Hîro źi pistî nîvroyê li vir tatîl bu.
Her ćendî tatîl bibu źî hewa pirr xerab bu.
Tabî vê sibehê di seet heftan da rabum ser xwa u ćum nexwaśxaneya zarokan, min ê qendî seetekê wergerr bikara.
Źiber ku baraneke pirr hurik dibariya, ez pićekî źî śil bum.
Lê gava vegerriyam malê, ez peya hatim, yanî min pîskîlêta xwa źî bi xwa ra haniya.
Êh, yanî divêt carinan źî ez wê bi xwa ra bigerrînim.
Źi vê pê va min hîro bêźenasiya peyva kurdî «hêvî» xelas kir u źi amidakurd.com’ê ra śand.
Min di nav nućeyên hîro da daxuyaniya PAJKê (Partiya Azadiya Jinên Kurdistan’ê) dît u xwand di amidakurd.com’ê da.
Kek Mahabad di Facebook’ê da belav kirî bu.
Lê bi raśtî źî ćavên min bi têra xwa belbelokî bunn.
Loma źî min ev śîroveya xwa di bin da kir:
«Mixabin ku carinan meriv heyîrî dimîne, nizane ku ći bibêźe li hemberî tevgerrînên me kurdan.
Ev gotina:
„... netew dewletekî Kurd ji bo Kurdan tu sûdek xwe tuneye.“
tenê dikare fikreke faśîst ya tirkan bibe u nikare milletê kurd temsîl bike, fikra kemalîzmê ya di nav siyaseta me kurdan da ye, xizmeta manîpulasiyonên kemalîzmê ye.
Li ser van gotinên vala li hêlekê tirk ha ha dewleta xwa xurttir u mezintir dikin, li hêla din źî hestên kurdan yên mîllî tarumar dikin.
Gelo ev hemî cîhan ewqas ehmeq e ku nizane „netew-dewlet“ ćiqas zerurî ye źibo heebuna mîlletekî?
Azadiya malbatekê źibo endamên wê malbatê ćiqas zerurî ye, azadiya milletekî ya mîllî u dewletî źî źibo mîlletekî ewqas zerurî ye.
Tiśtê ku milletekî dike millet „zman u hestên mîllî u dewletbuna wî ye“. Bê van śertên bingehîn ti millet nikare li ser piyan bisekine, heebuna xwa îspat bike.
Ti însanekî normal di van śert u śurtên anormal da ranebe gotineke weha beredayî u belaś nake.
Dixwaze bila hezar carî canê xwa dayî bibe, bê mahne ye.
Tenê du śensên kurdan hee ne:
„Yan ewê bibin netew-dewlet yan źî tune bibin".
Netew-dewlet buyîn gerentiya pêśeroźa hemî milletan e, yên ku nikarin źî handa dibin u terrin.
Wekî heywan u nebatan herro zman u milletên ku hîro bi ćend kesan heebuna xwa didomînin źî źi źiyanê oxira xwa dixwazin.
Śertên xwezayê ne.
Ewê her u her weha źî bibe.
Netew-dewletbuna me śensa heebuna me yekane u ya dawiyê ye.»
Paśê kek Mahabad ev śîroveya xwa di bin da belav kir (destê xwa nadim nivîsê):
«Her tist miyada xwe dadigire, netew dewlet jî dê rojek rola xwe temam bike û pergaleke din bikeve sûna wê. Cewa ku ummetiyê demek pir dirêj bi taybet li Ewropa, Bakurê Efrîkayê û Rojhilata Navîn roleke mezin lîst û mora xwe li demê xist ku hîn jî em bi bandorên wan deman dijîn, bas an xirab, dê heman tist bê serê netewe dewlet jî bê guman!.. Lê.... lê divê her tist di nav xweza xwe de dewra xwe bilîze û di nav xweza xwe de temam bibe, ango bidawî bibe, problem ev e! Mirov xwarina nepijayî bixwe, dê mirov vereshe. Em gavên ku divê belku sedsalên din bêne avëtin niha davêjin û li ser herkesekî jî ferz dikin, sasî di vir de ye. Bê guman ku divê kurd jî di vê pêvajoya netewedeletê re derbas bibin, wê bijîn, bi wê bikemilin û ji pêvajoya temambûna serdema netewdeletê re bi vî rengî amade bin, an na tistê hatî serê sosyalîzma reel, dê bi serê me de jî were, lewre divê civak di nav xweza jiyanê de bikemile. Mirov nikare hingivê bide zarokek ku yeksaliya xwe danegirtiye, dibêjin pispor, lewre pisika wan ranagire û dikare an bikuje an zirarek mezin bide wî zarokî!..».
Vê hêvarê min ev nuće di nukurd.com’ê da źî dît u min rabu bi tevî ćend van rêzikên xwa yên li źêr di profîla xwa ya di Facebook’ê da belav kir:
«Gelo haya PAJKê źi gotinên xwa hee ye?
Heger PAJK ewqas śernexwaz e, hingê ćima dest źi chekan bernade?
Di kîźan formê da dibe bila bibe, „śerê di xwezayê da“ sebeba herî esasî ya „źiyanê“ ye.
Ev źi berî sê mîlyar salan źî weha bu, hîro źî weha ye u sibeh źî ewê weha bibe.
Ez digel vê gotina PAJKê źi binî va śaśo-maśo bum.
Bêguman PAJK dikare li paś deriyan dewletên faśîst yên ku li ser piśta kurdan xwa mest dikin źibo vê yekê qanî bike, lê ćênabe ku di nav xelkê kurd da rezelateke weha kemalîst bike u di nav kurdan da wan ćend gram hîsên neteweyî yên heeyî źî tarumar bike.».
Êêê, we got ći babam?
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen