Samstag, 7. Januar 2012

Camên Sor


Hîro tiśtekî bi kelecan di źiyana min da ćênebu.

Aramiyeke xwaśik hee bu.

Bi zêdeyî raketim.
Źiber pêgooga/fitbola doh di pêyên min da pićekî xavî/xamî ćêbuye.
Ez dibêźim dibe ku heta roźa duśemê derbaz bibe u ez dîsan wekî hespê rewan berê xwa bidim nav deśt u nahalan/newalan.
Hîro baraneke pirr hurik hee bu. Ne hertim helbet.
Aniha vê gavê źî berdewam dike.


Min doh formata BLOGa xwa źî guhart. Ez dibêźim pićekî xwaśiktir bu.
Lê mixabin ku min nekanî tam ligorî dilê xwa ćêbikim.
Źibo guhartinên 
ćend tiśtên din mixabin texnîkê derfet neda.
Helbet zanîna min ya di derbarê texnîkê da źî pirr bi sînor e.
Yanî ya min tenê xwa îdarekirin e.
Dibe ku di pêśeroźê da ez ćend tiśtên din źî lê zêde bikim, yan źî hindek guhartinên din tê da ćêbikim.
Ê law babam dinê diguhere, ćima BLOGa min pićekî neguhere haaa.

Feqîrê, ev sê sal bunn ku di xwa da ti guhartin ćênekirî bu.

Źixwa dem dema śoreśên bi rengan e yaw.

Ev demeke drêź e ku min li vir hêć helbest neweśandinn.
Ez dibêźim min cara dawiyê źi berî salekê helbestek weśandî bu.
Źiber ku ez ê hîro tiśtekî din nenivîsînim u nizanim ći binivîsînim źî, ez dixwazim bi «ćarîn»eke xwa ya źi berî pênc mehan hîro nivîsa xwa biqedînim.
Hindî kêfa we pê tê yan źî nayê, ne xema min e babam, ihi :)


CAMÊN SOR

Min berdann ćavên xwa beredayî bii ser da

Ez bume hezyarê camên sor

Hîva li ser kolanên zinêkar

Bi min ra digerre xezal bi xezal.


17.08.2011, 23:40, Zürich/Swîsre

Keine Kommentare: