Źixwa roźeva me kurdan qet vala namîne.
Roź derbaz nabe ku lotikek nebêźe teq u neteqe.
Ez ê źî hîro lotika xwa b serê kantonên ku li roźavayê Kurdistan’ê hatinne îlan kirin da biteqînim.
Bila xwadê kesî bê teqîn u bê teqandin nehêle.
Di van ćend heftên dawiyê da PKKê (bi kerema xwa dest źi PYD u filan u fistix berbidin lo) li roźavayê Kurdistan’ê sê «kanton» îlan kirinn.
Lê mixabin di vê îlankirinê da qasî zerreyekê źî gerentiya kurdan tun e.
Îlankirina van kantonan ligorî planên reźîma Esad roleke bingehîn dilîze, bêguman.
Pêśta PKKê źibo ku bikare nunerên xwa biśîne civîna li Cênevre’yê, li Ewrupe’yê, li Rusye’yê derî bi derî gerriya, lê kes pê eleqedar nebu.
Îcar roźek źi berî vê civînê PKKê kantona yekem îlan kir.
Di hevpeyvîneke Salih Muslim ya źi piśtî civîna Cenêvre’yê da, xalê me l roźnamevaneke tirkên qewad ra weha digot, «Me ev kanton roźek źi berî civîna li Cenêvre’yê îlan kirinn, bi hêviya ku belkî hindek werin l deriyê me źî bixin, bi me ra têkiliyê daynîn ... Lê nebu ...».
Helbet ne pêwist e ku xalê me Muslim vê bibêze, her tiśt heśkere ye.
Baś tê zanîn, Esad bi xwa di nav hemî hêzên li Suriye’yê da, di nav hêzên roźavayê Kurdistan’ê da bi temamî îzole buye.
Tenê źi destpêkê u b vir da ye ku PKK bi Esad ra kar dike.
PKKê hemî textîk u streteźiyên xwa li ser heebuna siyaseta Esad ava kiriye.
Ya rast Esad źibo vê yekê PKK mecbur hiśtiye.
Heebun u tunebuna PKKê bi vê siyasetê va girêdayî ye.
Reddkirina vê siyasetê roźa dawiya PKKê bi xwa ye. Źiber kontrola Esad (u kemalîstan) ya li ser PKKê ti carî rê neda ku PKK xwa berbi der va vebike, bi hêzên mezin yên cîhanê ra bikeve têkiliyê, piśtgiriya wan bigire (źixwa ew zanîn u însan źî tun in).
Ćêbuna vê yekê ewê piśta hêzên ku li Kurdistan’ê zilmê dikin, l erdê bixista, ew tarumar bikira.
Lê ćênebu, źiber ku A. Öcalan ti carî nekariya źi bin kontrola wan hêzan derbikeve. Tabî di siyasetê da her tiśt pićekî śemitokî ye ...
Ez werim ser civîna Cênevre’yê ...
Bêguman reźima Esad tevlêbuna PKKê źî dixwast, źibo ku tenê nemîne. Źiber vê yekê bu ku źi PKKê îlankirina wan kantonan xwast, daku bila PKK wekî hêzeke serbixwa were dawet kirin u piśtgiriya Esad bike.
Lê hêsaba malê u ya bazarê l hev nekir.
Sê kanton hatinn îlan kirin, lê bê peyva «Kurdistan», bê peyva «kurd»!
Ma xêr e?!
Vê gavê li roźavayê Kurdistan’ê hemî kontrol di nav destê Esad da ye.
Bêguman źi hêlekê va źî Esad rê li ber PKKê vekiriye, hariyariyê dike, daku hêzên mixalif (ku bi zêdeyî îslamîstên qewad in) li herêmên kurdan kontrolê nexin bin destê xwa u kurdan li hemberî Esad orxenîze nekin, bi kar neyînin.
Yanî fonksiyona PKKê kontrolkirina kurdan e, rêlibergirtina ćalakî u tevgerrên li diźî Esad in.
Tabî ti hêza PKKê ya ku bikare di nav van śertan da li hemberî Esad derbikeve, tun e.
Heger aniha menfeetên Esad rê li ber negirin, hêza Esad ya ku di nav seetekê da hemî rêxistina PKKê ya li roźavayê Kurdistan’ê źi holê rabike, hemî kurdan di nav qetlîemeke mezin ra derbaz bike, hee ye.
Lê nake. Źiber ku hêsab hee ne.
U ev hêsab źî ne tenê bi vê roźê va girêdayî ne.
Di derbarê vê meselê da xalê me Dîzayî gumanên xwa haniye zmên, bi ya min 'be, tevda
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen