Di van roźên dawiyê da germayî hindekî din daket.
Aniha li dor deh pileyan (10°) dićerixe.
Źiber ku rooź/tav li ezmên hêć kêm nebu, źibo min zêde mesele nebu.
Dibêźin di vê heftê ewê heta śeś pileyan (6°) dabikeve.
Tabî śilî/baran źî ewê me tenê nehelê.
Ka hele em bipên ewê ći u ćiton/ćawan bibe.
Min di vê navberê da dîsan du-sê heb kes źi lîsteya xwa ya Facebook’ê derxistinn.
Êh, faśîzma zmanê tirkan ketiye xwîna kurdan.
Tirkan bi tecawîzan xwîna kurdan kirinn tirśik.
Hîcar kurd źibo ku bi zmanê tirkan kertiyê bikin, xizmetkariya xwa ya źibo faśîzma zmanê tirkan îspat bikin, bê namusiyên nediyî dikin.
Min źi berî du roźan di derbarê Înstîtuta Kurdî da nivîseke xalekî me di Facebook’ê da xwand.
Pirr sosret bu.
Mêro digot, «Di destê min da delîl hee ne. Min źi kesên têkildar ra gotinn, lê kesekî tiśtek nekir. Dibe ku hun bibêźin źi kîźan berpirsiyarî ra (te got)? Berpirsiyarê ku destur nedida kećikên kurd yên ku bi puśiyên xwa dixwastinn tev li dersên kurdî bibin.».
Hella hellaaa, hella hellaaa ...
Aha źi we ra kemalîzma faśîst ya ku di nav dezgehên kurdan da ketiye nav destê aźanên tirkan.
Tabî xalê me digot, «berpirsiyarekî TZP-Kurdî eynî ćalakiyan dimeśîne.».
Kuro bi telaq śexs, dezgeh u partiyên me kurdan bi tevayî źî ketinne destê tirkan.
De bila kurd ha ha xwa bikuźin, de bila set salên din lii ber xwa bidin, siyar hatinne u peya źî ewê herrin.
Aha nivîsa wî camêrî (ez destê xwa nadim rêzmana wî):
«Par qedexe bû. Asta 1 û 2wê ji bo hinek kesan serbest ji bo hinekan qedexe bû. Yanî ên ku niyasên wan di partiyê de nedikarin bêjin newe. Lê yên niyasên wan di partiyê de tune digotin: "Cih nîne û hwd.". Lê asta 3yê ji bo her kesê ku serpêçayî qedexe bû. Li pêş çavên min 8 keç qebûl nekirin. Min got "çima?". Got: "Ev ji bo TRT-6ê tên". Min got "Tu nizanî ev kî ne ji ku tên, te çawa zanî bo TRT-6'ê tên?". Got "Heval gelek li ser nesekine". Û bi dehan hincetên wesa. Çend keçên bi tûrban li ber xwe dan ketin dersan lê psîkolojiya wan xerab kirin. Bi girî ji bo min telefon vedikirin û derdê xwe digotin. 2 ji wan jî notên herî zêde distînin lê sertîfîka nedanê. Û hwd.
Me, komeleya melayan, Osman Baydemîr, Altan Tan û gelekên din hişyar kirin heta bi kotekî serbest bû. Bi kotekî dan serbestkirin. Di wê heyamê de wan kesan nîqaş dikirin ku bila keçên bi Tûrban neyên xwepêşandanên BDP...
Yanî ew ji bo dewletê dixebitîn. Dixwestin Tevgera Kurdan bi vî awayî qels bikin. Û me sersûc girtin dema pere ji polîsan werdigirtin. (4 hezar TL). Ku ew polîs emniyet amîrê Gazî Mahallesî bû û ji Ergenekonê niha li girtigehê ye.».
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen