Doh li Zürich'ê berf bariya.
Vê sibehê her der spî bu. Kêfa min pê hat welleh.
Dibêźin ewê dawiya vê heftê bêtir bibare. Dibare yan źî
nabare, ne xema min e.
Ê tabî digel vê hewayê meriv nikare bi pîskîlêt derbikeve ser
rê.
Ćend roź bun ku min dixwast ez li ser xaltîka me Gülten
Kiśanak u namzediya wê ya źibo śaredariya Amed'ê tiśtina binivîsînim.
Lê min heta hîro nekaniya.
Ez vê xaltîka me tenê bi navbera medyayê nas dikim.
Min di Wikipedia'yê da nivîseke kurt di derbara wê da dît.
Źi Elazîz’ê buye. Li zanîngehê pêśta dest bi xwandina «zmanê
tirkî» kiriye - bê nezer -, lê paśê nîvće hiśtiye u derbazî beśa roźnamegeriyê buye.
Ya rast ći kiriye, l ći bawer kiriye u dike, min qet eleqedar nake.
Ligorî ku tê gotin xaltîka me qet bi kurdî nizane, ne
kurmancî u ne źî kirdkî/zazakî. Bawer nakim ku źi aniha u pê va źî bixwaze yan źî bikare hiynî kurdî bibe. Bibe źî ti xêr źê nayê. Yanî neyrobiyoloźîk êdî dema xaltîka me ya hiynbunê derbaz buye.
Êêê, girêka bê bav źî di vê lotikê da ye.
Hemî kurd źî dizanin, źibo roźava Qamiślo ći ye, źibo roźhilat
Mehabad ći ye, źibo baśur Hewlêr ći ye, źibo bakur źî Amed xwadî semboleke weha
ye.
Helbet di rastiyê da Amed wekî paytexta temamê Kurdistan'ê źî tê
qebul kirin, tevî ku vê yekê qet heqq nake źî.
Amed hîro buye hêlîna zmanê tirkên qewad u tecawîzcî.
Li Amed'ê di bin navê siyaseta me ya azat da «tecawîzên» tirkan serketine. Di Amed'iyan da
giramek źî namusa kurdîtiyê nemaye, hîss , xurur u kîbîra mîllî di bin sifirê ra
ye.
Mêźî u rih puć bune, gemar bune.
Tabî li hêla din źî Amed li ser xwîna keć u xortên kurd hustiyê xwa qalind dike.
Bifikirin, di sala 1980-1990an da tenê kesek źî źi Amed’ê di
nav refên gêrîlleyan da tune buye.
Aniha ev Amed'a ku di nav îxanetê da fetisiye, hîcar rabuye źineke
ku peyvekê źî bi kurdî nizane, dixwaze bike śaredar, xwadêyooo!
Qet u qet nabe ku milletê kurd vê bê baviyê qebul bike.
Qet u qet nabe ku milletê kurd vê bê baviyê qebul bike.
Helbet divêt em vê yekê wekî birryara PKKê u A. Öcalan fam bikin.
Di miźareke weha da kes nikare bibêźe haya PKKê u A. Öcalan źi
vê yekê tun e.
Ćima PKK u A. Öcalan vê yekê dikin, ćima kesên ku bi kurdî
nizanin bi rik dikin berpirsiyarên milletê kurd, yabo heyranino?
Ma wekî din kes tun e?
Hee ye, him źî źi van kemalîstên têkćuyî hezar carî baśtir dikarin milletê kurd temsîl bikin.
Hee ye, him źî źi van kemalîstên têkćuyî hezar carî baśtir dikarin milletê kurd temsîl bikin.
Lê ćima ew nabin berpirsiyar?
Herhal êdî di nav PKKê da bazara desthilatdariya kemalîzmê bi temamî serketiye. Bawer nakim ku bi xwa dest źi vê dîktetoriya xwa ya faśîst
berbidin. Êdî ev mentix buye hevîra heebun u tunebuna canikan.
Gulten Kiśanak źibo ala tirkan hilo dibêźe: «Źibo vê alê keda
kurdan źî hee ye!». Dixwaze xwa li ber dilê tirkan śîrîn bike. Ev îxaneta mêźiyên
bi kemalîzmê śuśtî ye.
A. Tugluk dibêźe: «Ataturk dahiyê sedsala bîstan bu!». Êdî ev
ne siyaset e, ev rasterast segî ye. Herhal yên ku li Dêrsim'ê l keć u źinan
tecawîz dikirin, źi Mars'ê nehatî bun!
Mesela E. Ayna dibêźe: «Ez bi kurdî bizanim ći dibe, nezanim ći
dibe?!».
S. Tuncel źî li ser śopa van xayîn u kemalîstan dimeśe,
ha ha lotikan li sînorên Kurdistan'ê dixe.
Tabî ćênabe ku meriv bi taybet S. Demîrtaś źi bîr bike. Yekî
sereke yê vê taximê ye. Di dema xwa da bi cunteyê kirin «serok». Bi kurdî źî
nizane. Ha ha welat bi welat digerre u zmanê tirkên qewad di nav milletê kurd
da «meśru» dike. Ev śexsiyet di hal u mercên xwa da nikare du berxikan źî îdare
bike, lê buye serokê partiyeke kurdan ...
Ez drêź nekim. BDP bi temamî maye di destên ćeqel u keftarên
hilo kemalîst da. Yek źi ya/yê din heramtir e.
Gelo ev hemî źî teseduf in?
Gava tiśtek ne ligorî PKKê u A. Öcalan 'be, PKK u A.
Öcalan hema bi tehdîdan hêrîś dikin. Lê ćima rexneyeke herî pićuk źî l van kemalîstan
nakin?
Herkes źî dizane, bê destura PKKê u A. Öcalan zilikek źî
nikare di nav PKKê da were livandin.
Hingê meriv fam dike ku PKK u A. Öcalan bi xwa ev in, loma
deng dernaxînin, źixwa hevîr eynî hevîr e, av eynî av e.
Loma źî divêt kurd źi PKKê u A. Öcalan ti nêzîkbuneke din nepên,
ev ćerx ćawan ćêbuye, ewê bi vî hawî źî bićerixe u herre.
Kurdino, divêt hun vê zilma kemalîstan qebul nekin.
Redda kemalîstan erk u mîsyona we ya dîrokî ye. Xwa di ber van kemalîstan ra nekin qurban.
Redda kemalîstan erk u mîsyona we ya dîrokî ye. Xwa di ber van kemalîstan ra nekin qurban.
Bi ći hawî dibe bila bibe, divêt siyaseta BDPê, PKKê u A.
Öcalan were redd kirin.
Ewê li ser xwîna we kemalîzma xwa, despotîzma xwa, faśîzma
xwa da'ćikînin.
Divêt di van hilbiźartinên pêś me da hariyariya BDPê neyê
kirin, divêt siyaseta bi îxanet ya BDPê were teśhîr kirin.
Heta ku di nav milletê kurd da partiyên elternetîv
dernekevin, ewê siyaseta di nav me kurdan da źî hilo bê edeb bibe duvika kemalîzmê, źixwa
ektorên qerase bi têra xwa hee ne.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen