Dienstag, 4. Februar 2014

Ti Kes Nikare Bê Zman Źi Millet U Welatê Xwa Hez Bike!



Ez dixwazim hîro bi kurtî tespîteke xalê me Ernst Moritz Arndt li vir bidim.
Źixwa ev tespîta xalê me Ernst bi forma kurtkirî di Facebook’ê da źî min dît u belav kir.
Wergerr źi zmanê elmenî hatî bu kirin, lê ne raśt bu.
Tabî beśa duyem źî nehatî bu tercume kirin.
Hîcar min got ka hele ez carekê bala xwa bidimê, bi rastî źî weha ye yan na.
Ya raśt di wergerra kurdî da źixwa hevok źi hêla rêzmanî va tevlihev bunn.
Bê ku ez zêde pê da herrim, ez dixwazim pêśta nivîsa xalê me Ernst ya bi elmenî bidim:


«Wer seine Sprache nicht achtet und liebt, kann auch sein Volk nicht achten und lieben; wer seine Sprache nicht versteht, versteht auch sein Volk nicht, denn in den Tiefen der Sprache liegt alles innere Verständnis und alle geistige Eigentümlichkeit des Volkes verhüllt.»


Wergerra vê nivîsê ya bi kurdî eynen weha ye:

«Kesê ku qîmetê nade zmanê xwa u źê hez nake, ne dikare qîmetê bide xelkê xwa u ne źî źê hez bike.
Kesê ku zmanê xwa fam nake, nikare źi xelkê xwa źî fam bike.
Zîre di kurayiyên zmên da hemî têgehên hundurîn u hemî milkiyeta ruhî ya milletekî veśartî ye.»
Ernst Moritz Arndt

Qey meriv dibêźe xalê me halê kurdan yê derbeder tîne zmên.
Źi bîr nekin ku xalê me ev tespît di destpêka heyama 19an da kiriye.
Tabî ne źibo me kurdan kiriye, źibo milletê xwa yê elmen kiriye.
Li Ewrupê di dema îndustriyelîzmê da fikir u hestên netewperweriyê źî dest bi geśbunê kirî bunn.
Bêguman ev encameke xwezayî bu.
Źiber ku bi îndustriyelîzmê ra têkiliyên navdewletî roź bi roź xurttir dibunn.
Hêdî wekî demên berê îmkana ku meriv bikariya di nav sînorên xwa da zman, ćand u nasnameya xwa ya netewî biparêze, nemayî bu.
Digel dan u standinan zman, ćand u nasnameya bi hêz ya li ser bazarê sînorên berê yên ku źibo heebuna hemî milletetan zerurî bunn, yekoyek tarumar dikir.
Źiber vê yekê bu ku di nav van civatên ku bi îndustriyelîzekirinê ra rubiru mayî bunn, pêwistiya parastina zman, ćand u nasnameyê xwa derxistî bu holê.
Yanî zeruriyeteke xwezayî bu ku guharîna civakê bi xwa ra hanî bu.

Lê mixabin gava meriv halê kurdan yê hîro bi du sed salên źi berî aniha yên Ewrupê va miqayese dike, hingê meriv l halê kurdan diśewite.
Kurd ewqas ku di nav ceheletiyê da manne, hîn źî haya kurdan źi feleka xayîn tun e.
Hîn źî kurd bi serbilindî, bi xurur u kîbîr zmanê tecawîzkarên xwa bi kar tînin.
Hetta hetta bi zmanê tecawîzkarên xwa fortan l hevdu tavêźin.
Kesên ku bi zmanê kurdî dipeyîvîn wekî cahilên sedsala mirî dibînin.
Bê edep u bê śerm pirtukên ku bi zmanê tirk, ereb u farsên qewad dixwînin, dikin rêklem.
Bê hay in, nizanin ku bi vê kirina îblîsane ćawan di nav xelkê kurd da zmanê wan kućikan meśru dikin, nizanin.

Źiber ku kurdbuna wan źî, kurdîtiya wan źî tenê tesdufek e, ne źi dil u mêźî ye, ne hîss u têgêśtineke însanî ye.

Keine Kommentare: