Donnerstag, 5. Januar 2012

Kurdên Lastîk Yên Ku Di Înternetê Da Tirkiya Qewad Kirinne Qiblegeha Xwa!



Vê sibehê hewa qet xwaś nebu.
Bi ewran hatî bu dagirtin.
Tevî ku ez derneketî bum der źî ez dibêźim li der bareneke hurik źî hee bu.
Min digot ez di seet 12an da herrim mensaya zanîngehê, xwarina xwa ya nîvroyê bixwim u herrim klînîkê.
Lê źiber ku baran dibariya, min li malê tiśtin amade kirinn, xwarinn u di dema xwa da źî derketim der.
Tenê panzdeh deqqên min mayî bunn.
Lê digel baranê źî bi pîskîletê ćuyîn qet karê aqilan nebu welle.
Ê ći bikim, wekî din źî ćare nemayî bu.
Bi tremweyê ez ê dereng bimama.
Loma źî bi pîskîlêtê derketim ser rê.
Baayekî bi hêz xwa lii baa dikir.
Źibo ku serê min śil nebe, min bi destekê kulika xwa li serê xwa pêdigirt u bi yekî źî pîskîlêt taźot.
Li ser rê yekcar baayekî bi hêz lii min daa, hindek maa ku qezeyeke bê bav were serê min ellawekîl.
Tabî śensa min hee buye yaw.
Diya min ya rehmetî źibo bêbextiyên hilo hertim digot, «lawo, loxmeya te ya dayî hee buye.».

Her ćendî ez di wexta xwa da gêśtim klînîkê źî, bi têra xwa śil bum.
Tabî min ê bê navber hîn ćar seet wergerr bikara.
Ê kir źî yanî.

Gava di seet pêncan da karê min xelas bu, li der hîn baraneke berbat dibariya.
Loma źî min pîskîlêt li wir hiśt u bi tremweyê hatim malê.

Ez dîsan werim ser meseleya Facebook’ê.
Min hîro kesekî din źi lîsteya xwa derxist.
Tevî ku min doh bala wî kiśandî bu ser zmanê tirkên qewad źî, mêro hîro dîsan bi tirkî nućeyek belav kirî bu.
Helbet doh gelekî gotinên mezin kirî bu.
Yanî dixwast źi min ra bibêźe ći kurdekî feleket e.
Lê baayê felekê heta sibehê źî nekaniya li ber xwa bide.
Êh, min źî źê xatir xwast u noxteya belek daynî ser masê u hew.

Digel vê yekê min dîsan du kes źî îkaz kirinn.
Cara din ez ê tofaneke nedî lii wan źî bixim dînime îmanime.

Ez dibêźim heebuna Facebook’ê yan źî îmkanên din yên di înternetê da ruyê herkesî yê veśartî radixe ber ćavên meriv.
Tevî ku di vê cîhana dîźîtel da dewleta tirk nikare tiśtekî bike, nikane źi kesekî ra zmanê kurdî berbirr/qedexe bike źî, ev hemî soreśgerên me yên ku pênc quruś źî nakin, śexsiyetên xwa yên kemalîst yek bi yek derdixin der.
Bi baweriya min bibe, heger îmkaneke van derbederan hee bibe, ewê silavekî źî nedin millet.
Źixwa ewê bii ser heyśt eźdadên xwa yên kurd da hezar u yek lomeyan bikin.
Yanî mêro źiber bêkariyê dest bi siyasetê kirinne.
Helbet di nav siyaseta me ya kurdan da ti rê u pîvaneke aqilane tun e, lo babam herkes buye mixterê xwa.

Keine Kommentare: