Sonntag, 6. September 2015

Rêwîtiya Duyem Ya Berbi Kurdistan’ê Va -17-



Śahîn u Śukran dadikevin źêr, nav nahalê.
Nîgên min yên di nav
avê da. Min got qet nebe
ez kurrikên/gorên xwa
biśom.
Ez li ser dîwarê hilweśiyayî yê ćil salî l’ herda zaroktiya xwa mêze dikim.
Bi hêvî me. Źixwa ez ê ćend śopên din yên nas peyda bikim li vê beyarê, dibêźim xwa bi xwa ra.
Bi hêdîka dadikevim źêr, têm cem Śahîn u Śukran’ê.
Em li keviya avê radiwestin. Ez dixwazim ćend resimên avê bigirim. Nîgekî xwa datînim ser kevirê di nav avê da. Lê kevirê di bin nîgê min da śemitiya u nîgê min yê ćep kete nav avê. Îcarê min nîgê xwa yê din źî kir nav avê bêyî ku solên xwa derbixînim.
Śahîn u Śukran’ê źî solên xwa źi xwa kirin u nîgên xwa kirin nav avê.
Śukran'ê, «Keko, bi xwadê ev xistina nîgan ya nav avê fikireke baś bu», got.
Helbet mebesteke min ya bi vî hawî tune bu, lê ew kevir bu’bu qedera me ya di nav avê da.
Min hêkên bi runê patî yên di nav nên da derxist u dest bi xwarinê kir. Śukran u Śahîn źê negirtin, wan źî nan u pendurê di turikên xwa da derxistin.
Em heta nîv seetekê nîgên me di nav avê da li ber avê runiśtin.
Nîgên min di nav avê da.
Gava min girte ser kamereyê

źiber tîrêźên roźê yên
di nav avê da rengekî
sosret derket holê.
Paśê em rabun ser xwa. Śukran u Śahîn berbi mala źor va meśiyan. Kesek li wê derê bu, lê me nedizaniya ku kî bu.
Gava ez hatim ba wan, min mêze kir ku canikên me bi hev ra sohbetê dikin.
Zarokekî li dor ćardeh salî li wir bu.
Bi tirkî bi hevdu ra dipeyîviyan. Min bi kurdî silav daa wî lawikî. Śukran di cî da got ez bawer nakim ku bi kurdî bizane.
Lêwik hema bi lez got, «Na, ez bi kurdî dizanim.».
Kêfa min pirr pê hat. «Ćavê mino, ma tu xelkê ku derê yî?»
«Ez li vir śivantiyê dikim. Źi xelkê Muś’ê me. Źibo vê havînê hatim vir. Ez ê îsal dest bi lîseyê bikim. Lê ez  bawer nakim ku ez careke din werim van deran.», got.
Śivanê ciwan yê ćavbelek.
Lawikekî śermok bu. Lê kurdbuna wî, kurdiya wî hîsseke sosret di min da ćêkir. Me fam kir ku em kurd in u zmanê me źî kurdî ye. Hîn źî em hee ne, hîn źî em li vir in!
Śukran u Śahîn xatir źê xwastin u berê xwa dan berbi hêla paś malê. Kaśeke tuź li paś malê hee’bu.
Ez pićekî din bi wî lawikî ra peyîviyam. Min ê hindek pere bidayê, lê mixabin ti tiśt li ba min tune bu, mixabin.
Źi berî ku ez źê xatir bixwazim, min destura girtina ćend resiman źê kir. «Keko, mesele nîn e, helbet dikarî ćend resiman bigirî.», got.
Ćend resiman dikiśînim. Destê xwa drêź dikimê, destê wî bi hezkirineke mezin diguviśim. «Bila haya te źi te baś hee’ ’be, ćavê mino! Dibe ku em roźekê li ciyekî din rastî hev bên, źi bîr neke. De bi xatirê te.»
Śahîn u Śukran, xaltî u xwarziyên
hevdu, di nav avê da
kêfê dikin.
«Oxir ’be, keko! Ez ê bextewar ’bim.»
Gava ez hatim paś malê, ti kes tune bu. Min nedizaniya ku Śukran u Śahîn b’ kîźan hêla da ćuyî bun.
Lê min berê xwa daa kaśa tuź ya li ber min bi xêra ćoyê di destê min da.

Źixwa min di zaroktiya xwa da hertim merax dikir u dixwast tiśtê li ser vê girê, tiśtê li paś vê girê bibînim. Źibo min mîna ku welatekî din u însanên xerîb li paś wê girê hee’ ’bin, ez pićekî ditirsiyam. Źibo min ew gir mîna sînoreke ebediyen bu di navbera me u wan da.
U ez ê vê gavê, aniha bi hêdîka berê xwa bi ćoganê di destê xwa da bidim nav wê sînorê.
De ya bi xêr.



Metin / Kemal Kahraman: "Meyman" (= "Mêvano/Nîvano")






Keine Kommentare: