Sonntag, 15. April 2012

Zmanê Kurdî Qasî Osmanî Źî Ne Bi Qîmet E!

Yaw rewśa hewaya berbat hêć neguharî.

Bêtir sar bu.
Baran źî zêde navberê nade.
Loma min dawiya vê heftê sport nekir.
Yanî ev herdu roź źî źi kîsa bavê min ćunn.

Serokwezîrê tirkên qewad, Tayyip’ê heram gotiye «kurdî źî dikare wekî zmanê osmanî bibe dersa hilbiźartî».
Hella hellaaa!
Ćawan yanî?!
Zmanê ku źi hêla bi mîlyonan kesan va têt bi kar hanîn, wekî zmanekî mirî źî nikare bibe xwadî statuyekê?!
De carekê lê mêze bikin, źibo ku zmanê osmaniyan bixin dibistanan u niźatperestiya xwa di bin maskeya dîn da veźînin, zmanê kurdî źî dikin aleta siyasetê.
Bêguman ewê gelek mesele derbiketinna, heger tenê zmanê osmanî wekî dersa hilbiźartî pêśniyaz bikirinna.
Źixwa zmanê osmanî źi erebî, farsî, kurdî, yonanî pêk têt.
Meriv hew dikane wekî zmanekî serbixwa nav bike.
Lê heger mesele bêt ser menfeetên mîllî, herkes mîlyon carî źi me kurdên ehmeq baśtir li menfeetên xwa difikire.
Êh, diźminê qewad e, normal e, źê pê va źî meriv nikare tiśtekî din bipê.
Tabî gava ez lii siyaseta me kurdan dinêrim, kezeb lii min diśewite. Meseleya min tenê ev e yanî.

Ez werim ser meseleyeke din.
Źi berî ćend mehan hevalekî min yê di Facebook’ê da qeyda min li ba komeke me kurdan ya bi navê «zimanê kurdî» kirî bu.
Tabî ez źî ćum u ketim nav komê.
Yanî kêm-zêde millet li ser zmên dide u digire.
Ez bi xwa źî carinan tiśtinan dinivîsînim, yan źî lêkolînên min yên ku têne weśandin, bi canikan ra parve dikim.
Helbet ez źî baś dizanim ku kes narre u naxwîne, hee bibe źî belkî yek-du kes in.
Di nav komê da camêrek hee ye ku śur simbêlên wî nabirre.
Mêro xwa kiriye zmannasê qerase, tevî ku ti eleqeya wî bi zmên ra źî tun e.
Yanî bi gotineke din, bi lîstikên klasîk u derewên bê śerm ha ha śîroveyên agirpêketî dike.
Tabî carinan frên nagirin u têt lii min źî dide.
Rexneyên ewqas beredayî dike ku, nakeve aqilê keran źî.
Ez serê we ne’êśînim u b’êśînim, źi berî du roźan min lînka lêkolîna xwa ya weśandî di komê da belav kir.
Wî źî hema li śunê «pesinand».
Ez pićekî ecêb mam.
Min «ći zu xwand yaw», got, xwa bi xwa ra.
Loma źî min ev śîroveya li źêr di bin nivîsê da kir.
Źixwa hun ê meselê fam bikin, gava we xwand:


«Xalê H. M., ez aniha piśtî ku te ev gotar pesinand, ketim serhed.org’ê u min carekê lii heźmara kesên ku ev gotar vekirinne, mêze kir, lê wekî źi berî ku ez wê li vir biweshînim, hîn 11 kes bunn.
Yanî ew tê wê mahnê ku bê ku tu gotarê bixwînî, te ev pesinandiye.
Tabî hîcar ez źi xwa dipirsim u dibêźim ka mesele di ku da ye.
Yanî tu him naxwînî, him dipesinînî u him źî li ser zmannasiya min gotinên źi zanîn u beźina xwa mezintir dikî.
Ez bawer nakim ku te gotareke min źî xwandî bibe.
Źixwa tu dê tiśtekî źî źê fam nekî.
Ya te li vir u wir «sohbetên qehwexaneyî» meshandin u mohra «mamostetiyê» lii xwa xistinne.
Helbet źi piśtî ewqas eletewś peyîvin u rexnên te yên vik u vala źi min ra źî tenê te śermezar kirin dimîne.
Diyar e ku em li vir bi artîstên ekrobetîk ra lotikan tavêźin, ne bi dilsoźên zmanê kal u bavan yên xemxwar ra.

Ê de hîcar em źi van qeśmeran ra ći bibêźin ez nizanim.
Yanî him lii ruyê min dinêre, him lii min derewan dike u him źî karê min lii min dide hîn kirin.
Ya staaar ...
Ya xwadêêê ...

Keine Kommentare: