Dienstag, 30. September 2014

Dibistana Bi Kurdî U Polêsên Tirk

Kurdino!
Ev polêsên tirkên pînc li ber deriyê DIBISTANa bi ZMANê KURDÎ ći dikin?
Ez bibêźim!
Rê li ber zmanê kurdî digirin!
Ê ćima rê li ber kurdiya ku felc kirine, digirin?
Ditirsin ku zmanê kurdî ewê li heftê u heft ecdadê wan 'ne, loma!

Kurdino!
Tirk tên di welatê te da dibistanên bi zmanî te KURDÎ qedexe dikin.
Ê be hey "kurdên rezîl", ćima hun ranabin rê li ber dibistanên bi zmanê tirkiya tecawîzkar nagirin?!


Pînc U Dîn

Ez źi xwa dipirsim u dibêźim, gava pînc dibin bi dîn, ći dibe?



Montag, 22. September 2014

Rev U Vegerr -8-


Tevî ku li balafirgeha Stembol’ê girêdana têlefona min ćênebuyî bu źî, min bê hemdî careke din têlefona xwa ya di nav turikê da derxist u lê nêriya.
Va ye girêdan ćêbuyî bu. Ćima u kengê, nizanim.

Min li têlefona kekê xwa daa. Kekê min li hêla din ya têlefonê pićekî bi qehr, «Yaw tu ćima têlefonê venekî, va ye ćend seet in ez bê navber li te digerrim, hindek maa ku ez li śuna balafirgeha Îzmîr’ê berê xwa bidim balafirgeha Stembol’ê. Źixwa bavê min źi doh va ye ku źi Erzingan’ê ha ha têlefon dike, di nav telaś u tirseke beloq da xwa dixwe ...».

Min zêde drêź nekir, «Bibore keko, girêdan ćênebu. Balafir źî gelekî dereng li balafirgeha Stembol’ê daket, wext nebu ku li ćareyeke din bigerrim. Bi zorê, tam di deqqeya dawiyê da ez gêśtim balafira Îzmîr’ê. Aniha ez li balafirgeha Îzmîr’ê me, derketime salonê. Źi bacgehê derbaz bum», got.

«Ćavê mino, źi berî nîv seetî Cem źi Stembol’ê têlefonî me kir u got apê min hatiye li Stembol’ê daketiye u paśê źî li balafira Îzmîr’ê sîwar buye. Berpirsiyarên fîrmeyê demeke drêź nexwastine înformesiyonan bidine Cem, lê źi piśtî ku wî nimroya kerta pangê ya xwa daye wan u îspat kiriye ku ew bilêta te wî bi kerta xwa ya pangê rezerve kiriye u tu apê wî yî, hingê źê ra gotine ew śexs vê gavê di nav balafira berbi Îzmîr’ê da ye. Źi piśtî ku Cem bi me ra kete têkiliyê u got tu di nav balafira Îzmîr’ê da yî, em bi lez derketin rê.»

Ez têgêśtim ku tirseke mezin di nav malê da xwa li ba kiriye.

«Beghyanî, hîn riya me heta Îzmîr’ê dur e, em źi berî bîst deqqan źi Edremît’ê derketin rê. Kêm-zêde em ê heta du seetên din li Îzmîr’ê ’bin. Ma tu nikarî li balafirgehê dabikevî metroyê u bilêtekê berbi Alî Axa’yê bikirrî? Em źi her du hêlan va berbi hevdu werin, daku bila riya me zutir xelas bibe?», got.
Lê di cuzdana min da quruśek pere źî tune bu. Divêt min pêśta yan pangomatek yan źî postomatek bidîta u źê ćend lîre bikiśanda.

Min, «Keko, vê gavê digel min qet pere tun e. Ez ê aniha têlefonê bigirim. Ez ê li pangomatekê bigerrim. Ku xwadê got herê u pangomatekê ćend lîre dan min, ez ê herrim li metroyê bilêtekê bikirrim u berbi Elî Axa’yê va werim. De heta paśê.», got u têlefon girt.


Ez di nav salonê da bi hêdîka carekê li dor xwa ćerx bum. Tevî ku hêsaba min li ba ti pangê tune bu źî, ez ćerx bum, bi hêviya ku ez belkî postomatekê bibînim. Lê malxerabê, ne pangomat u ne źî postomat di nav salona balafirgehê da xuya dibu.
...

Samstag, 20. September 2014

Rev U Vegerr -7-



Gava em hatin balafirgeha Îzmîr’ê u daketin, seet li dor 21:10an bu. Ez li duv rêwiyên din bi hêdîka dimeśiyam. Xemsariyê bi min girtî bu. Li ser rê, li ciyekî, kećeke ciwan nivîsek berbi źor hildayî bu: «Kesên ku źi welatên xerîb tên bila bi kerema xwa ra werin ba min!».
Min zêde bala xwa nedayê. Źi xwa ez źi Stembol’ê dihatim.

bi tevî rêwiyan heta ba ćerxbanda begaźan ćum. Ez pam u nepam, turika min nehat. Min li hêla din ya cîgehê dîsan ew koma źi kesên welatên xerîb dît. Ez berbi wan va ćum. Rêbera komê dixwast wan berbi ciyekî din va bibe. Ew kećika ciwan źî li ba wan bu. Lê ew li ciyê xwa maa. Ez nêzzîkî wê bum. Min źê ra behsa nehatina turika xwa kir.
«Hun źi ku derê tên?», got.
«Ez źi Zürich’ê tem, lê li Stembol’ê daketim u bi balafireke din hatim Îzmîr’ê.»
Bi lez, «Bi kerema xwa bi vê komê ra herrin, begaźên kesên ku źi welatên xerîb hatine li ciyekî din in.», got.

Ez bi wê koma xerîb ra qasî 400 mêtroyan meśiyam. Begaźên me hatî bun ser ćerxbandeke din. Min turika xwa ya giran girte destê xwa u berbi deriyê der va meśiyam. Komek însan li wir li benda rêwiyan bun. Hindekan navên rêwiyên xwa li ser kertonên di destên xwa da nivîsî bun. Ez di ber wan ra bi hêdîka derbaz bum. Lê ne brayê min u ne źî źinbraya min li wir bun. Źixwa min qet hêvî nedikir ku li wir ’bin, tevî ku wan gotî bu ewê werin balafirgeha Îzmîr’ê u min bigirin źî. Telaśa li balafirgeha Stembol’ê rê neda ku ez bi wan ra bikevim têkiliyê u źi wan ra bibêźim ez aniha di nav bacgehê ra derbaz bume. Brayê min di têlefonê da gotî bu, «Wextê ku tu li balafirgeha Stembol’ê daketî u derbazî hundur buyî, bi lez têlefonî me bike, daku em bi xwa bawer źi Edremît’ê berbi Îzmîr’ê derbikevin rê. Em ê di nav sê seetan da bigêźin balafirgeha Îzmîr’ê.»

Lê min nekaniya bi wan ra bikevim têkiliyê, tevî ku min pirr baś dizaniya ewê telaś u gumaneke mezin bi wan bigire.

Ez hatim u li paś deriyê berbi der va, li salonê sekiniyam. Saloneke pirr mezin bu. Ev beś di balafirgehê da nu hatiye ava kirin, lê hîn bi dawî nebuye. Li derudorê tenê ćend kes hee’ bun. Di hundur da, li hemberî deriyê berbi der va bîroya înformesiyonê hee’ bu. Tê da źineke esmer u ciwan rudiniśt. Bê dengiyê derudor pêćayî bu. Ez hilo li ser piyan sekiniyam. Di nav aramiyeke bê ser u bin da ketî bum nav bîranînên xwa yên di maziyê da. Ćavên min bi hêdîka li dor min diziviriyan, li tiśtekî, li noxteyekê digerriyan. Min baś dizaniya ku ew erda dur u drêź ya di navbera min u kekê min da vê gavê seniye bi seniye tune dibu. Ew durî u drêźiya bi teqvîman, di nav kêliyeke vê roźa ćarśemê da bu’bu maziyeke kavil. Ez perperitî li benda dilovaniya wan teqvîman bum. Ez xemgîn bum. Ez dilgiran bum. Ez ćav bi gîrî bum.

Xwadêyooo, dibêźim xwa bi xwa ra, ez ćendî tî bume, ez ćendî di ber teriya bêhna hewayeke nas ra źi hev ketime.
...

Freitag, 19. September 2014

Rev U Vegerr -6-


Gava ez di nav otobusê da bi bîranînên xwa va bilî dibum, otobus di nav wan balafir u karkerên balafirgehê ra wekî marekî berbi balafirê va diću.
Vê yekê di min da bextewarî ćêkir, mîna zarokê ku lîstokên xwa dîtî ’be.
Lê min baś dizaniya ku ewê ev lîstik tenê ćend deqqeyan b’aźoy.

Źi piśtî kêliyekê em gêśtin balafira berbi Îzmîr’ê va.
Otobus li hêla paśiyê ya balafirê sekiniya, daku em źi hêla paśiyê va derbazî nav balafirê bibin. Ez źi halê xwa razî bum. Dema ez di ser pêlingên balafirê ra berbi źor dimeśiyam, min wekî roźên berê careke din, źi nu va baayê germ li ser bedena xwa hîss kir.

Hostesên balafirê li ber dêrî li benda hatina me bun. Gava em hatin u di ber wan ra derbaz bun, bi nazenîn xêr hatin li me kirin.
Ciyê palkursiya min vê carê di navê balafirê da bu, nimroya 15D bu, dîsan li hêla korîdorê bu.
Dema ez hatim ciyê xwa, mêrekî ciwan li ser palkursiya min rudiniśt. Li kêleka wî źî źineke ciwan li hêla camê rudiniśt. Palkursiya di navbera her duyan da vala bu. Gava ez li ba wî sekinîm, camêr xwa bi hêdîka daa hêla din, śemitî ser palkursiya navîn. Min bi dengekî aram, «spas dikim» got, turika di destê xwa da kire ciyê begaźê u li śuna xwa runiśtim.

Balafir tîźî bu. Hema hema źi her derê va zmanê tirkî dihate guhê min.
Ez li benda rabuna balafirê mam. Źixwa zêde ne’aźot, balafir rabu.
Di rêwîtiya berbi Îzmîr’ê da têkiliya min bi kesekî ra ćênebu. Carina hostes dihatin di ber me ra derbaz dibun, derudor kontrol dikirin.
Bilêta metroya li balafirgeha Îzmîr'ê kirrî, berbi devera Alî Axa
Źi piśtî demeke kind sendwîć hanîn li rêwiyan belav kirin. Yek źî dan min. Tevî ku ez birćî nebum źî, min źî yek girt, źiber ku hîn riya min ya ćuyînê pirr drêź bu.
Źibo vexwarinê min dîsan qehweyek girt.

Ćend kesên rêwî di navbera hevdu da bi zmanekî din dipeyîviyan.
Mêr u źina digel min carina di navbera hevdu da bi tirkî u carina źî bi frensî dipeyîviyan. Lê tirkaya wan źî ewqas baś xuya nedikir. Dîsan źî carcarina ćend peyîv u hevokên bi tirkî dixistin nav axaftina xwa.
Ćend kesên ku bi qasî ćend rêzan li pêś min rudiniśtin, bi hevdu ra bi elmenî dipeyîviyan.

Gava em hatin balafirgeha Îzmîr’ê u daketin, seet li dor 21:10an bu.

...

Donnerstag, 18. September 2014

Rev U Vegerr -5-


Gava ez bi vî hawî bi lez dićum, min karkerekî balafirgehê dît.
Ez hema nêzzîkî wî bum u min źê deriyê bi nimroya 403yan pirsiya.
Zêde eleqe nîśan neda. Di sekina xwa da qet guhartin ćênekir, tenê destê xwa berbi hêla paś va drêź kir, bêyî ku li min mêze bike, «Ha li wê hêlê ye.», got.
Min spas kir u berbi wê hêlê va beziyam.
Bi ćavekî źî li nimroya 403yan digerriyam.

Balafirgeha "Atatürk Hava Limani" ya li Stembol'ê
Li balafirgehê śêniyeke pirr mezin hee’ bu. Îmkana ku ez bi hêsanî bibeziyam źî tune bu. Źi piśtî 50 mêtroyan min kećeke karker ya balafirgehê dît. Min eynî pirs źi wê źî kir. Bê ku drêź bike, xwa berbi hêla caman va ćerixand, bi tiliyê xwa nerdîgana li berźêr nîśanî min daa, «Ew nimroya hanê li wir źêr e.», got.
Bi lez min spasdariya xwa hanî zmên, u min dîsan bi tevî turika di destê xwa da dest bi bezê kir.

Gava ez gêśtim serê nerdîganê, hema li pêś min du źinên din źî berbi źêr va dibeziyan. Ez źi wan derbaz bum u daketim źêr. Ez hatî bum saloneke freh. Ćend deriyên bi nimroyên cihê hee’ bun.

Bilêta min ya Stembol - Îzmîr'ê
Nimroya 403yan li paśiyê bu. Ti tevgerr li pêś dêrî tune bu. Derî girtî bu. Xortek li ber dêrî bu. Ez bi lez nêzzîkî wî bum, min, «Ez ê bićuma Îzmîr’ê, lê ez pićekî dereng mam, herhal we derî girtiye u hêdî îmkana derbazbunê tun e?», got.
Xort, «Zu bilêta xwa nîśan bidin, ha va ye otobus li ber dêrî ye u ewê aniha rêwiyên dawiyê bibe balafirê.», got.

Herê, otobus li ber dêrî bu, lê min nedizaniya ku ew otobus źibo rêwiyên dawiyê yên berbi Îzmîr’ê ye.
Min bilêta xwa nîśan daa. Xortê kontrolor bi lez derî vekir u źi min rica kir ku ez derbazî otobusê bibim.

Di min da siviktiyeke bê terîf ćêbu. Kêfxwaśiyeke belek xwa di min da daa der. Źi derî min du-sê kesên din tê da hee’ bun. Źi piśtî ku ez ketim otobusê min bi hêdîka piśta xwa daa camê u nefeseke kur ya bi telaś berda cîhanê. Lê źi hewayê bêhna benzînê dihat. Madê min li hev diket.
Otobus zêde nepa, di nav deqqeyekê da berê xwa daa ciyê balafirê.

Li der bi hêdîka tarî ketî bu ser erdê. Hewayeke germ hee’ bu. Li ser qada balafirgehê seyare u karkerên balafirgehê bi vir u wir da dićun u dihatin. Lê bala min li ser xwezayê u însanan bu. Ez li tiśtina digerriyam, tiśtên ku min źi berî 27 salan li paś xwa hiśtî bun, tiśtên ku min handa kirî bun. Li însanekî kurd digerriyam. Ez li zmanê kurdî digerriyam. Ez di nav hemî balafirgehê ra derbaz bum, lê tenê peyveke bi zmanê zaroktiya min źî di ber guhê min ra nefiriya. Tenê peyvekê źî nehat xwa li min neda.
Xerîbiya di min da qet haś nebuyî bu. Di nav otobusê da bê dengiyeke mezin di min da pêkhat. Hêdî min qet dil nedikir ku bala xwa bidime tiśtekî din. Min di serê xwa da resimên źi berî 27 salan u yên ku min aniha dîtî bun u didît, yek bi yek ruberîhev dikirin źibo dîtina aîdiyeteke însanî.
Herê, źibo dîtina aîdiyeteke însanî ...
...

Mittwoch, 17. September 2014

Rev U Vegerr -4-



Di balafirê da ti tiśtekî beloq ćênebu. Her tiśtî normel xuya dikir.
Lê li hêla din źi piśtî 27 salan cara yekem bu ku ez di nav etmosfereke din da bum, di nav etmosfereke tirkane da.
Axaftin bi zmanê tirkan bun. Hostes u heźmareke mezin ya di nav rêwiyan da bi tirkî dipeyîviyan. Vîdyoyên ku li ser ekranan dihatin nîśandayîn, bi tirkî bun.
Źi hawîrdorê bêhna tirkîtiyê difuriya.
Tevî ku ez bi vê yekê aciz buyî bum źî, tiśtê ku min bikariya bikira źî tune bu.
Di wê navberê da xwarin hatin belav kirin.
Bilêta min ya źibo Zürich-Stembol'ê.
Min xwarina xwa xwar. Xwarineke bi bacana sor u gośt bu.
Paśê min qehweyek źî girt.

Em qasî seetekê bi derengî li Stembol'ê daketin. Tabî vê yekê pićekî di min da telaś ćêkir. Divêt ez bi lez bigêśtima balafira xwa ya berbi Îzmîr'ê.
Haya min qet źi balafigehên tirkan tune bu.
Lê ez bi śiklekî texmînî ketim ser rê u heta ciyê kontrolê hatim. Di nav deriyê kontrolê ra derbaz bum u min berê xwa daa deriyê din yê rêwiyan, daku ez źi nu va bikevim hundur.
Lê li ber gîśeyan însan tîźî bun.
Mêratê, wextê min źî pirr hindik mayî bu. Tevda 35 deqqe mayî bun ku balafira Îzmîr’ê rabibe.
Ez li ber gîśeyên źibo kesên źi welatên xerîb ketim dorê.
Lê her tiśt bi hêdîka dimeśiya.
Îcar ez derbazî hêla gîśeyên źibo «hemwelatiyên tirk» bum.

Gava dor hate min min pesporta xwa ya bi logoya TCeyê drêź kir.
Zêde nehaźot, «Derbaz 'bin.», got.
Du roź źi berê da ew qeyda di derbarê min ya di sîstemê da hatî bu rakirin. Loma di dema derbazbunê da ti astengî derneket.


Źi piśtî derbazbunê ez bi lez berbi deriyên balafiran meśiyam.
Min li ser ekranê nimroya balafira Îzmîr'ê dît, ewê di seet 20:00an da rabibuya.
Hîn bîst deqqe hee' bun. Ez hema li ciyekî runiśtim, min têlefona xwa derxist u xwast ku têlefonî kekê xwa bikim, daku bila min merax nekin. Lê girêdan ćênebu. Min kir u nekir, girêdan ćênebu. Min têlefon bi śun da kir nav turika xwa. Di wê navê da derî vebu u rêwî derbazî hundur bun. Ez źî ćum ber dêrî. Gava dor hate min u min bilêta xwa nîśan daa, xanima kontrolor got, «Hun śaś hatine, ev balafir źibo rêwiyên fîrmeya Pegasus'ê ye, lê fîrmeya ku hun  ê pê bifirin, fîrmeya Türk Hava Yollari'yê ye.»

Źiber ku her du balafir źî di seet 20:00ê hêvarê da radibune, min tevlihev kiriye, bala xwa tenê daye navê Îzmîr'ê yê li ser ekranê u navê fîrmeyê qet kontrol nekiriye.

Min mêze kir ku ha va ye di hoperlorê da bi tirkî banga dawiyê źibo rêwiyên fîrmeya Türk Hava Yollari'yê yên berbi Îzmîr'ê tê kirin. Min hêviya xwa źê birrî. Hêdî ti śens nemayî bu. Ez him dibeziyam u him źî li ćareyekê digerriyam. Ya xerabtirîn źî ewê turika min ya mezin bićuya Îzmîr'ê, belkî źî ewê di rê da handa bibuya.
Tenê ćend deqqeyên min mayî bun. Xanimekê careke din di hoperlorê da banga dawiyê kir u girt.

...



Dienstag, 16. September 2014

Rev U Vegerr -3-

Roźa 27ê tebaxê, roźa ćarśemê ewê di seet 14:40an da balafira min rabibuya.
Divêt ez kêmtirîn seetekê berê li wir, li balafirgehê bibuma.

Kećika Swîsre’yî Michela ya ku bi tevî min u xortê Swîsre’yî Gabriel di eynî malê da rudine, źi min ra got, «Heger tu bixwazî ez dikarim heta balafirgehê bi te ra werim, ez balafirgehê baś nas dikim …».
Ez źî balafirgehê qet nas nakim.
Her weha wê śevê u sibehê min ćend name źî nivîsî bun, divêt min ew name źî li ser rê bidaya postexanê.

Îcar Michela got, «Postexane li balafirgehê źî hee ye, ez dizanim li ku ye, em dikarin pêśta herrin postexanê u dura źî turikên te bidin hundur.»
Bi ya min ’be, bê Michela ewê halê min xerab bibuya.
Źixwa turika ku min ê bidaya hundur pićekî giran bu. Di nav da tam 16 kîlo ćîkolete u hindek tiśtên din hee bun.

Em bi tremweya 10an ya ku di ber mala me ra derbaz dibe di nav 18 deqqan da ćun balafirgehê.
śta em bi lez ćun postexanê. Min ćend tiśt kopye kirin, kirin nav wan nameyan, kireya malê daa u em derketin źor.

Źi piśtî ku me turikeke min daa hundur, Michela źi min xatir xwast u vegerriya malê.
Ez paśê derbazî hundur bum. Bê teśqele ez heta ber deriyê balafira xwa ćum.
Źiber ku ez pićekî zu hatî bum, qasî nîv seetî li ser kursiyekê runiśtim, heta ku derî vebu.
Paśê rêwî derbazî balafirê bun, ciyê min pićekî berbi paśiyê va bu, rêza 22yan u li hêla rastê bu.
Hîn kesekî di eynî rêzê da ciyê xwa negirtî bu. Śuna min li hêla korîdorê bu.
Ez ćendî li bendê mam źî kesek nehat.

Gava balafir qasî seetekê derengmayî bi hewê ket, hingê min xwa bi xwa ra got, «Herhal ev her du ciyên li ba min vala ne, de îcar xwadê daa min u hew.»
Loma źî ez derbazî hêla pencerê bum. Min dil dikir ku ćend resiman bigirim, pićekî li ewran u erdê mêze bikim ...
Tevî ku ez źi bilindiyê ditirsim źî, min bi ya xwa kir.

Montag, 15. September 2014

Rev U Vegerr -2-


Ez ê bićuma, lê hîn źî min tam nedizaniya ku ez ê kîźan roźê bi balafirê bifirim.
Roźekê braziyê min Cem di Facebook’ê da bi  min ra kete têkiliyê u got, «Aniha ez bilêta te rezerve dikim apo. Ma ez źibo kîźan roźê rezerve bikim?»
Min
źî li ecendeya xwa mêze kir u got, «Heger 27ê vê meha tebaxê ’be, rind dibe.»
Ti mesele derneket, Cemo hema bi lez bilêt rezerve kir u testîqname źî bi e-mailê źi min ra śand.
Ango hîn tam du hefte hee’ bun źibo firînê.

Di wan du hefteyan da min bi hêdîka dest bi amadekirina turika xwa kir.
Źibo kekê min, źina wî u her du zarokên wan bi tevayî du makîneyên resiman, e-pad’ek u berguhkek kirriya.
Min digot ez e-pad’ê bidim kekê xwa, daku bila bikare carina di înternêtê da tiśtina vebike u bixwîne.

Tabî min digot ez źibo bavê xwa źî diyariyekê bikirrim, lê mixabin ti tiśt nedihat aqilê min. Min roźekê di têlefonê da ev mesele źi źinbraya xwa ra źî got.
źî hema di cî da got, «Pêwistiya bavo bi tiśtekî tun e. Źixwa her tiśtê wî hee ye. Lê heger tu bikarî kîloyek ćay źi wî ra b’înî, baśtir dibu. Źi ćayên li vir qet hez nake. Li Ewrupê ćaya Mewlena tê frotin, źi wê ćayê hez dike.»
Êh, min źî got temam, ez ê źi bavo ra ćaya kurmancan b’înim, źi ćaya Mewlana ti xêr dernakeve.

Li vir dukaneke kurdan hee ye, źi berî ćend salan min li wê dukanê ćaya bi sernavê Newroz dîtî bu.
Bê derew, tama ćayê bi min pirr xwaś hatî bu, loma źî ev ćend sal in ku ez hertim ćaya Newroz dikirrim. Tenê du cure pakêt hee ne, yan nîv kîloyî ye yan źî kîlok e.
Min źibo bavo kîloyek u źibo mala kekê xwa źî nîv kîloyek kirriya. Bêguman min digot ez pirr bikirrim, lê giraniya di her du turikên min da gêśtî bu 28 kîloyî u źê pê va źî heqqê min tune bu.

Di nav wan du hefteyan da min kêm-zêde her du turikên xwa amadekirî bun.
Tabî źi berî rêwîtiyê min odeya xwa źî berhev kir.

Di nav du roźên dawiyê da pićekî stres źî ćêbu, min nekaniya hemî tiśtên ku min digot hal bikim, bi temamî xelas bikim.
...

Sonntag, 14. September 2014

Rev U Vegerr -1-


Ez ê źi piśtî 27 salan bićuma mala xwa.
Herê, ez ê bićuma.
Tevî ku min baweriya xwa zêde bi vê yekê nedihaniya źî, ez ê bićuma.
Hilo xuya dikir, ez ê bićuma.
Hîn ez gelekî bi guman bum.
Lê ez ê bićuma.

Li konsolosxaneya tirkan min hemî karubarê xwa yê resmî xelas kirî bu.
Digotin ewê ćend mehan wext bigire heta ku ev karubarê resmî biqete.
Lê karê min di ćar heftan da bi dawî bu. Herhal pićekî śensa min hee’ bu.

Bilêta rêwîtiya min braziyê min Cem li Stembol’ê rezerve kirî bu.
Dayika wî gotiye ez ê heqqê rê yê hatina Beghyanî bigirim ser xwa.
Tevî ku min îtîrez kir źî, źi ya xwa danekete xwarê.

Źi hevalên min ćend kesan u biźîśkên ku li klînîkê bi tevî min kar dikin źi ćuyîna min bi hay bun.
Carina dixwastin bizanin ka ez ći hîss dikim.
Lê di min da ti hîssekê xwa bi ti śiklî nedida der.
Sebeb ći bu, nizanim.
Li hêla din min ew rê, mal, gir, ćiya, ćem, dar u ber u xwezaya ku li paś xwa hiśtî bu, merax dikir.
Ez bi têra xwa bê hêvî bum.
Min zêde baweriya xwa bi wê nedihaniya ku ez wan wekî berê, bêyî ku hatî ’bin guhartin, bibînim.
Helbet kesên ku dićun welêt u dihatin behsa guhartinên di nav civakê da dikirin.
Źi vê hêla va kêm-zêde haya min źi hindek tiśtan hee’ bu.
Lê malxerabê ne salek bu, ne du sal, ne pênc sal, ne deh sal bun.
Va ye di ser ra 27 sal buhurîne.
Ne tenê însan, di nav demeke evqas drêź da xweza źî diguhere, heywan u nebat źî diguherin.

Herê, min got ez bi merax bum. Loma źî her cara ku kesekî pirsek źi min dikir, min tenê meraxa ku di dilê min da hee’ bu, taniya zmên.
...