Źi berî ćend roźan bu, min got ka hele ez bikevim Facebook’ê.
Lê ćênebu.
Nućeyek li ser ekranê xuya bu.
Źi min daxwaz dikir ku ez navê xwa yê rast di Facebook’ê da bi kar b’înim. Lê ćewtî di ku da bu, min ew fam nekir. Li źêr digotin Facebook filan u bêvan qebul nake u nizanim ći u ći. Yanî herhal du herfên mezin «KK» yên li pêś navê min pirsgirêk bunn.
Serê min pićekî tevlihev bu.
Min zêde tiśtek źê fam nekir.
Lê min nedikarî bikevim hêsaba xwa ya Facebook’ê źî.
Yanî yan min ê navê xwa bi tabîra wan «serrast» bikara, yan źî źi piśtî sê ceribandinan ewê hêsaba min bihata girtin.
Źixwa ev hefteyek e ku tiśtên pirr sosret di Facebook’ê da ćêdibin.
Êh, mixabin ti riyeke din źi min ra nema‘ bu.
Îcar min rabu «KK» źi navê xwa derxist.
Paśê destur ćêbu ku ez hêsaba xwa vebikim.
Tabî sebeb ći bu, ez nizanim.
Dibe ku kesekî gillî kirî ’be.
Heger ez śaś nebim min ev her du herf «KK» źi berî salekê l navê xwa zêde kirî bu.
Mehneya vê źî «Komara Kurdistan‘ê» ye.
Roźek paśê min got ez dîsan «KK»ê l navê xwa bikim, lê ćênebu.
Gotin te navê xwa nu guhartiye, vê gavê mafê te tun e ku tu cartin biguherînî.
Hella hellaaa, hella hellaaa ...
Ê bavê mino we bi zorê navê min l min daa guhartin u aniha źî źi min ra weha dibêźin. Kezebino, ma ev bu ći, hi?
Bi xwadê ev ći streteźî u textîk bu, nizanim, hîn źî psîxoloźiya min b vir u wir da dike ax u wax :)
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen