Elewî u źibo du seetan di derbarê bingeha baweriya elewiyan da haydariyan bidî ciwanan?».
Helbet min got «temam, ez ê werim.».
Gava wê ew pirs u daxwazî źi min kir, Apo źî ligel me bu. Apo źî xwast ku ez daxwaziya Burćîn’ê bînim cih.
Źiber vê yekê ez doh dîsan bi Burćîn’ê ra ketim têkiliyê.
Piśtî gotinên me yên bi vir u wir da, min got baśtir e ku ez sibehê zu rabibim u werim.
Lê Flums źi baźarê Zürich’ê gelekî dur e. Bi trênê hema hema qendî seetek u nîv dikiśîne.
Gava ez vê sibehê di seet pêncan da heśar bum – tevî ku min dixwast ez di seet śeśan da rabibim źî –, ez bi hêdîka rabum ser xwa.
Tevîhev ez tenê qesî ćar seetên bê rehet raketî bum. Loma źî ez gelekî westiyayî bum.
Paśê min xuruniya xwa kir. Piśtî xuruniyê, di seet śeś u nîvan da ez derketim der u ćum rawestoka tramvayê.
Di seet 07:12an trêna min rabu. Ez di seet 08:30an da li Flums’ê daketim.
Gava ez źi pêpelugên stasyonê berbi źor meśiyam u derketim źor, min mêze kir ku ha otobus źî li wir e.
Ez ê bi otobusê bićuma serê ćiyayê Felsenberg – Tannenboden Dorf’ê.
Li wê derê di hotelekê da źibo śêśt kesî śun rezerve kirinne.
Helbet piśtî 25 deqqan ez gêśtim rawestoka navnîśana xwa ya li serê ćiyê.
Lê min hotel nedît. Di terîfê da xeletiyek hatî bu kirin...
Źi niśkê va telefona min lêxist. Burćîn bu.
Paśê ew u hevaleke wê bi erebê hatinn u ez girtim.
Me pêśta xuruniyek kir – dîsan –.
Semînerê ewdê di seet desan/dehan da dest pê bikira. Lê bi 15 deqqan derengî me dest pê kir.
Min digel xwa pirtuka pêxember Zerdeśt «Avesta» ya bi nivîsa orîźînel, wergera Avesta’yê ya bi zimanê elmenî u ferhenga Avesta’yê źî birî bu.
Min qesî seetekê li ser elewiyan u bingeha baweriya elewiyan ya bi Avesta’yê va girêdayî, înformasiyon dann beśdarvanan.
Zimanê semînerê bi elmenî bu. Min got ez bi tirkî nizanim. Herweha Burćîn’ê źî di destpêkê da got mamoste Beghyanî bi tirkî napeyîve.
Di seet 11an da me źibo des/deh deqqan navber dayê.
Paśê me dest bi bersîvên pirsan kirinn.
Li gorî fikra min, semîner di atmosfereke baś da derbaz bu.
Heger ez śaś nebim, beśdarvan cara yekem bi śêwazeke weha bi raśtiyê va ru bi ru mayî bunn.
Piśtî ku me xelas kir, kećeke ciwan ya esiltirk hate ba min, źi min ra got, «qey min źî digot aniha ewê kesekî dîndar were u dîsan li ser xwadê bipeyîve. Kêfa min gelekî bi vegotinên we hat. Źibo min tiśtekî pirr nuh bu, spas dikim.».
Helbet di raśtiyê da ewê pîrek bihatî bibuye. Lê hindek astengî derketinne u źiber vê yekê źî nekaniye źi Tirkiyê were u beśdar bibe.
Yanî min ciyê pîrê me girt.
Bi giśtî, źi derî ćend heban, tevda źî kurdên elewî bunn, źi Erzingan, Sêwas, Dêrsim, Meraś u Toqat’ê bunn.
Pêra me xwarina xwa ya nîvroyê xwar.
Malbateke kurd ya ku keća xwa nuh hanî bu hotelê, ez bi xwa ra heta stasyona Flums’ê girtim. Ew źî źi baźarê min, źi Erzingan’ê bunne.
Gava ez gêśtim malê, seet 17 bu.
Pirr westiyayî bum. Loma źî min xwa qendî seetekê li ser cilan dirêź kir.
Li gorî fikra min, hemî beśdarvan źî xwadî dilekî pak bunn. Haya wan źi lîstikên sîstema tirkan ya niźatperest u faśîst tune bu. Lê mixabin ku ev însanên me yên kurd u elewî di destên ruviyên fêlbaz da bunne belengaz. Dilê min bi vê yekê pirr hêśiya.
Ez bi vê hêśê źî vegeriyam.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen