Mittwoch, 4. April 2012

Faśîzma Zmanê Tirkan Di Nav Kurdan Da!



Hîro min ću qendî ćar seetan wergerr kir.
Vê hêvarê berbi seet 18an dîsan hatim malê.
Min hîro sport źî nekir.
Hewaya hîro źî wekî ya doh bu.
Ćend caran hurik bi hurik baran źî hat.
Ligorî ragiyandinên meteoroloźiyê ewê hefteya li pêś me źî bi vî hawî bidome.
Wekî din tiśtekî sosret pêk nehat.

Min źi berî ćend roźan di înternetê da di derbarê hatina Selahattin Demirbaś ya Berlin’ê da nućeyek xwand.
Di nav komeke kurdan da banga pêśwaziyê dihate kirin.
Digel hindek kesan min źî li ser axaftinên ku ewê bihatinna kirin, pirsek źi komê kir.
Lê kesêkî tiśtek nedizannî.
Tabî pirsa me tenê źiber hesesiyetên me bu.
Helbet em źî baś dizanin ku siyasetmedarên me zman-tirkćiyên herî faśîst in.
Mesela di nav MHP, AKP, CHP u MÎTa tirkan da źî meriv nikare faśîstên hilo qerase bibîne.
Lê kurd bi xwa źi tirkan hezar carî zêdetir bunne faśîstên tirkan yên taśeron u śarlatan.
Źixwa Selahattin’ê me ewê heta mirina xwa źî «dev» źi zmanê tirkên xwa bernede.
Bixwaze źî nikare.
Źiber ku tirkan ew źehr u ziqqim carekê xistinne nav mêźî u xwîna wî.
Hun zêde baweriya xwa bi gotinên wî yên «ez bi zazakî dipeyîvim» hêć neyînin.
Derewan dike, bi kurdiya zazakî źî nikare du tiśtan lii hev b’îne.
Źixwa xema wî źî nîn e.
Drêź nekim babam, paśê kesê ku źi millet daxwaziya hatinê dikir, di komê da got her tiśt źî bi tirkî hate kirin.
Yanî me faśîzma zmanê tirkan bi destê xwa hanî Ewrupê, bi destê xwa zmanê tirkên qewad di nav xelkê kurd da «meśru» kir.
Hîcar ma kî dikare yan źî dixwaze faśîstên wilo tirkćî cîddî bigere, kî?!
Law cîgerim tu bi xwa aleteke sîstema kuśtina milletê kurd î, hîcar tu ćima radibî li der u dora xwa dikî qîźźewîźź.
De baźooo.

Vê hêvarê min dîsan di komekê da pirsa ciwanekî me kurdan xwand.
Mêro digot, «źiber ći em kurd li Ewrupê di nav xwa da bi tirkî dipeyîvin, ćima hînî zmanê xwa nabin? Ma ev wezîfeya me ya mîllî u esasî nîn e?!».
Min źî rabu ev nivîsa xwa di bin pirsa wî da parve kir:

«Xalê E., qurban, tirkan bi kuśtin u tecawîzan faśîzma zmanê xwa xistinne nav mêźiyê me.

Yanî faśîzma zmanê tirkan hêdî źi me ra buye tiśtekî pirr normal wekî nên u avê.
Loma źî hîcar me kurdan bi xwa dest bi meśrukirina faśîzma zmanê tirkan kiriye, yanî em kurd bunne faśîstên tirkan yên źi dil u can.
De bila kurd neyên źi min ra nebêźin ćima tirk desturê nadin zmanê me kurdî.
Ev źî buye sextekariya me kurdan źibo ku em xwa źi mesuliyetê xelas bikin u googê bavêźin ser tirkan.
Ma kê devê kurdan li Ewrupê girêdaye ku bi kurdî napeyîvin?
Źi hezar ćeman hezar avan tînin, źibo ku faśîstiya xwa ya tirkćî veśêrin kurdên śarlatan, loma canim cîgerim loma.».

Keine Kommentare: