Gava em
hatin balafirgeha Îzmîr’ê u daketin, seet li dor 21:10an bu. Ez li duv rêwiyên
din bi hêdîka dimeśiyam. Xemsariyê bi min girtî bu. Li ser rê, li ciyekî,
kećeke ciwan nivîsek berbi źor hildayî bu: «Kesên ku źi welatên xerîb tên bila
bi kerema xwa ra werin ba min!».
Min zêde
bala xwa nedayê. Źi xwa ez źi Stembol’ê dihatim.
bi
tevî rêwiyan heta ba ćerxbanda begaźan ćum. Ez pam u nepam, turika min nehat.
Min li hêla din ya cîgehê dîsan ew koma źi kesên welatên xerîb dît. Ez berbi
wan va ćum. Rêbera komê dixwast wan berbi ciyekî din va bibe. Ew kećika ciwan źî
li ba wan bu. Lê ew li ciyê xwa maa. Ez nêzzîkî wê bum. Min źê ra behsa
nehatina turika xwa kir.
«Hun źi
ku derê tên?», got.
«Ez źi
Zürich’ê tem, lê li Stembol’ê daketim u bi balafireke din hatim Îzmîr’ê.»
Bi lez, «Bi
kerema xwa bi vê komê ra herrin, begaźên kesên ku źi welatên xerîb hatine li
ciyekî din in.», got.
Ez bi wê
koma xerîb ra qasî 400 mêtroyan meśiyam. Begaźên me hatî bun ser ćerxbandeke
din. Min turika xwa ya giran girte destê xwa u berbi deriyê der va meśiyam. Komek
însan li wir li benda rêwiyan bun. Hindekan navên rêwiyên xwa li ser kertonên
di destên xwa da nivîsî bun. Ez di ber wan ra bi hêdîka derbaz bum. Lê ne brayê
min u ne źî źinbraya min li wir bun. Źixwa min qet hêvî nedikir ku li wir ’bin,
tevî ku wan gotî bu ewê werin balafirgeha Îzmîr’ê u min bigirin źî. Telaśa
li balafirgeha Stembol’ê rê neda ku ez bi wan ra bikevim têkiliyê u źi wan ra
bibêźim ez aniha di nav bacgehê ra derbaz bume. Brayê min di têlefonê da gotî
bu, «Wextê ku tu li balafirgeha Stembol’ê daketî u derbazî hundur buyî, bi lez têlefonî
me bike, daku em bi xwa bawer źi Edremît’ê berbi Îzmîr’ê derbikevin rê. Em ê di
nav sê seetan da bigêźin balafirgeha Îzmîr’ê.»
Lê min
nekaniya bi wan ra bikevim têkiliyê, tevî ku min pirr baś dizaniya ewê telaś u
gumaneke mezin bi wan bigire.
Ez hatim
u li paś deriyê berbi der va, li salonê sekiniyam. Saloneke pirr mezin bu. Ev
beś di balafirgehê da nu hatiye ava kirin, lê hîn bi dawî nebuye. Li derudorê tenê
ćend kes hee’ bun. Di hundur da, li hemberî deriyê berbi der va bîroya
înformesiyonê hee’ bu. Tê da źineke esmer u ciwan rudiniśt. Bê dengiyê derudor
pêćayî bu. Ez hilo li ser piyan sekiniyam. Di nav aramiyeke bê ser u bin da ketî
bum nav bîranînên xwa yên di maziyê da. Ćavên min bi hêdîka li dor min diziviriyan,
li tiśtekî, li noxteyekê digerriyan. Min baś dizaniya ku ew erda dur u drêź ya
di navbera min u kekê min da vê gavê seniye bi seniye tune dibu. Ew durî u drêźiya
bi teqvîman, di nav kêliyeke vê roźa ćarśemê da bu’bu maziyeke kavil. Ez
perperitî li benda dilovaniya wan teqvîman bum. Ez xemgîn bum. Ez dilgiran bum.
Ez ćav bi gîrî bum.
Xwadêyooo, dibêźim xwa bi xwa ra, ez ćendî tî bume, ez ćendî di ber teriya bêhna hewayeke nas ra źi hev ketime.
...
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen