Montag, 9. April 2012
Lotikên Du Roźên Dawiyê
Min dîsan ćend roźan xwa lii tiraliyê dayniya.
Źixwa li ba me dîsan zivistan bii śun da hat.
Êh, di sermayê da kêfa meriv zêde nayê ku źi qulika xwa derbikeve.
Min źî kêm-zêde weha kir.
Ev car roź bunn ku li vir tatîl bu.
Lê sibeh źi nu va kelecaniya źiyanê ewê bii millet bigire u hew.
Min di van roźên dawiyê da kesek źi lîsteya xwa ya Facebook’ê dernexist.
Hella hellaaa, kesekî bi zmanê tirkên qewad lotikên kerkî nehavit yaw.
Źi piśtî ku min ćar roźan sport nekir, min doh dîsan dest pê kir.
Him źî dest bi pîskîlêt.haźotinê kir.
Doh min qendî seetek u bîst deqqan pîskîlêt haźot.
Paśê źî ćum bezê, dewdu kîlomêtroyan beziyam u hatim.
Hîro źî min heman sport kir.
Lê sporta hîro pićekî din drêźtir bu, yanî herre were qendî sê seetan wext girt.
Tabî źiber ku herder tatîl e, derfeta ku ez bićuma tesîsên fîtnesê yên zangehê źî nemayî bunn.
Digel pîskîlêt.haźotina doh berf źî dibariya.
Carinan zêde dibu u carinan źî kêm dibu.
Gava ez bi pîskîlêtê lii nêzîkî Baden’ê bum, berfê birriya. Yanî li wir qet berf nebariya.
Her husan pićekî źî hewaya li wir germtir bu.
Lê dîsan źî bi têra xwa sar bu.
Bi taybetî źî serê min pirr serma xwar.
Gava ez hatim malê u źi pîskîlêtê daketim, min lê nihêrî ku ez zêde ne li ser hiśê xwa me.
Min nema dikaniya tewśa xwa bigirim, xwaro-maro dimeśiyam.
Heta ku derketim źor u hatim ketim mala xwa, min ćend caran xwa lii vir u wir daa.
Helbet min digot ez ê dîsan bi lez derbikevim der u herrim bezê.
Lê mixabin min hema nekaniya.
Pêśta min ćayek ćêkir u vexwar, ćend tiśtên hurik xwarin, qesî du seetan li malê sekiniyam.
Paśê di seet heftan da rabum ser xwa u ćum bezê.
Ti pirsgirêk derneket.
Yanî wekî śêran vegerriyam u hatim.
Haaa, źi berî ku źi bîr bikim, doh u hîro, herdu hêvaran ćum meśa xwa źî.
Ê babam ma min negot ku ez śêrekî temam im, hi, waaa.
Abonnieren
Kommentare zum Post (Atom)
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen