Hefteya
buhurî źibo ćend roźan riya min li Wiyene'yê ket.
Ez u Celîl'ê Celîl |
Helbet
źi berî rêwîtiya min min carekê têlefonî înstîtutê źî kir, ez bi xalê me
Celîl'ê Celîl ra peyîviyam ...
Roźa
îniyê, di roźa 18.12.2015an da ez ćum înstîtutê.
Xalê
me Celîl'ê Celîl bi tevî xwarziyê xwa ez li stesyonê bi erebê girtim. Em ćun
înstîtutê.
Me
bi hev ra qasî sê seetan wext derbaz kir.
Xalê
me gelekî nazik bu.
Em
li ser zmanê kurdî bi hev ra demeke drêź axaftin. Xalê Celîl kar u barê ku
kiriye, kar u barê ku ewê bike, yek bi yek nîśanî min daa.
Lê
mixabin xalê me li dor heśtê salên xwa ye, hêdî ew hêza ku berê tê da hee'
buye, nemaye dibêźe ...
Bi
fikir e, źi kurdan gazincan dike.
Gava
ku ez ê bićuma Wiyene'yê źi min daxwaza pirtukên bi kurdî kir.
Lê
mixabin źiber ku kurd bi zmanê xwa kurdî pirtukan nafrośin, min tenê têza xwa
ya li ser zmanê medî "Zmanê Medan" wekî pirtuk daa girêdan u bir.
...
Di
dawiya axaftina me da, źi berî ku em xatir źi hevdu bixwazin, got, heger tu
bixwazî lêkolînên xwa bidî ćapê ez ê tiśtê źi destê min tê bikim.
Me
soz daa hevdu u ez ketim ser riya xwa.
Paśê,
roźa din xalê Celîl dîsan têlefonî min kir, dubare daxwaza xwa ya piśtevaniyê
haniya zmên.
Min
soz dayê ku heta ćend heftan ez di vê meselê da gaveke yekem b'avêźim, rêza
yekem ya lêkolînên xwa amade bikim.
...
Li
źêr ćend resimên girtî yên li Înstîtuta Kurd ya li Wiyene'yê.
Kerem Gerdenzerî: "Keća Perî"
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen