Sonntag, 31. März 2013

Ceźna «Ostern‘ê» U Serma U Filan U Fistix



Hîro li vir dîsan berf bariya.
Ligorî ragiyandina meteoroloźiyê hefteya tê źî bi baran u berf e.
Lanet l‘ vê Ewrupê bikeve yaw, herê welleh u billeh.

Vê nîvroyê Jenny u Manon'ê l‘ deriyê min xistinn.
Hevala min Jenny (8 salî ye) u Manon'ê (10 salî ye) surprîzek kirinn.
Źiber ku li vir źiber ceźna Ostern’ê ya dînî ćar roźan tatîl e, wan kêrguheke źi ćîkoleteyê wekî diyarî dann min.
Êh, tabî min źî serên wan pać kir, spas kir.
Helbet min źî ćîkoleteyek wekî diyarî daa wan.
Diyar bu ku ew źibo ku min vê hêvarê dawetî xwarinê bikin, hatî bunn.
Źi piśtî ku ev daxwaza xwa hanîn zmên, źi min rica kirinn ku ez «herê» bibêźim.
Ê min źî got herê u xelas.
Dapîra Jenny u Manon'ê źî li ba xwarinê bu.
Ez qasî sê seetan li vir mam.
Lê źi berî ku ez werim malê, kêfa Jenny pićekî ne li cî xuya dikir.
Xaltîka me ću odeya xwa u xwa veśart.
Hele ez carekê sibeh herrim ziyareta hevala xwa Jenny‘yê u mêze bikim, ka ći dike u ći nake.

Di van roźên dawiyê da min dîsan gelek kes źi lîsteya xwa derxistinn.
Xal u xaltîkên min bê zmanê tirkên qewad nekaniyann zêde li ber xwa bidin.
Bi sê telaqên mêr- u źinberdanê bila xwadê me źi kurdên ku av bi av ćunne, biparêze.
Êdî em hatinne halekî hilo ku, em źi xwadê hêvî u daxwaz dikin ku me ne źi tirk, ereb u farsên qewad u heram, lê źi kurdên taśeron u îblîs biparêze.
Ew hestên kurdîn yên ku heta berî ćel salan hee bunn, lê bi destên partiyên me kurdan hatinn tirkîze, erebîze u farsîze kirin, kurdîtî źî kir qurban u bir.
Êdî kurdê/a ku bi destê tirk, ereb u farsan tê kuśtin, tê tecawîz kirin, naxwaza bibe kurd, bîlakîs bêtir dixwaze bibe tirk, ereb u fars.
Ev îroniyeke pirr treźîk e.
Ev źî nîśan dide ku kîmyeya kurdan di genên kurdan da, bi destên siyasetvanên kurd hatiye tarumar kirin, gemar kirin.
De hele carekê herrin li ber hêlliyê/neynikê li xwa mêze bikin, źi xwa bipirsin, ka di genên we da ćiqas saxlemî hee ye, śekirino, ćiqas saxlemî.

Samstag, 30. März 2013

Bîranîneke Bi Destpêka Kurdiya Min Va Girêdayî


Di vê hewaya bê bav da ti guhartin ćênebunn yaw :(
Serma ha serma.
Tabî aniha li vir tatîl e, źiber berbi ezmên ćuyîna hezretî Îsa.
Loma źî her der girtî ne.

Êh, źi me ra źî wekî pisîkan serê xwa l’ ber xwa xistin u pê va tiśtekî din namîne.

Ez ê hîro bîranîneke xwa ya kevin li vir belav bikim.
Min źi berî heftekê di Facebook’ê da źî bi kurtî belav kirî bu.

Wê roźê, gava ez digel refên pirtukan disekiniyam u hilo difikiriyam, ćavê min l’ pirtukeke kevin ya di nav refan da ket.
Min ew derxist u 
ćavek lê gerrand.
Di nav da kertek hee' bu.
Li ser kertê resima Celadet Bedirxan’ê nemir xuya dikir.
Min ćerixand u l’ pa
ś mêze kir.
Kert źi xalê me Firat Cewerî hatî bu.
Heger ne śaś 'bim, divêt źi berî 20 salan hatî 'be śandin.
Mixabin tarîx li ser nehatî bu nîvîsîn.
Xalê me Firat Cewerî eynen weha digot:

"
Dostê delal Beyhanî

Źi ber ku em bawer in entresa te źi pirtukên me ra heye, bê ku em źi te bipirsin, va ye em źi te re diśînin. Mafê pirtukan tu ćiqasî diśînî tu u kêfa xwa.
Bi silavên dostaniyê
Firat Cewerî
"


Di dema berê da źibo ku ez bikarim rupeleke bi zmanê kurdî bi dest bixim, wê rupelê bêhn bikim, pićekî wîcdana xwa pê rehet bikim, ez wekî kućikan ketî bum duv nivîsên bi kurdî.
Lê pirr kesat bu.
Bi hezar u yek zehmetiyan min carina tiśtên gelekî kevin b’ dest dixistinn.
Źi piśtî ku ez hiynî xwandin u nivîsîna bi kurdî bum, hîcar min dest b’ gerrîna pirtukên kurdî źî kir.
Źixwa dîtina pirtukan tiśtekî bê îmkan bu.
Źi derî ćend heban pirtuk źî tune bunn.

Carekê ez ćuyî bum śevekê.
Min li ser standekê kovara Nûdem’ê dîtî bu.
Min bi lez yek girte destê xwa u di nav ćavan ra derbaz kir.
Kovar bi śiklekî speyî hatî bu amade kirin.
Ćend hebên ku li ser standê bunn, min hema kirriyann.
Hema wê śevê min dest bi xwandinê kirî bu.
Kêfa min bi kurdiya kovarê pirr hatî bu.
Roźa din min denggośkî/têlefonî kovarê kir, yanî mala Firat Cewerî.
Min źê rica kir, daku bila heźmarên din yên kovarê źî źi min ra biśîne.
Tabî min dawa abonetiyê źî źê kir... Bi vî hawî têkiliya me bi hev ra ćêbu.

Źiber ku xalê me Firat Cewerî ev nexwaśiya min dizaniya, qet pêwist nedidît ku źi min bipirse, ka ew pirtukên nuderketî źi min ra biśîne ya na.

Pirr paśê ez pêhesiyam ku, pirtuka min ya yekem ya ku min di sala 1990î da xwandî bu, ew źî pirtuka Firat’ê me buye.
Yanî pirtuka wî ya bi sernavê «Girtî» bu. Paśê min ev pirtuk du carên din xwandinn.
Ez hîn źî carina wê pirtukê bi heycaneke mezin digirim destê xwa u ćîrokekê źê dixwînim.
Hîn źî ew dema ku min dest bi xwandina wê kirî bu wekî doh li ber ćavên min e.
Serê min feleket pê têśiya. Min nedikaniya her tiśt tam fam bikira.
Lê źi piśtî xwandina her ćîrokekê kurdiya min źî pićekî baśtir dibu.
Bi taybet źî gava peyvên ku min di zaroktiya xwa da bi kar taniyann, dihatinn bîra min, ez dibum wekî ćuk, źi kêfê dibim ćarbaskî bi xwadê ...
Helbet piśtî ku min pirtuk wê havînê li ba hewuza li nêzîkî mala xwa xwand u xelas kir, min mêze kir ku ez êdî pirtukên din źî dikanim bi rehetî bixwînim.
Wê roźê ez li ber tavê ćar seetan runiśtî mayî bum. Ćerma min śewitî bu li ber tavê. Lê min qet ferx nekirî bu, ez ewqas bi dil u can ketî bum nav pelên zmanê kurdî, ewqas źi xwa ćuyî bum.
Loma źî ez gelekî spasdarî wî me ku xalê me Firat ew pirtuk nivîsiye u diyarî zmanê kurdî u milletê kurd kiriye.
Ey xwadêyooo, ew ći bextiyarî bu ku te didaa vî feqîrê xwa.
Min bi zmanê xwa kurdbuna xwa, însanbuna xwa kifś kirî bu ...

Lê de hun carekê li van qeśmerên hîro mêze bikin.
Tevî ku meriv hîro dikare li ser hîv u Mars'ê źî hiynî kurdî bibe, tenê yek źî dev źi qewadî u qehpikiya zmanê tirk, ereb u farsên tecawîzkar bernade.
De bila qewadî u qehpikiya wan heraman daîmî 'be!

Freitag, 29. März 2013

Zarokê Kurd: Zmanê Kurdî Pîs E!



Bi rastî źî vê hewayê îman l’ me xerab kir.
Zivistan derbaz bu u ću.
Aha va ye bihar źî hat u terre, yanî mehek źê ću źî.
Lê mixabin di sermayê da ti guhartin ćênebu, hîn źî berf u baran/śîlî dibare.
Źiber vê rewśa hewayê ye ku meriv nikare zêde li der tiśtina bike.

Di vê navberê da tiśtekî taybet pêknehat.

Helbet di nav siyasetê da him u gim dimeśe.
Lê ez dixwazim hîro li vir nivîseke xwa ya ku min di Facebook’ê da źî belav kiriye, parve bikim.
Mesele meseleyeke pirr traźîk e.
Heger li welatekî din tiśtekî hilo bibuya, ewê kaoseke feleket derbiketa bi xwadê.

Xaltîka me ya roźnamevan KEJÊ BÊMAL di lêkolîneke xwa da halê zarokên kurd yên ku źi zmanê dayika xwa nefret dikin, tîne zmên.

Ćuye dezgeha rehabîlîtasiyonê ya tirkên qewad u ru bi ru bi wan zarokan ra peyîviye!
Bêguman ez nikanim li vir yek bi yek her tiśtî bidim.
Źixwa seba/źibo kesên xwadî wîcdan mînakek źî têr dike.

Xaltîka me KEJÊ qala keća kurd Sîbel’ê dike.
 
Źi Sîbel‘ê dipirse (tabî bi zmanê tirkên qewad bi wan zarokan ra peyîviye):
- Ma tu kurdî dizanî?
- Na, ez nizanim. Kurdî zmanekî pîs e.

KEJÊya delal pirsa xwa didomîne:
- Ćawan zmanekî pîs e? Ma tu li mala we bi dê u bavê xwa ra bi kurdî napeyîvî?
- Herê, dipeyîvim. Lê ez naxwazim bi kurdî bipeyîvim. Li dibistanê herkes tinazên xwa bi min dike. Źiber ku ez bi kurdî dipeyîviyam, wan ez śandim nav dînan ...


De îcar bila ew siyasetvanên qewad, îdeoloźiyên ku bi kêrî rêxa golikekê nayên, ha ha qewadiya zmanê tirkên xwa bikin, qewadiya bratî u pismamtiya xwa bikin.
Bê namusên heram.
Qetla van pêzevangan wekî avê zerurî ye.
Bila ahê van zarokan źi we ra nemîne u di nav wan pozên we yên kućikî ra b’avêźe der.





Sonntag, 24. März 2013

Sê Roźên Bi Teq U Req Di Siyasetê Da



Hîro hewa zêde germ nebu (ev nivîs min doh hêvarê amede kirî bu!)
Ligorî doh sartir bu.
Hîro ez him bi bavê xwa ra u him źî bi her sê xwarziyên xwa yên li Elmenye’yê ra peyîvîm
Tiśtekî taybet digel bavê min tune bu.

Tê gotin ku di medyaya tirkên qewad da kêfeke mezin xwa l‘ baa dike.
Ma hun dibêźin ćima nivîskarên tirkên qewad źi 21ê adarê u b‘ vir da ćarbaskî bune u ha ha pesnan li Öcalan didin, methiyeyan dikin?
Helbet divêt di vê meselê da qewadiyek hee 'be, yan naaa, kes bi xêra bavê xwa bi evîneke weha mezin pesna meriv nade.
Binêrin carekê, tirkên heram bi hemî nivîskar u medyaya xwa ćawan mêźî l‘ kurdan digerrînin.
Źixwa kurd carekê ketine nav kemîna tirkên kućik, tirkan kurd tam di mêźiyê wan da bi zman u kultura xwa kirine esîr, êdî kurd bune muptela.
Xelasiya wan kurdan tenê u tenê di tunebun u mirina wan da ye...

Xaltîka me Evîn doh di parvekirineke xwa ya di Facebook’ê da dibêźe:

«… Lê ez tenê vê bêjim ku ez neteweperest im erê!! Ji bo Kurdistana xwe...».

Ći bibêźim, kêfa min bi baqiliya xaltîka min hat.
Êh, min źî rabu ev śîroveya xwa di bin da kir:

«Wey eferin xaltîka min 'a ćavbelek, wey min ćavên te yên belek xwarine.   
Aha bi sond u peyman xalo heta hetayê bi xaltîka xwa ra ye.  
Ez źî dixwazim bibim yê ser kezebê u lê zêde bikim: "Ez źî zmanperest, niźatperest u kurdistanperest im!".
Kurdê/a ku dibêźe naaa, ez nîn im, hingê ew bê him u gim yekî qewad u heram e, herê welleh, ihi.
».

Ez werim ser parvekirineke xwa ya din.
Źiber ku BDPê îmana hemî sînoran teqandiye, min ev nivîs di Facebook’ê da belav kir:

«Hema hun bibêźin her kurd buye siyasetvanekî/e temam.
Ćima li bakurê Kurdistan'ê partiyeke mîllî, netewî u kurdîperest, siyasetvanên kurdîn dernakevin?!
Divêt desthilata BDPeya kemalîst, tirkperest, tirkÎperest li bakurê Kurdistan'ê were tarumar kirin.
Di van taśeronan da qasî gramekê źî nirxên kurdbunê tun e.
Bune diźminê Ala Rengîn, bune diźminê zmanê kurdî, bune mîsak-i mîllîcî, bune śarlatan u taśeronên ala tirkên tecawîzcî.
Loma źî MHP, CHP, AKP ći ye, BDP źî ev e, berbattir e źî.
Źixwa meriv nikane źi diźminên milletê xwa tiśtekî baś bipê, karê wan e ku milletê kurd tune bikin, u heqqê wan e źî.
».

Gava roźnamevanên tirk źi Qasimppaśalî Reco di derbarê ceźna Newroz’ê ya Amed’ê da tiśtina dipirsin, Recep’ko feleket hêrs dikeve.
Źibo vê zî min doh ev nivîs di Facebook’ê da belav kir:

«Tevî ku siyaseta me kurdan buye cewrikê kemalîzma tecawîzkar, dîsan źî Qasimpaśalî Reco bê lotik namîne u dibêźe, "Ka ala me tirkan li ku ye di Newroz’ê da lan?!".
Mêro baś dizane ku namus u śeref di siyaseta me kurdan da nemaye.
Loma źî qet dil nake ku nîgê xwa źi fitêzê bikiśîne.
Źixwa dibêźin gava mesele tê ser kurdan, frênên wî diteqin, frên ći ye u ći nîn e, nas nake.
Bi kerema xwa źê ra bibêźin, "Lawo, binêre, zêde xalo źi dîn u îman dernexe, aha va ye xalo Ala Rengîn ya pîroz bi serê te yê kundir da dikute, kundiro!".
».
De bila aqubet li serê we ‘be.



Freitag, 22. März 2013

Bê Baviya Kurdan Ya Bi Zmanê Tirkên Qewad



Hîro hewa li vir pićekî baś bu.
Hewa li dor deh pileyan bu.

Tabî rooź/tav źî li ezmên dićiruskiya.

Min hîro zêde kar nekir.
Źibo seetekê źî ćum tev l‘ semînera li ser fonoloźiya zmanê latînî bum.
Paśê min ću li dukanekê qasî du kîloyan proteyîn kirriya. Źi piśtî sportê carina daxwaza min ya ku tiśtekî bixwim nabe. Loma źî baśtir e ku ez bi riya vexwarinê pićekî proteyîn bigirim, yan naaa, ewê bedena min źi hev bikeve bi xwadê.

Ez ê hîro li ser siyasetê tiśtekî nenivîsînim. Tifê bikin bila herre.

Hîro ez dixwazim śîroveyeke xwa ya źi berî ćend heftan bi we ra parve bikim.
Ez ê meselê careke din li vir dubare nekim, źixwa digel xwandinê hun ê meselê baś fam bikin.
Tabî mesele bi hevaltiyeke min ya di Facebook’ê da va girêdayî ye, bi zmanê kurdî va girêdayî ye.
Fermo berxikino:

«Xalê Yilmaz, mesele ne tehdît kirine.
Wekî kurdekî xemxwar, źiber ku va ye zmanê me di komayê da ye u roź bi roź dimire, luksa me ya ku bi felsefeyeke bê fêde wextê xwa derbaz bikin tun e.
Kesên cîddî bi karê xwa ra cîddî radibin.
Her peyva ku bi zmanê tirkên qewad tê nivîsîn u di nav xelkê kurd da tê belav kirin, bi destê xwa kuśtina zmanê bav u kalan e.
Di vir da fikirên meriv ti roleke esasî nalîzîn, kirinên meriv esasî ne.
Heger xalê min di fikirên xwa da li diźî heebuna kurdan bibuya, lê tenê zmanê kurdî di źiyana xwa da bi kar b'îniya, min ê bigota ser seran u ser ćavan.
Źiber ku tiśtê ku heebuna milletekî mimkin dike, ew źî zman e, ne filan u bêvan fikir u felsefe ye.

Ez dixwazim vê pirsê źi xalê xwa yê ćavreś bikim.
Ćima xalê min bi rusî yan źî ćînî nanivîse?
Ez bibêźim.
Źiber ku xalê min bi van zmanan nizane.
Baś e, ćima nizane?
Źiber ku rus u ćînan ew îmkan bi dest nexisitine ku werin bikevin mala me u zmanên xwa bi kuśtin u tecawîzan bixin mêźiyên me.
Yanî zanîna zmanê tirkên qewad ya min u xalê min, bi daxwaza dilê me ćênebuye, bîlakîs bi kuśtin u tecawîzan ćêbuye.
Ev źî baś e.
Wê demê, gava em vî zmanê tirkên qewad di nav mîlletê kurd da bi kar tînin, em ći dikin?
Em kuśtin u tecawîzan "meśru" dikin.
Em têkćuna xwa qebul dikin.
Ya herî xerab u berbat źî, em bi vê têkćuna xwa radibin îcar dawa azadiyê dikin, aqilmendiya xelkê xwa dikin, rêbertiyê dikin.
Bi ser da źî em vê bi aleta ku tirkan em u zmanê me tune kirine, dikin, yanî bi zmanê tirkên heram.
Loma źî xalê mino, bikaranîna zmanê wan tirkên kućik, śerê li hemberî heebuna zmanê kurdî u milletê kurd e, qebulkirina wehśeta tirkên segbav e.

Spas dikim źibo bersîva xalo, bêguman roźa ku xalo tiśtek bi zmanê tirkên heram belav kir, ewê wê roźê źî hevaltiya me bike qurbana zmanê wan qewadan.
Digel silav u rêzan»

Paśê zêde nehaźot, xalê me dest bi lotikên zmanê tirkên heram kir u min źî ev śîrove di bin nivîsa wî da kir u hevaltiya me qetand:

Min aniha dît ku xalo bi zmanê tirkên qewad nivîsek belav kiriye.
Aha hevaltiya me bu qurbana zmanê tirkên qewad xalocan.
Bimîne di nav xwaśiyê da

Donnerstag, 21. März 2013

Kurdino, Aha Źi We Ra Îlana «Demoxretîk Tirkiye»yê Di Newrozê Da!



Hîro Newroz bu. Hat u ću.
Li welêt ći bu, ćiton bu, zêde haya min źê tun e.
Lê min di derbarê Newroz’a Amed’ê da ćend nuće dîtin u xwandin.
Di nav van nućeyan da hayiyên bi parlementera me kurdan Pervîn Buldan’ê va girêdayî ez bê sînor hêrs xistim.
Dibêźin, tevî ku kurdiya vê melkemotê qasî ya kućikekî źî tun e, rabuye kurdiya nameya birêz Öcalan xwandiye.
Tabî ti kesî źî źê tiśtek fam nekiriye.
De hun carekê baś
lê mêze bikin, ev źina aqilsivik nikare teksta nivîskî ya di destê xwa da źî bixwîne.
Temam, ez heta ciyekî wê u kêmaqiliya wê fam dikim, lê ći lanet li wan kurdên qeśmer yên din ketiye?
Ma nikarin śimaqekê li vê źina zirr cahil bidin u bibêźin dengê xwa bibirre?!
Nabêźin, źiber ku hemî eynî rezalet in!
Źi yê/ya herî źêr bigirin heta yê/ya herî li źor eynî śorbe ne.
Loma źî me hîn nekariye qasî mafê kerekî tiśtina bi dest bixin.
Min źiber vê yekê ev nivîsa xwa di Facebook’a qewad da belav kir:

«Di nav siyaseta kurd u ya BDPê da taśeroneke din diyar bu: Pervîn Buldan!!!

Vê mehluqeta sefîl hîro di Newroz'a li Amed'ê da bi wê kurdiya xwa ya rezîl u ehmeq careke din zmanê kurdî di mêźiyên kurdan da kir pênc quruś!!!
Aha 
źi we ra "źina azat" ya îblîs u kemalîst u tirkîperest u kêmaqil!!!
Xwadê bike bila sibeha wê nebe!
Partî u îdeoloźiyên śarlatan u narsîst encax dikarin bibin komediyeyên dîrokî!».

Tabî "qaśo" nameya Öcalan di esl u feslê xwa da vik u vala derket.
Bi ćend gotinên gilower u yên ligorî xessesiyetên tirkên qewad, tê da ti tiśt tun e.
Ti pêśniyazeke konkret źî tun e.
Tenê pîrozkirina Newroz’ê, bratiya gelan, yekîtiya di bin îslamê da, horon u govenda gelên bra, yekîtiya bi Esyeya Navîn u Roźhilata Navîn, ...
Bi rastî ez śaśo-maśo bum.
Ma ev bu nexśeya rê, nexśeya ćareserkirina pirsgirêkê?!
Yan mêźiyê Öcalan bi dermanan temamî xerab kirine, yan źî MITê bi xwa ew name amede kiriye.
Bêguman gava ez vê yekê bi daxuyaniyên Öcalan yên dema revandina wî ruberîhev dikim, dibe ku wî bi xwa źî ew nivîsî ‘be.
Ćênabe ku kurd di nav van śert u mercan da siyaseta heebun u tunebuna xwa ligorî girtiyekî di destê tirkan da bimeśînin.
Ez dibêźim haya kurdan źi pêśketinên di warê tibb u psîkoloźiyê da tun e.
Drêź nekim, źixwa tiśtê ku ez bikarim li vir ćareser bikim źî tun e.
Ez vê pirr baś dizanim, ewê her tiśt ligorî daxwazên AK Partiyê biguherin.
Tabî źiber vê nameya ku "qaśo" aîdî Öcalan e źî min ev nivîsa xwa di Facebook’ê da belav kir:

«Min nameya birêz Öcalan xwand.
Ligorî fikra min ya śexsî, ev nivîs źi destê Öcalan derneketiye (meriv hew dikare tê da śopên usilên fikrî yên Öcalan bibîne).
Derketî 'be źî ne mesele ye.
Divêt ev name bi temamî were redd kirin, heta hetayê.
Nikare menfeetên milletê kurd yê qurbanbuyî temsîl bike.
».

Heger ez śaś nebim, di vê meselê da PKK li paś deriyan bi temamî hatiye qanî kirin.
Heger PKK nehatî bibuya qanî kirin, hîro ev name li Amed’ê, di Newroz’ê da nedihate xwandin.
Ev du hefte ne ku źiber vê yekê ha ha propexendeyeke mezin dihate kirin.
Yanî PKK bi temamî herê gotiye.
Lê divêt raya giśtî ya kurd źî di nav vê demê da źibo vê yekê bihata amade kirin.
Bêguman PKK ći dike yan źî nake, bi xwa dizane.
Lê ćênabe ku tenê xortek u kećeke kurd di ber vê peymanê ra were qurban kirin.
Heqqê PKKê paśê źî tun e ku were u bibêźe, «Em hatin xapandin, li ser gotina xwa nesekinîn.».
Ez vê źî dizanim, di nav siyaseteke fêlbaz da ne em kurd u ne źî PKK dikarin bi hêzên din ra qayîśê bikiśînin.
Źiber ku ew kesên źîr u pîspor di destê me da tun in.
Bi bîr u baweriyên vik u vala em nikarin kevirekî xwa źî xelas bikin.
Bi vê mentixa beredayî em ê dawiya dawîn bibin śeqśeqćiyên «Demoxretîk Tirkiye, Roźhilata Demoxretîk, Yekîtiya Gelan, ...» u gelek rezaletên din.
Ê de bila rehma xwadê li me u heft ecdadê me ’be.

Mittwoch, 20. März 2013

Macereyên Mezin Qet Xelas Nabin Yaw



Êêê, min dîsan navbereke dur u drêź daa.
Biborin bavê minino, bi xwadê ne di destê min da ye yaw.
Tabî di vê navê da gelek tiśtên agirpêketî pêkhatin.
Źixwa źiyana me kurdan ne źiyaneke normel e, roź nabe ku bê baviyek b‘ serê me da teq u req neke.

Paśîniya/śemiya derbazbuyî xaltîka Beriwan ewê bićuya welêt.
Loma źî me got em carekê werin ba hevdu, ćayeke tahl vebixwin.
Me roźa îniya derbazbuyî di seet ćar u nîvan da li stesyona Zürich’ê hevdu dît.
Paśê em berbi ciyê baźarê kevin meśiyan, źibo ku em li derekê rubinin u ćend gotinan bi hevdu ra bikin.
Tevî ku ez qet narrim Starbacks’ê źî, źiber ku em di ber ra derbaz dibun, min got were em bikevin hundir.
Ya rast hewa źî pićekî sar bu, min nexwast em zêde b‘ vir u wir da bićerixin.
Em heta seet 8an li wir man.
Me îmana gelek tiśtan kir śorbe.
Hema hun bibêźin mistên me li ser masê dikirin teq u req :)
Na naaa, ev henek bu yaw :)
Ev cara duyem bu ku me hevdu didît.
Em gelek caran di Facebook’a bê bav da źî ketine qirika hevdu :)
Ê tabî paśê źî bê aśtî namînin.

Paśê di śeet heśtan da em rabun ser xwa.
Ez źî bi xaltîka min Beriwan'ê ra heta parka erebê ćum.
Źi piśtî xatirxwastinê xaltîka min l‘ erebê sîwar bu.
Lê pêra dîsan daket u got, «Cuzdana min tun e, hatiye dizzîn.».
Îcar serê min źî tevlihev bu.
Yanî tam 8 seetên xaltîka min hee bun ku herre balafirxanê.
Diyar bu ku ew du źinên ku li paś xaltîka min rudiniśtin, cuzdana xaltîka min dizzî bun.
Lê êdî tiśtê ku me bikariya bikira tune bu.
Xaltîka min dîsan l‘ erebê sîwar bu u derkete ser rê.
Hîn qasî seetekê riya wê drêź bu, yanî heta malê.
Ez źî dîsan ćum Starbacks’ê, min li śuna ku em rudiniśtin mêze kir, lê min ti tiśt nedît.
Paśê ez ćum ser kasê, min źi karkêr ra mesele got.
Got, «Heger hun bixwazin ez dikarim kaxizekê dagirim u bidim we.».
Pirr nazik bun.
Źibo vexwarin u xwarinê xwastin tiśtina îkramî min bikin.
Min spas kir u ti tiśt nexwast.
Gotin, «Mixabin dizzîn gelek caran ćêdibe. Tevî ku em źi mêvanên xwa ra dibêźin źî, îmkana me ya ku herkesî yek bi yek îkaz bikin tun e. Destura me ya ku kamerayan daynîn źî tun e. Carinan polês źî tê. Lê dîsan źî em nikarin rê li ber bigirin.».

Me paśê kaxiza xwa dagirt u ez derketim u hatim malê.
Di vê navberê da xaltîka min Beriwan źî bi polês ra peyîviye, mesele hal kiriye.
Tabî dîsan hemî hêsabên xwa źî daye girtin.

Bi xwadê wan her du źinikan roźa me l‘ me herimandin yaw.
Ê bila xwadê źî roźên wan biherimîne u xelas, ihi.