Hewaya hîro germ bu.
Źi piśtî vê nîvroyê heta seet 17an min li klînîkê wergerr kir.
Paśê bi lez hatim malê u ćum pêgoogê.
Heta seetek u nîv pêgoog lîstinn.
Pêra źî ez ćum ciyê fîtnesê yê li kêleka qada pêgoogê, yanî tesîsên fîtnesê yên zangeha Irchel’ê, li Zürich’ê.
Hîro gava ez dićum sportê min diya Jenni li ber dêrî dît.
Źi min ra got, «ma tu dixwazî 18ê vê mehê herrî lîstikeke Jenni ya li dibistana wê mêze bikî, ez nikarim, źiber ku ez ê bi Manon ra herrim dibistana wê?».
Źiber ku hevaltiya min u Jenni bi nav u deng e, min hema got «temam welle u bille, ez ê herrim».
Gelekî kêfxwaś bu.
Gava ez vê hêvarê hatim malê, min dîsan diya wê li korîdora avahiyê dît.
Źi min ra got, «Jenni hîn raneketiye, ka hele carekê pê ra bipeyîve.».
Min li dêrî xist u vekir, Jenni li paś deriyê mala wan bu.
Pirr kêfxwaś bu.
Hema bi lez nameya ku źi dibistanê hatî bu nîśanî min daa.
Paśê me mesele ćareser kir u gotina xwa kir yek.
Lê Manon, yanî xwanga wê ya neh salî kire miz u miz.
Yanî dixwast ku ez eynî roźê herrim lii muzîka wê źî guhdar bikim.
Ê lo babam herdu źî di eynî demê da dest pê dikin, ma ez feqîrê xwadê ći bikim yaw, waaa.
Ya din źî Jenni źi Manon du-se salan pićuktir e.
Li hêla din źî ez u Jenni ev śeś sal in ku hevalên hevdu ne.
Welle min heta hîro źî nekaniya kurdî lii Jenni bidim hîn kirin, kafirtiyê dike.
Tabî ez dest źê bernadim, ewê îllam hînî kurdî bibe.
Aniha ez ê źibo temaśevaniya xwa pê ra bipeyîvim u bibêźim, «bi serê te yê kundirkî bibe, heta ku hînî ćend peyvên kurdî nebî, ez nayêm.».
Źixwa źi van kurdên ku bunne faśîstên zmanê tirkên qewad, faśîzma zmanê tirkên heram dikin, hêviya min nemaye.
Law babam ez źi kurdên hilo qeśmer ćiqas nefret dikim, tenê xwadê u ez dizanin ellawekîl.
Min doh di înternetê da lêkolîna xalê me Ferdinand Justi ya ku di sala 1873an da li Marburg’ê hatiye ćap kirin, dît.
Lêkolîn di derbarê „li ser spîrantên kurdî» da ye (bi elmenî „über die kurdischen Spiranten“).
Lê min nekaniya li ti ciyekî bibînim u daxînim ser kompîtura xwa.
Dawiya dawîn min di pirtukxaneya Înstîtuta Kurd Ya Parîs’ê da ew dît u daxist.
Ćend caran min li pirtukxaneya baźêr ew sîparîś źî dayî bu źi berî bi salan, lê nekaniyan b’înin.
Bi raśtî źî min qet dil nedikir ku ez roźekê li ser vê miźarê lêkolînekê bikim, bê ku ez lêkolîna Justi bixwînim.
Ev mesele di nav zmanê kurdî da namusa dîroka fonoloźiya zmanê kurdî ya śeś hezar salan e.
Helbet ku meriv nezaniya mesele bi temamî ći ye, meriv hew dikane girîngiya vê źî bizane.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen