Ev resima ku hatiye ćêkirin, ligorî înformesiyonên dîrokî yên
ragiyandî hatiye amade kirin.
Helbet bi radî/taybet źî ligorî ragiyandinên nivîskarên źi
dema yonaniya kevin hafiriye.
Źiber ku li Ewrupe’yê fikir u sîstema perwerdeya Yonanistan’a
kevin bandoreke bingehîn hiśtiye, bivêt-nevêt encamên vê źî xwa bi śiklekî
danne der.
Li ser resima ćêkirî źin u mêrekî esîlzede yên med xuya dibin,
digel ćend resimên din yên xerîb (ćavkaniyên resimê: 1, 2, 3).
Źina med digel mêrê xwa ye, hema hema di eynî rêzê da xuya
dike.
Meriv hew dikare cihêtiyeke civakî ya ku li ser resimê xwa
bide der, bibîne.
Helbet meriv nikare berbi pêś derketina esîlzedeyê med bi
temamî veśêre.
Lê li hêla din divêt meriv źi bîr neke ku ev cihêtî di nav mêran
da źî bi têra xwa hee ye, mêr hee ne ku di nav mêran da xwadî ciyekî payebilind
in. Tabî ev yek li ba źinan źî weha ye; źin hee ne ku di nav źinan da xwadî
ciyekî berztir in.
Źiber vê yekê ye ku meriv nikare vê cihêtiya li ser resimê
yekcar bi kêmdîtina źina med/kurd va girê bide.
Źixwa źina med bi sekina xwa îmaźeke rehet u źi xwa memnun u
b xwa bawer nîśan dide.
Źi destê hevdu pêgirtinne.
Ya rast meriv nikare źi sedî sed bibêźe kê źi destê kê pêgirtiye.
Bi qasî ku xuya dibe mêr źi pêś va destê wê u źinê źî źi paś
va destê wî pêgirtiye.
Li ba vê dîmena heeyî helbet divêt meriv psîxoloźiya herdu hêlan
ya biyoloźîk źî źi bîr neke.
Di nav têkiliyên xwa yên bi kesan ra da hertim xususiyetên
cihê mewcud in.
Hemî têkiliyên heeyî yên di nav xwezayê da źi hevdu pirr cihê
ne, xwadî normên cure bi cure ne.
Lê li ser vê resimê ez bi xwa wekî śexs nikarim tadeyeke l
hemberî źinê bibînim.
Mêr u źin, herdu źî xwa u aîdiyeta xwa ya zayendî u biyolôźîk
temsîl dikin. Tabî meriv źibo rewśa hîro hew dikare eynî tiśtî bibêźe.
Mesele ez tê da bandora exlaqa ku hîro li ser menfeetên mêran ava
buye, nabînim.
Binêrin, di dema xwa ya berê da mêr u źinên medan dikarînne źi
destê hevdu pêbigirin.
Lê mixabin hîro ev tevgerra herî normel di nav civaka me da pirr
sosret tê dîtin. Ne tenê di nav civaka me ya dîndar da, her weha di nav qaśo demoxret
u sosyelîstên herî simbêlqeytan da źî eynî mentix serdest e.
Helbet li vir meriv nikare tesîra îslamîstan, kultura xelkên din
yên serdest u zilimkar înkar bike. Hemî van elementan źî di nav civaka kurd da
bandoreke pirr seqet li paś xwa hiśtinne.
Tabî divêt meriv carekê źî rewśa źina kurd ya hîro, xususiyetên
wê yên kurdîn ligorî ćîroka wê ya dîrokî ruberîhev bike. Ev pêwist e.
...
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen