Freitag, 29. November 2013

Qey Tu Dibêźî Toqa Lanetê L Me Kurdan Ketiye Yaw

Hîro roźeke aram bu.
Karê min zêde tune bu.
Źi piśtî nîvroyê carekê ćum restorenta heval Newzat źî.
Qendî seetek u nîv li ba wî mam. Paśê źî min berê xwa daa ciyê fîtnesê ya zanîngeha Irchel'ê.

Min źi berî ćend roźan di derbarê namzediya xaltîka me Gülten Kiśanak da gotareke kurt nivîsî bu.
Bêguman ez zêde pêda nećuyî bum, ne pêwist e źî.
Lê hîro du hevalên ćavbelek di bin nivîsa min ya di nav koma zanîngeha Artuklu’yê da śîrove kirine.
Ev śîrove hilo bun:

Ahmet: «
şerm e û reş e divê te ev tişt negotina KK-Begh».
Mesut: «derde çi ye keko gultan jı gelek kesên ku kurdi ji zanın çêtir e .tu çi dixwazî».

Ê tabî min bi kurtî bersîva her du canikan daa:

«Heyranino, śerma herî mezin di bin navê filan u bêvan îdeoloźiyên têkćuyî da kesên ku bi zmanê kurdî nizanin, namzedkirin e, milletê kurd bi ked u xwîna milletê kurd asîmîle kirine.
Źi vê mezintir śermeke mezintir nikare hee' 'be.

Divêt G. Kiśanak li hemberî daxwaz u pêśniyazeke weha wekî siyasetvaneke zana tevbigerriya u bigota, "Zor spas, ez vê yekê nikarim qebul bikim, źixwa tirkan bi hezar u yek lîstikan milletê kurd bi temamî asîmîle kiriye. Ćênabe ku ez źî bi xebata xwa ya piśtgîriyê bibim sebeba asîmîlebuna milletê kurd, źixwa berxwadana me źî li hemberî vê zilma tunekirinê ye ...".
Lê xaltîka me nekir, ćima?
Ma nizane ku milletê kurd li ber tunebunê ye?
Dizane.
Êêê, hingê em ê di vê tevgerrîna wê da ći cîddiyetê bibînin?

Xalê Mesut, ew kesên ku tu dibêźî, sebeba heebuna min u te ne.
Ma qey ev hemî kurd pînc u qewad u bê namus in ku tenê yek źî nikare were rêvabiriya milletê xwa bike.
Ma xalê Ahmed u Mesut, gelo di we u min u yên da qet aqil tun e, ma em nikarin bi xwa u bi zmanê xwa źi wan tirkên qetîl u tecawîzcî mafên xwa bixwazin?
Ma hun dibêźin em źi bin va ehmeqoxlî ehmeq in bavê mino.

Ez dibêźim ev nêzîkbuna we źi kompleksên milletê kolonîzekirî tê. Encama tirkîzekirina tirkên segbav tê.
Divêt hun rexneyên min śexsî negirin, daxwazeke min ya bi vî hawî źî tun e. Ev nexwaśiyeke me ya psîxoloźîk e di nav civaka me da.
Silav u rêz
».

Xalê me Ahmet ev bersîv daye:

«silav û rêzên te li ser herdû çavan xalê delal helbet em ne bi hişmendiye qolonizekirenekê bertekan didin, û ev parastına me ye ku em dikin jî ne şexsiye xalê mino ev civakî ye parastina helwesteke civakê ye delalê minoo gava ku em ji bo k3masiyan hevidu biêşînin ne baş e lê rexne helal e. ser çavan... silav û rêz...».



Ez werim ser meseleyeke din.
Min doh di derbarê qursa kurdî ya li zanîngeha OXFORTê nivîsek belav kirî bu.
Di Facebook’ê da komeke zmanê kurdî hee ye, qaśo dixwazin zmanê kurdî bidin hiyn kirin.
Lê can u canikên me rabune bi zmanê tirkan ev nućeya li ser wê qursê belav kirine.
De were źî neteqe. Bi rastî źî kurd di mêźiyên xwa da gemar bune.
Źi tirkan bêtir bune tirkên qewad.
Bi van serseriyan meriv nikare tenê herfeke xwa źî xelas bike.
Ewqas cehelet, ewqas gemarî, bi telaq mêźî u madê meriv l hev dike gava meriv ehmeqên weha bê pîvan u bê sînor dibîne.
Min di bin wê nućeya wan da ew śîrove kir u paśê źî źi komê derketim:

«Ê yabo heyranino, OXFORT bi kurdî dide hîn kirin, temam, me ew fam kir. Me ćavên OXFORTê yên belek źî xwarine.

Lê îcar ew ći źehr u ziqqim l we ketiye ku hun źî li vir zmanê tirkên qewad didin hîn kirin bavê mino?
Źixwa kirina meriv neynika meriv e, hewce nake ku meriv zêde pêda herre.
Biborin berxikino, bawer nakim ku hun herfeke kurdî źî xelas bikin. Karê zmanê kurdî karekî pîroz u giran e, źê ra zanîn u îrade, bîr u bawerî lazim e. Ne kar e ku meriv pê nostelźiyê bike.
Ew demeke ku ez di nav koma we da bum.
Lê qasî ku xuya dibe hun ê źi tirkîzebuna xwa xelas nebin.
Loma źî ez bi xatira we dibêźim.
Bimînin di nav serkeftinên bi zmanê tirkên qewad da, herê welleh u billeh.».

Min hîro nivîseke kek Mahabat Felat Arda xwand, gelekî kêfa min b nivîsê hat welleh.
Loma źî ez dixwazim wê nivîsa germik u nermik li vir belav bikim. Sernavê nivîsê «Xwezî» ye.
Aha ew nivîs:

XWEZÎ

«
Hûn bixwazin dikarin li binî xweziyên xwe zêde bikin
- Xwezî Şivan bi tenê stranên xwe gotibûya. 
- Xwezî Kemal Burkay bi tenê helbest nivîsîbûna û yekî bi xêra xwe jêre psîkek kirîbûya. 
- Xwezî wêjevanên me di heman demê de ne zimanzan, dîrokzan û hertiştzan bûya. 
- Xwezî Serok Ocalan helbest nenivîsîbuya. Lê Xwedê li ruyê me keniya bi tenê helbestek nivîsî. 
- Xwezî Mesûd Barzanî teqawid bibûya. 
- Xwezî Talabanî ewqasî elok nexwaraya. 
- Xwezî Kazim Oz hema ji xwe re masîvanî bi tenê kiribûya. 
- Xwezî Aydin Orak jî hema ji xwe re li kêleka Kazim rûnişta. 
- Xwezî Alîhaydar Kaytan jî hema bi tenê helbest nivîsîbûya. 
- Xwezî xebatkarên televizyonên kurdî bikaribûna navê Kurdistanê rast bilêvkirina. 
- Xwezî DÎHA´yê hema qet dest bi weşana kurdî nekiribûny. 
- Xwezî Hasîp Kaplan hema ker û kor û lal bûya. 
- Xwezî Aysel Tugluk ne kurd bûya û me jî qet wê nasnekiribûna. 
- Xwezî Osman Baydemîr caran jî hema "çok açix we net" nebûya. 
- Xwezî Leyla, Zana bûya. 
- Xwezî Sebahat Tuncer hema bi tenê "Arxaaş" bimaya. 
- Xwezî me fam bikira ka Aynûr Doxan di stranên xwe de çi dibêje. 
- Xwezî Cegerxwîn ne ji Mêrdînê bûya û hemî Mêrdînî jî bi wê psikolojiyê nebûna "helbestvan". 
- Xwezî hinekan bizaniya ku tiştên dinivîsin, ne helbest û ne tu tişt in jî. 
- Xwezî Zubeyr Aydar li gundê xwe mabûya. 
- Xwezî Siri Sakik manken bûya. 
- Xwezî Pervîn Buldan bi kurdî neaxiviya. 
- Xwezî farqînî ji duduyan zêdetir negihiştina hev. 
- Xwezî me bizaniya ka Seyda Perînçek çima ewqasî diqîre. 
- Xwezî Bahoz Erdal qet bi tirkî neaxiviya û hema qet fêr jî nebûya. 
- Xwezî şaredariya Amedê li ser pozê Gulîstanê jî xebat û projeyek amade bikira. 
- Xwezî Amedî hema rojek be jî "kendime" tiştekî nekiribûna. 
- Xwezî Cahît Mervan rojek (Saat Amedde 21î vurunca) berepaşkî bi ser sêla xwe ve biketa. 
- Xwezî rewşenbîrên me jî hebûna. 
- Xwezî Rêzan Tovjîn bibûna Matrix û li ser telefonê jî ez hebûma. 
- Xwezî qibleya Selîm Sadak diyar bûya. 
- Xwezî Şehrîban biçûna Stenbolê. 
- Xwezî kurdên ku çûne TRT 6ê tev bişeliqiyana. 
- Xwezî bavê hinekan prezervatîf bikaranîbûna.».

Min di bin nivîsê da ev śîroveya xwa parve kir:

«Bi xwadê tespîtên pîroz in kekocan, mîna tê gotin, te tam du-śeś aniye 
Lê mixabin ewê her hu her bibin, źiber ku me kurdan di nav xwa da dezgehên rexnekirinê yên zana u tuź ava nekirine, mixabin.
Herkesî ligorî xwa murîdên xwa peyda kiriye, helbet ku ewê ev civat puć bibe u źi hev bikeve, ewê nekare kevirekî xwa źî xelas bike.
De bila tiśtên baś u nebaś bibin hariyarê civaka me ya źi hev ketî.
».

Keine Kommentare: