Donnerstag, 26. April 2012

Merivê Pîroź Celadet Elî Bedirxan U Zmanê Kurdî


Hîro hewayeke pirr xwaś li vir hee bu.
Bi baweriya min li dor dewheśt pileyan (18°) bu.
Gava min vê nîvroyê li hewśa mensaya zangehê xwarina xwa dixwar, min hew kaniya di bin tavê da lii ber xwa bidim.
Min heval Mewlut źî li wir dît. Xalo źi Kurdistan’a Qonye’yê tê.
Źi min ra got roźên pêncśeman têt li ba zangeha ETHyê dixebite.

Ez bawer dikim tenê ćend heb kurd dizanin ku hîro roźbuna merivê nemir, kedkarê zmanê kurdî yê bê nan u av, dilsoźê zmanê bav u kalan yê xembar, roźbuna Celadet Elî Bedirxan bu.
Min bi xwa źî nedizanî!
De bila hîcar ew laneta ku ez hertim lii kurdên din yên heram u qewad dikim, lii min bikeve!

Celo’yê me di 26.04.1893an da li Stembol’ê hatiye dinê.
Navê bavê wî Emîn Elî Bedirxan (lawê mîr Bedirxan e) u yê diya wî źî Senîha Xanim e.
Lê diya wî bi eslê xwa ćerkez e.


Min berê gelek tiśt li ser źiyana Celo’yê me xwandî bunn.
Lê vê gavê bi temamî na’yên bîra min.
Mesela ez ćuyîna wî ya Elmenye’yê ya di sala 1923an da dizanim.
Li wir huquq xwandî bu.
Hezar mixabin ku hingê girîngiya zmanê kurdî di serê wî da derneketî bu pêś.
Bi zêdeyî siyasetê va miźul dibu.
Loma huquq xwandî bu, źibo ku bikare xizmeta milletê kurd bike.
Mesela bi gelek hevalên xwa rêxistina „Xoybun“ ava kirî bu.
Źiber vê yekê di bin rêberiya general Îhsan Nurî Paśa da dest bi śerê azadiyê kirî bunn li Agrî’yê.
Lê mixabin ku ew serhildana milletê kurd ya dîrokî źî wekî yên źi berî xwa têk ću.
Paśê Celo’yê me dîsan wegerriya Elmenye’yê.
Pêra berê xwa daa Qehîre’ya ereban.
Źi vir źî dawiya dawîn derbazî Suriye’yê bubu.
Di nav feqîrtiyeke pirr mezin da źiyana xwa derbaz kirî bu, heta ku di nav bîra xwa ya ku bi destên xwa ćêkirî bu, mir.
Bêguman gumaneke ku rêxistinên nepenî ew merivê mezin kuśtî bibin źî hee ye ...
Gava ew li Suriye’yê bi cî bubu, wî hemî bala xwa dayî bu zmanê kurdî.
Celo’yê me pirr baś pêhesiya bu ku bê zmanê kurdî ti derfeta kurdan ya ku bikarin xwa li źiyanê bihêlin, tun e.
Du kovarên herî pîroź bi zmanê kurdî derxistinn u bexśandinn pirtukxaneya kurdî.
Digel vê yekê dîsan li dor van herdu kovaran gelek ciwanên di dema xwa da hanî bu ba hevdu, źi wan nivîskar u śaîrên pirr hêźa derxistî bu ...

Drêź nekim babam, źixwa tiśtên ku ćavê min Celo źibo milletê kurd kiriye, kurd bi xwa hîn źî źi hezarî yeka wê nizanin.
Kurdan ti carî źi Celo’yê me fam nekirinn u hîn źî nakin.
...

Ez bi kurtî werim ser miźareke din.
Źi berî ćend roźan min di nav komeke me kurdan ya di Facebook’ê da profîla dengbêźekî me kurdan dît.
Mêro millet dawetî rupela xwa dikir.
Tabî ez carekê ćum u min lê mêze kir.
Hahooo, hahooo, de tu dengbêźekî zmanê kurdî bibe u bii ser da źî rabibe bi zmanê tirkên qewad tiśtan binivîsîne, hahooo.

Êh, xalê we me babam, dîsan dilê min kir teq u req u hew.
Min rabu ev śîrove li ser profîla xalo kir u derketim:

«Xalê Dengbeź Apê B., xalooo, heyran, qurban, ez wekî śexs qîmeteke bê tarîf didim dengbêźên me yên hêźa, bê tarîf.
Lê nikarim qebul bikim ku dengbêźekî me kurdan bi zmanê qewmê tirkên heram śan u śerefa zmanê bav u kalan gemar bike.
Ez di xewn u xeyalên xwa da źî nikarim bifikirim ku dengbêźekî kurd bi zmanê wan tirkên qewad bê xîretiyeke weha b’îne serê zmanê kurdî u bibe aleteke siyaseta diźminê zman u milletê kurd.
Źixwa zmanê kurdî milkê dengbêźên kurdÎ yên bi hezar salan yê miqeddes e.
Hîcar ćênabe ku dengbêźên me źî lii zmanê me yê pîroź îxaneteke weha bê tarîf bikin.».


Ez dibêźim śîroveya min pirr germik bu, zêde dengê teq u reqê źê na’yê yaw.

Keine Kommentare: