Li vir hewa bi têra xwa sar e. Berf źî dibare.
Heta sifirê daket.
Di van roźên dawiyê da min hew kaniya bi pîskîlêtê herrim kar.
Di vê navberê da tiśtekî esasî li ba min ćênebu.
Surprîzeke ecêb vê hêvarê ćêbu.
Xizmekî min li vir hee ye.
Em hevdu pirr kêm dibînin.
Hîro wî denggośî/têlefonî min kir.
Got, «Yaw va ye buka me Saniye hatiye ba xalê me Niyazî, me got em vê hêvarê carekê b‘ wir da herrin, ziyaretekê bikin u dîsan vebigerrin. Tabî me got źi te źî bipirsin, dibe ku daxwaza te źî hee ‘be.».
Ez pićekî śaśomaśo bum.
Min got, «Cîgerim buka me kî ye, Saniye kî ye bi xwadê dikî?».
Got, «Hahooo, buka me źî nas nake. Ê ma ew bu? Yaw tu źina brayê xwa źî nas nakî babam, waweylêêê?».
Herê welleh, ez źina brayê xwa źî nas nakim, bi sond u peyman ku nas nakim.
Nedîtiye źî.
Di vê navberê da du zarokên wan źî bunne; lawek u kećikek.
Yanî ez źi nu va bume apo, lê haya min źi feleka xayîn nebuye.
Brayê min źi min qendî pênc salan mezintir e.
Min brayê xwa berî ćardeh salan carekê li Elmenye’yê, źiber mêvantiya brayê me yê źi me herduyan mezintir, li mala xwanga me dîtî bu u ewqas.
Źi piśtî ku ez źi welêt derketim, ew źî derketî bu u ćuyî bu Frense’yê.
Yanî di nav van 24 salên dawiyê da min ew tenê carekê dîtî bu.
Têkiliya me ya bi denggośê źî hema hema qet nebuyî bu.
Berê bi źineke frens ra zewicî bu.
Bi hev ra du zarok ćêkirî bunn. Paśê źi hevdu veqetî bunn.
Ev xizmê min bi źin u zavayê xwa hatinn mala min, ez źî girtim u em derketinn ser rê.
Em ê bićunna
Elmenyê. Ne źi vir dur e. Qendî
seetekê dikiśîne.
Em ćunn.
Gava em ketinn hundir, min lawikê brayê xwa yê sê salî dît.
Tabî min ew qet nas nedikir.
Lo bavkê mino ew hilo li ciyê xwa sekinî bu u l‘ min mêze dikir.
Qey te digot ez nas dikirim (dibe ku l’ bavê xwa śibandî ‘be).
Min yekcar destên xwa berbi wî va drêź kirinn u bi kurdî got, «were were, wereee!».
Hema biśiriya u berbi min va beziya u xwa havite himbêza min.
Qet xerîbî nekiśand.
Em du seetan li wir mann. Hertim dihate ba min, xwa tavête himbêza min, di paśila min da rudiniśt, dixwast tiśtina bibêźe. Lê hîn nikar bipeyîve.
Ći derewan bikim, min mêze kir ku di dilê min da hîseke ecêb ćêdibe, tiśtê ku min qet hîs nekirî bu.
Mîna ku perćeyek źi min bibe, min ewqas nêzîkî di nav me da hîs dikir.
Sufetê wî źî l‘ ya bavê xwa diśibe.
Navekî bi zmanê tirkên qewad l‘ lawik kiriye brayê min yê tirśikćî u taśeron: «Îlkcan». Navê kećika ku nu ćêbuye źî kiriye «Destan». Kećik radiket, min nekanî bibînim.
Zavayê xizmê min dît ku ha ez bi navê lawik pirr aciz im, got were em bikin «Reśo» u xelas.
Êh, kêfa min pê hat. Min źî heta ku hatim tenê «Reśo» got.
Ya raśt hîn źî źi serê min qet derneketiye.
Ewê heta deh roźan werin wir źî. Paśê źî ewê brayê min źi Frense’yê źibo serê salê were Elmenye’yê.
Dibe ku em careke din hevdu bibînin.
Navbera me qet ne baś bu.
Di raśtiyê da, min tiśtek nekiriye. Di zaroktiya min da pirr zilm l‘ min dikir.
Źiber ći bu nizanim, lê kêfa wî zêde b’ min nedihat. Ez dibêźim dibe ku bavê min u yên din di zaroktiya me da ez źi wî zêdetir hez kirî bibim (tabî nayê bîra min, millet źi min ra digot. Ya raśt min bavê xwa di źiyana xwa da pirr kêm dîtiye. Gava źi hepsê reviya bu, bi dizzî li Stembol'ê diźiya, ez carinan dićum ziyareta wî, ew źî di du heftan da carekê, źi berî ku ez derbikevim Ewrupê). Hertim li hemberî min bi hêrs, kîn tevdigerriya. Tevî ku dilê min b’ wî pirr diśewitiya źî.

Hindek dîmenên
wî di mêźiyê min da hee ne ku, min kelegîrî dikin gava tên bîra min.
Di wê salê da mala me tevda xerab buyî bu.
Bavê min ketî ku hepsê, diya min gava źi daristanê źibo zivistanê hêzik taniya malê, źi girekî bilind ketî bu, di nav avê da heta sibeha roźa din źi xwa ćuyî mayî bu. Hêla wê ya ćepê di nav avê da cemîdî bu. Paśê źî ev hêl felc maa.

Hingê brayê me
yê mezin bîst salî bu u li navćeyê źi berî mehekê dest bi karê xwa yê
texnisyeniyê kirî bu li daîreya zîreetê.
Wî hat mal bar
kir u em birinn navćeya me Refahiye'yê.
Li navćê hema
hema qet kurmanc tune bunn. Tevda źî tirkên niźatperet u fanatîkên dîndar
bunn.
Pirr zilm l'
min u brayê min kirinn. Piśtî demekê brayê min bu hevalê wan zarokên tirk, bi
hev ra her xerabî dikirinn.
Lê ez tenê
roźekê źî nebuyî bum hevalê wan. Hertim hêriś tanîn ser min.
Min xwa feleket
diparast, îmana wan dikir teneke. Tu carî yek bi yek nedihatinn ser min, pirr
ditirsiyan, tevî ku min mezintir źî bunn; loma źî bi komên mezin hêrishên
xwa dikirin. Bernadidann ku ez solan boyax bikim u pereyan berhev bikim.
Ew źibo
min u ez źî zhibo wan buyî bunn kelem di ćavên hevdu da heta ku
ez źi piśtî salekê ćuyî bum dibistana herêmî ya li Kemah'ê.
Wê demê, yanî di dema zaroktiya me da, roźekê yekî qewad li ba kar bi xapandinê serê brayê min b’ ser utiya komirê da dayî bu xwar kirin u paśê źî agir b’ komir xistî bu. Ruyê brayê min śewitî bu. Hîn źî hêlek ruyê wî weha śewitiye.
Gava ez śeś salî bum u wî roźekê bê heqqiyek li min kirî bu, min bi hêrs ew tanda bu u serê wî l’ kućeya keryolê xistî bu. Wî dest bi gîriyê kirî bu. Ew ruyê wî yê bi xem u hêś hîn źî hilo tip u teze di bîra min da maye.
Hîn źî pirr li ber xwa dikevim, carina xwa bi xwa ra dibêźim, xwazika bila destê min biśkiya u min ew nekira.
Ez źi zilmê nefret dikim.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen