Va ye di nav van pênc salên dawiyê da min heta aniha 501
gotar li vir, di nav bloga xwa ya agirpêketî da belav kirine. U ev źî dibe ya
502yan.
Yanî hema hema her salê 100 heb dikin.
Tevî ku min di destpêkê da dixwast tenê roźnivîskên xwa binivîsînim źî, ew tam ćênebu.
Bivêt-nevêt min li ser gelek meseleyên cihê gotar nivîsiyan.
De ez drêź nekim, dixwazim werim ser miźara xwa ya hîro.
Tevî ku min di destpêkê da dixwast tenê roźnivîskên xwa binivîsînim źî, ew tam ćênebu.
Bivêt-nevêt min li ser gelek meseleyên cihê gotar nivîsiyan.
De ez drêź nekim, dixwazim werim ser miźara xwa ya hîro.
Bi kurtî źî 'be, ez dixwazim hîro ćend gotinên gilower li ser Śivan Perwer
binivîsînim.
Ya rast ez ê hîro rexneyan l wî nekin, bîlekîs wî biparêzim.
Min di nivîseke xwa ya berê da rexneya xwa l Śivan'ê me kirî bu.
Kêm-zêde ev e 40 sal in ku Śivan di nav milletê kurd da bi muzîka xwa tê nas kirin.
Kêm-zêde ev e 40 sal in ku Śivan di nav milletê kurd da bi muzîka xwa tê nas kirin.
Bêguman di warê hunera xwa da xizmeteke mezin u bê sînor kiriye.
Bi stranên xwa li seranserê Kurdistan'ê tê nas kirin u hez kirin.
Kurd bi stranên Śivan l kurdbuna xwa hesiyan, bi stranên wî rabun serhildanan,
źê hez kirin, źê hêz girtin, źê ênerźî girtin ...
Bi zanîna min Śivan bi hemî partiyên kurd ra źî xebitiye.
Di navbera partiyên kurd da cudatî nekiriye.
Lê mixabin di nav van hemî partiyan da źi derî PKKê ti
partiyeke din tiśtek źi Śivan ra negotiye.
Gelek caran Śivan ćuye śevên PKKê źî.
Lê PKKê her u her xwastiye ku Śivan bi xwa va girê bide u wî
di ber menfeetên xwa yên hizbî ra bi kar b'îne, ti carî dil nekiriye ku wî wekî
Śivan, wekî hunermendekî kurd yê serbixwa qebul bike.
Di gelek śevên ku Śivan beśdar buye da hêrîś biriye ser
Śivan, sîleh teqandiye, tembura wî b serî wî da śikandiye.
Carina qet rê nedaye ku konsêrtên wî l dar bikevin.
Lê ći ecêb e ku PKKê ti carî li hemberî ti konsêrteke
hunermendekî tirkên qewad bi vî hawî protesto nekiriye.
Mesela PKKê gelek caran hunermendên tirk yan źî yên kurd yên
ku asîmîle bune, haniye śevên xwa.
Tabî camêr bi xêra bavê xwa nayên, pereyên gelek mezin
dixwazin u digirin źî.
Lê gava Śivan heqqê xwa dixwaze, tiśtê nemayî lê dikirin u
dikin. Hezar u yek gemariyan tavêźin Śivan.
Bêguman sebebên vê yekê bi kompleksên ku tirkan di śexsiyetên
me kurdan da hafirandiye va girêdayî ye.
Bi gotineke din, tirk u kultura tirkan xwadî rêz u rumetê ne
(ne mîna kultura me kurdan e), loma źî divêt meriv li hemberî kultur u zmanê
tirkan hertim bi hurmet 'be, qîmetê bidê.
Heger Śivan yan źî hunermendekî din yê kurd bi hunera xwa
dinê źî biheźîne, qîmeta pîvazeke xerabe nake.
Mesela PKK nêzîkbuna di navbera Śivan u baśurê Kurdistan'ê da
bi xwarina pereyan va girê dide.
Helbet ev źî di rastiyê da derewekî bê binî ye, źixwa bibe źî
ne problem e.
Li seranserê cîhanê hemî dewlet u śexs hariyariyê didin
hunermendên xwa, źi vê normeltir ti tiśt tun e.
Di nav hemî neteweyan da herkes ligorî kanîna xwa ya śexsî rola
xwa ya mîllî dilîze. Tabî di nav van hemî neteweyan da hindek pîśe, kar u śexs
hee ne ku wê netewê bi hêztir dikin, mezintir dikin.
Meriv nikare herkesî di eynî tasê da bike nav qalibekê. Źixwa
li welatên kevinesosyelîst me dît, nekaniyan ti tiśtekî ku meriv pê serbilind
bibe pêk b'înin u źi aniha u pê va źî ne pêkan e.
Di nav xwezayê da tiśtekî weha seqet źî tun e.
Di dema ku li baśurê Kurdistan'ê sefeletiyeke mezin hee' bu
źî têkiliyên Śivan bi wan ra baś bu.
Hetta hetta Śivan źibo serketina wan karên bê hempa kirine,
źibo ku ew b serbikevin, ći źi destê wî hatiye, kiriye.
Di dema hêrîśa Saddam da wî u ćend kesên din li Ewrupê dîplomesiyeke
mezin meśandin.
Bi baweriya min heger Śivan, Kendal Nezan u ćend canikên din
xanim Mitterand (źina serokkomarê Frense’yê) qanî nekirina, ewê Frense'yê ti
carî hewl nedaa xwa ku Îngîltere u Emerîka herêma kurdan źi Saddam biparêzin.
Ez bawer nakim ku ewê ew derfeta dîrokî derbiketa, heger ew
kar nehata kirin.
Mesela di dema bin hêrîśên Saddam da Śivan ću' bu baśur źî, źibo ku hêz u ênerźî bide pêśmergeyan: Kî-ne-em!
Mesela di dema bin hêrîśên Saddam da Śivan ću' bu baśur źî, źibo ku hêz u ênerźî bide pêśmergeyan: Kî-ne-em!
Drêź nekim, dixwazim vê bibêźim, PKK ti carî di rexne u hêrîśên
xwa da bi maf nebu, hîn źî nîn e. Bawer nakim ku sibeh źî bi heqq bibe.
Di nav dîrokê da ti sîstemeke totelîter u dîktetorane nekariye ku śexs u
civakeke bi tolerens u qebîliyet bihafirîne.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen