Di vê hewaya bê bav da ti guhartin ćênebunn yaw :(
Serma ha serma.
Tabî aniha li vir tatîl e, źiber berbi ezmên ćuyîna hezretî
Îsa.
Loma źî her der girtî ne.
Êh, źi me ra źî wekî pisîkan serê xwa l’ ber xwa xistin u pê va
tiśtekî din namîne.
Ez ê hîro bîranîneke xwa ya kevin li vir belav bikim.
Min źi berî heftekê di Facebook’ê da źî bi kurtî belav kirî
bu.
Wê roźê, gava ez digel refên pirtukan
disekiniyam u hilo difikiriyam, ćavê min l’ pirtukeke kevin ya di nav refan da
ket.
Min ew derxist u ćavek lê gerrand.
Di nav da kertek hee' bu.
Li ser kertê resima Celadet Bedirxan’ê nemir xuya dikir.
Min ćerixand u l’ paś mêze kir.
Kert źi xalê me Firat Cewerî hatî bu.
Heger ne śaś 'bim, divêt źi berî 20 salan hatî 'be śandin.
Mixabin tarîx li ser nehatî bu nîvîsîn.
Xalê me Firat Cewerî eynen weha digot:
"
Dostê delal Beyhanî
Źi ber ku em bawer in entresa te źi pirtukên me ra heye, bê ku em źi te bipirsin, va ye em źi te re diśînin. Mafê pirtukan tu ćiqasî diśînî tu u kêfa xwa.
Bi silavên dostaniyê
Firat Cewerî
"
Di dema berê da źibo ku ez bikarim rupeleke bi zmanê kurdî bi dest bixim, wê rupelê bêhn bikim, pićekî wîcdana xwa pê rehet bikim, ez wekî kućikan ketî bum duv nivîsên bi kurdî.
Lê pirr kesat bu.

Bi hezar u yek zehmetiyan
min carina tiśtên gelekî kevin b’ dest dixistinn.
Źi piśtî ku ez hiynî
xwandin u nivîsîna bi kurdî bum, hîcar min dest b’ gerrîna pirtukên kurdî źî
kir.
Źixwa dîtina pirtukan tiśtekî bê îmkan bu.
Źixwa dîtina pirtukan tiśtekî bê îmkan bu.
Źi derî ćend heban pirtuk
źî tune bunn.
Carekê ez ćuyî bum śevekê.
Min li ser standekê kovara
Nûdem’ê dîtî bu.
Min bi lez yek girte destê
xwa u di nav ćavan ra derbaz kir.
Kovar bi śiklekî speyî
hatî bu amade kirin.
Ćend hebên ku li ser
standê bunn, min hema kirriyann.
Hema wê śevê min dest bi
xwandinê kirî bu.
Kêfa min bi kurdiya kovarê pirr hatî bu.
Kêfa min bi kurdiya kovarê pirr hatî bu.
Roźa din min denggośkî/têlefonî
kovarê kir, yanî mala Firat Cewerî.
Min źê rica kir, daku bila heźmarên
din yên kovarê źî źi min ra biśîne.
Tabî min dawa abonetiyê źî źê kir... Bi vî hawî têkiliya me bi hev ra ćêbu.
Tabî min dawa abonetiyê źî źê kir... Bi vî hawî têkiliya me bi hev ra ćêbu.
Źiber ku xalê me Firat Cewerî ev nexwaśiya min dizaniya, qet pêwist nedidît ku źi min bipirse, ka ew pirtukên nuderketî źi min ra biśîne ya na.
Pirr paśê ez pêhesiyam
ku, pirtuka min ya yekem ya ku min di sala 1990î da xwandî bu, ew źî pirtuka
Firat’ê me buye.
Yanî pirtuka wî ya bi sernavê «Girtî» bu. Paśê min ev pirtuk du carên din xwandinn.
Yanî pirtuka wî ya bi sernavê «Girtî» bu. Paśê min ev pirtuk du carên din xwandinn.
Ez hîn źî carina wê
pirtukê bi heycaneke mezin digirim destê xwa u ćîrokekê źê dixwînim.
Hîn źî ew dema ku min
dest bi xwandina wê kirî bu wekî doh li ber ćavên min e.
Serê min feleket pê têśiya.
Min nedikaniya her tiśt tam fam bikira.
Lê źi piśtî xwandina her ćîrokekê
kurdiya min źî pićekî baśtir dibu.
Bi taybet źî gava peyvên ku min di zaroktiya xwa da bi kar taniyann, dihatinn bîra min, ez dibum wekî ćuk, źi
kêfê dibim ćarbaskî bi xwadê ...
Helbet piśtî ku min pirtuk wê havînê li ba hewuza li nêzîkî mala xwa xwand u xelas kir, min mêze kir ku ez êdî pirtukên din źî dikanim bi rehetî bixwînim.
Wê roźê ez li ber tavê ćar seetan runiśtî mayî bum. Ćerma min śewitî bu li ber tavê. Lê min qet ferx nekirî bu, ez ewqas bi dil u can ketî bum nav pelên zmanê kurdî, ewqas źi xwa ćuyî bum.
Loma źî ez gelekî spasdarî wî me ku xalê me Firat ew pirtuk nivîsiye u diyarî zmanê kurdî u milletê kurd kiriye.

Ey xwadêyooo, ew ći
bextiyarî bu ku te didaa vî feqîrê xwa.
Min bi zmanê xwa kurdbuna
xwa, însanbuna xwa kifś kirî bu ...
Lê de hun carekê li van qeśmerên hîro mêze bikin.
Tevî ku meriv hîro dikare li ser hîv u Mars'ê źî hiynî kurdî bibe, tenê yek źî dev źi qewadî u qehpikiya zmanê tirk, ereb u farsên tecawîzkar bernade.
De bila qewadî u qehpikiya wan heraman daîmî 'be!

Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen