Paśê ez di riya xwa da berbi hêla Gola Sor u Arîgaz’ê va meśiyam.
Gola Sor |
Li ser ćiyê min ćend caran bang l’ kekê xwa Smêîl źî kir.
Ti deng źê tune bu.
Zêde wext nemayî bu ku rooź ava bibe.
Li Arîgaz’ê min ćend resim kiśandin, bi têra xwa l’ wan deran mêze
kir.
Vê carê ava di nav golan da zuwa nebuyî bu. Sala ćuyî dilopek av
źî di nav her du golan da tune bu. Digotin hiśkî ćêbuye. Ava ku źi kaniya li
źorê her du golan dihat źî zuwa buyî bu.
Lê îsal pirr baran u berf hatiye.
Arîgazê |
Źi piśtî ku min hesreta xwa pićekî haś kir, ez bi hêdîka ketim
ser riya zaroktiya min ya berbi gund va.
Herda di bin lingên min da bi têra xwa sor bu.
Kelecanî di dilê min da cî dikir.
Dema hatim źêr u źi nav daristanê derketim, min berê xwa daa
dibistana gundê me yê wêranbuyî.
Ćum u ketim hundir. Hîn źî śopa ziyereta min ya par di nav
dibistanê da hilo disekiniya.
Bala xwa qet nadim hîssên xwa. Źixwa yan ewê roźekê bi xwa
herrin, yan źî ewê min bi xwa ra bigirin u biben.
Divêt meriv li paś xwa śopekê bihêle. |
Derdikevim der. Li hewśa dibistanê derbeyeka ku Ato li ba
googlîstinê l’ min xistî bu, hate bîra min. Herhal destpêka sala 1974an bu.
Ez demekê li ber dibistan’ê b’ vir u wir da ćum u hatim.
Min ćend resim kiśandin. Lê pêśuyên bê bav pirr bi hêrs bun. Gośtê
meriv bi zindî dixwarin.
Îcar ez di nav taxa roźhilatê ra berbi mala me ya tarumarbuyî ćum.
Ew ćend kevirên li wir mayî źî di nav giyan da handa bu’bun.
Ava ku di nav kaniya li ber mala me ra diherikiya, xuya nedibu.
Xerabeyên źi mala me mayî. |
Ez zêde li wir nesekiniyam. Źixwa ez ê hîn gelek caran bićuma wan
deran.
Di nav taxa roźava ra derbaz bum u ćum gundê me yê nu.
Gava ez ketim hundir u min l’ mitfexê mêze kir, min kekê xwa Smaîl
li ber masê dît. Mêro ćay vedixwar.
«Yaw te ćima negot u têyî malê? Ez źî l’ te digerim li Arîgaz’ê.»
«Welleh ez di nav Bostanê Sêfî ra daketim u hatim malê. Min
digot qey tu li duv min î.»
Ez derbazî serśokê bum. Min got źi berî ku millet were mêvantiyê ez avekê l’ xwa bikim.
Dibistana gundê me yê xerabe (28.6.2015). |
Ciwan Haco: "Zînê"
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen