Montag, 13. Januar 2014

Bila Mirina Bê Hiynbuna «Tutik» U «Bilur»ê heram 'Be



Roźa ku di min da fikira kurdbuyîna min ya siyasî ćêbuye u b vir da, pirsgirêkên nu źî derketin.
Li hêlekê ez pê pirr bextiyar bu' bum, lê li hêla din źî pirr xemgîn.
Di nav rewśa heeyî da cankêśiya her tiśtê bi kurdbunê va girêdayî ez feleket têśandim.
Min got bextiyar bu' bum. Źiber ku ez l xwa u ćîroka bav u kalên xwa hesiya bum.
Pirr xemgîn bum. Źiber ku her tiśtê aîdî min u bav u kalên min źi binî va hatî bunn tarumar kirin.
Helbet tiśtê ku min wekî śexs bikarî bikira pirr bi sînor bu.
Di nav wan śert u mercan da ez b girîngiya zmanê kurdî u ćanda kurd hesiyam.
Tabî di sêrî da źî ciyê zmanê kurdî her tiśt dadigirt. Têkćuna zmanê kurdî mohra tunebuna milletê kurd ya bi hezaran salan bu.
Her tiśtê kurdbunê di nav zmanê kurdî da veśartî bu.
Loma źî min źi wê roźê u heta vê roźê hemî hêza xwa di ber zmanê kurdî ra daa.
Zelalkirina zmanê kurdî, ew li ser rehê bav u kalên xwa cî kirin, avakirin, źibo min bu' bu erka herî esasî.

Helbet źiber vê yekê min birryar da' bu ku ez dest bi xwandina zmanên hîndî-ewrupî bikim.
Min kir źî.
Hiynî gelekî zmanên kevin yên hîndî-ewrupî bum ...
Zêde pêda nerrim, min tam bîst u pênc salên xwa di ber ra dann.
Ne xem e.
Ez ê temamê źiyana xwa di ber ra bidim.
Yanî ne pośman im.
Dêyn u mîsyona min ya dîrokî ye. Qet nebe ez ê di dawiya źiyana xwa da bi bextiyarî xatir źi źiyanê bixwazim ...

Herê, min hemî źiyana xwa di ber zmanê kurdî ra heta hîro daa.
Lê mixabin min hêleke din ya kurdbuna xwa źî pirr îhmel kir.
Helbet min hîć dil nedikir ku ew bi vî hawî pêk were. Tabî nebuna îmkanan źî pićekî di vir da sebeb e.

Mesele ev e. Di nav vê demê da min hiynbuna înstrumentên muzîka kurdî yên ku rih u canê wêźeya kurd u kurdî bunn, îhmel kirinn.
Meriv nikare wêźeya kurd u kurdî bê «tutik» u «bilur»ê, bê «zirne, def, mey» u «tembur»ê bifikire.
Tabî bi taybet źî tutik, bilur u mey min feleket bi xwa ra digirin u diben.
Hezkirina min ya źibo van her sê înstrumentan bê sînor e, ez di nav hestên xwa da hilo dibim ku, bê gotin e.

Vê gavê ez nizanim ez ê ćawan van înstrumentan b dest bixim u hiyn bibim.
Dengbêź Ebdurehîm’ê Muśî
Lê min soz daye xwa, ći dibe bila bibe, ez ê wan b dest bixim u hiyn bibim.
Ez naxwazim bê vê kêmasiyê roźekê xatir źi źiyanê bixwazim.
Ku roźekê zarokên min ćêbunn – dibe yan źî nabe, ew źî tiśtekî din e yanî –, ewê ew kafir hîn di derguśê da dest bi lotikên bi bilur, tutikê u meyê bikin, ćare tun e.
 Yabo heyranino, hun źî dereng nemînin. Paśê li ber sikratê nekin ax u wax.

Bi xwadê ez źi peyva «tutik» u «bilur»ê źî pirr hez dikim, lê bi taybetî źî peyva me ya germik u nermik «tutik» min feleket kêfxwaś dike.

Ka hele aniha źî guhê xwa bidin dengbêź u bilurvanê hêźa Abdulkadir u Elî Cimo.

Keine Kommentare: