Di balafirê da ti tiśtekî beloq ćênebu. Her tiśtî normel xuya dikir.
Lê li hêla din źi piśtî 27 salan cara yekem bu ku ez di nav etmosfereke din da bum, di nav etmosfereke tirkane da.
Axaftin bi zmanê tirkan bun. Hostes u heźmareke mezin ya di nav rêwiyan da bi tirkî dipeyîviyan. Vîdyoyên ku li ser ekranan dihatin nîśandayîn, bi tirkî bun.
Źi hawîrdorê bêhna tirkîtiyê difuriya.
Tevî ku ez bi vê yekê aciz buyî bum źî, tiśtê ku min bikariya bikira źî tune bu.
Di wê navberê da xwarin hatin belav kirin.
Bilêta min ya źibo Zürich-Stembol'ê. |
Paśê min qehweyek źî girt.
Em qasî seetekê bi derengî li Stembol'ê daketin. Tabî vê yekê pićekî di min da telaś ćêkir. Divêt ez bi lez bigêśtima balafira xwa ya berbi Îzmîr'ê.
Haya min qet źi balafigehên tirkan tune bu.
Lê ez bi śiklekî texmînî ketim ser rê u heta ciyê kontrolê hatim. Di nav deriyê kontrolê ra derbaz bum u min berê xwa daa deriyê din yê rêwiyan, daku ez źi nu va bikevim hundur.
Lê li ber gîśeyan însan tîźî bun.
Mêratê, wextê min źî pirr hindik mayî bu. Tevda 35 deqqe mayî bun ku balafira Îzmîr’ê rabibe.
Ez li ber gîśeyên źibo kesên źi welatên xerîb ketim dorê.
Lê her tiśt bi hêdîka dimeśiya.
Îcar ez derbazî hêla gîśeyên źibo «hemwelatiyên tirk» bum.
Gava dor hate min min pesporta xwa ya bi logoya TCeyê drêź kir.
Zêde nehaźot, «Derbaz 'bin.», got.
Du roź źi berê da ew qeyda di derbarê min ya di sîstemê da hatî bu rakirin. Loma di dema derbazbunê da ti astengî derneket.
Źi piśtî derbazbunê ez bi lez berbi deriyên balafiran meśiyam.
Min li ser ekranê nimroya balafira Îzmîr'ê dît, ewê di seet 20:00an da rabibuya.
Hîn bîst deqqe hee' bun. Ez hema li ciyekî runiśtim, min têlefona xwa derxist u xwast ku têlefonî kekê xwa bikim, daku bila min merax nekin. Lê girêdan ćênebu. Min kir u nekir, girêdan ćênebu. Min têlefon bi śun da kir nav turika xwa. Di wê navê da derî vebu u rêwî derbazî hundur bun. Ez źî ćum ber dêrî. Gava dor hate min u min bilêta xwa nîśan daa, xanima kontrolor got, «Hun śaś hatine, ev balafir źibo rêwiyên fîrmeya Pegasus'ê ye, lê fîrmeya ku hun ê pê bifirin, fîrmeya Türk Hava Yollari'yê ye.»
Źiber ku her du balafir źî di seet 20:00ê hêvarê da radibune, min tevlihev kiriye, bala xwa tenê daye navê Îzmîr'ê yê li ser ekranê u navê fîrmeyê qet kontrol nekiriye.
Min mêze kir ku ha va ye di hoperlorê da bi tirkî banga dawiyê źibo rêwiyên fîrmeya Türk Hava Yollari'yê yên berbi Îzmîr'ê tê kirin. Min hêviya xwa źê birrî. Hêdî ti śens nemayî bu. Ez him dibeziyam u him źî li ćareyekê digerriyam. Ya xerabtirîn źî ewê turika min ya mezin bićuya Îzmîr'ê, belkî źî ewê di rê da handa bibuya.
Tenê ćend deqqeyên min mayî bun. Xanimekê careke din di hoperlorê da banga dawiyê kir u girt.
...
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen