Herê dinyayê, herê.
Dîsan nućeyek u dîsan lotikeke bergîlkî.
Tê gotin ku hîro li Qamiślo'ya germik u nermik piśtgirên Esad'ê qewad daketinne ser kolanan u kirinne qîźźewîźź.
Tabî źibo Esad’ê heram, ne źibo bavê min u me kurdan.
Ev meś u mîtîng ne ya yekem e ku li Qamiślo’yê l dardikeve.
Berê źî pêk hatî bunn.
Źixwa mesele ne Esad e, eyarê wî qewadî bellî ye.
Lêêê ...
Mesele PKKeya ku digot u dibêźe her tiśt di bin kontrola min da ye, ye.
Canikan qaśo «sê kanton» źî îlan kirinn.
Helbet îlankirina wan kantonan bi destura Esad bu, perćeyekî siyaseta wî ya źibo civîna « Cenêvre 2» bu.
Lê ćênebu. Ti kesî pênc quruś qîmet źî nedaa PKKê, cîddî negirt, dawet nekir.
Yanî hariyariya ku Esad di vê civînê da źi PKKê dipaa, pêk nehat.
Loma źî li Qamiślo'yê lotikan tavêźe, herhal dixwaze źi PKKê ra bibêźe, «Qîmeta ku we dawetî civînekê bikin źî tun e, de îcar ez ê bi we ći bikim ...».
Temam, meś ćêbu. Me fam kir.
Lê ka PKKeya ku meśên partî u kurdên sîvîl gullebaran dikir/dike, sîvîlan pêdigire u tavêźe hepsê, śkenceyên hovane l wan dike, wan dikuźe, li ku ye?!
Ći bu?
Ćima tenê gulleyek źî neteqandinn? (bila ćewt neyê fam kirin, daxwaza min ya ku gulleyan biteqînin, tun e. Ez dixwazim di vir da tenê dubendiya heeyî b'înim zmên)
Ćima li hemberî Esad ewqas bi dostane ne u li hemberî kurdên din yên ku xwadî nêrînên din in, ewqas bi wehśet tevdigerrin?
Canikan him rê li ber pêśmerge girtin, tehdît kirinn, bernadann ku pêśmerge źi berî du salan derbazî roźavayê Kurdistan'ê bibe, him źî rabunne dibêźin «yên ku śerr dikin, em in. Hun li ku ne/bunn?».
Tabî wekî hîro, wê demê źî di bin xizmeta Esad da bunn.
Bêguman, heger PKK hêzeke kurdîn u Kurdistan'î bibuya, min ê bigota ser seran u ser ćavan, divêt hemî kurd hariyariya xwa bidinê.
Lê ne kurdîn e u ne źî Kurdistan'î ye.
Heta ku ew hêza di nav PKKê da kombuyî źi destê A. Öcalan u konseya PKKê xelas nebuye, ti xêr źê nayê.
Di van śert u mercan da ev hêza źi keć u xortên kurd li Kurdistan’ê buye hêzeke kolonyelîst bi tevî tirk, ereb u farsên niźatperest.
Buye sembola îxanetê li hemberî śehadetên milletê kurd.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen