Gava di 25ê meha îlonê da rêferenduma
serxwabuna Kurdistan’ê pêk hat, me berê xwa daa xewnên me yên li ezmanan.
Heśda Śe'bî serê kurdan źêdike! |
Me got em bi sond in, em ê daran li ezmên
mezin bikin.
Heger xewn śîrîn ’be, heśyar bun źi
meriv ra dibe barê heram.
Gul źî b’ ser meriv da bibarin, meriv
l’ xewna xwa digerre.
Xewn in, di nav fenteziyên bi sedan
salan da xwa di nav zmanê me da koliyane.
Em źi van fenteziyan ćêbune, nan u av
u canê me pê diśewite ...
Di nav dîrokê da kurd ti carî ewqasî
nêzzîkî serxwabuna xwa nebuyî bun.
Em li benda îlankirina serxwabuna
Kurdistan’a xwa bun.
Me yê vê carê źi xewnên xwa xatir
bixwasta.
Lê xayîntî ewćendî mezin buye ku
meriv nikare destê xwa źê biśoy.
Namerdan di nav śevekê da baźarên
xelkê kurd yên bi hezaran salan dan molleyên Îran’ê u pîćên ereban, u reviyan.
Molleyên fars u erebên pîć vê gavê
baźarên me talan dikin, însanên me yên sîvîl dikuźin.
Bila di bîra me da ’be, Cemîl Bayik
źi berî ćend mehan digot, «Heśda Śe’bî hêzeke xelasker e!». Vê gavê ći dibêźe,
nizanim.
Silêmaniye
buye bazara qewat u qehpikên farsan.
Hukumeta Herêma Kurdistan’ê heta vê
gavê źî bêdeng e!
Sucdar e!
Tiśtê ku
buye, źixwa buye.
Divêt
hukumeta herêma Kurdistan’ê bi lez seferbertiyê îlan bike u di heman demê da źî
«Kurdistan’a Serbixwa»!
Hêdî ew tîr
źi kevankê firiyaye!
Tev bila
xelkê kurd xwa li baśurê Kurdistan’ê orxenîze bike, birryara śerrê serxwabunê bide,
dê źi seranserê cîhanê kurd biherikin nav axa Kurdistan’ê ya pîroz!
Bêyî avabuna hêzeke tund ya kurdan ti kes piśtgiriyê nade kurdan. Herkes li ser bingeha menfeetên xwa têkiliyan bi yên xwadî hêz ra datîne. Loma źî bi hêzbuna kurdan źibo alîkariya navnetewî hee'be-nebe ye.
Lê îrade pêwist e!
Rik u îmana Kurdistan’î ewê helbet heśyar bibe!
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen