Di nav van demên dawiyê da di navbera hukumeta baśurê Kurdistan u Êraq’ê da śerrekî dîplometîk dest pê kiriye.
Hukumeta li Bexda’yê, ango hukumeta Malîk’ê qewad bi hîle u fenên xwa dixwaze piśta hukumeta baśurê Kurdistan’ê l erdê bixe.
Bêguman di vê meselê da her tiśt li ser tunekirina mafên xelkê kurd u Kurdistan’ê hatiye ava kirin.
Loma źî vê gavê dahatiya źi petrolê ya ku mafê Kurdistan’ê ye bi zanîn nadin, daku li Kurdistan’ê źi hêla siyasî va di nav kurdan da teśxeleyan derbixin.
Bi vê miźarê va girêdayî min hîro di nućeyekê da hevpeyvîna bi temsîldarê baśurê Kurdistan’ê yê li Bexda’yê bi Mueyed Teyîb ra xwand.
Xalê me li ciyekî hilo dibêźe:
«Bêguman konfederalî bo Kurdistanê ji federaliyê baştir e, lê konfederalî jî ligel Bexdayê dîsan dibe pirsgirêk, lewra baştirîn çareserî ew e ku Herêma Kurdistanê li dewleteke serbixwe bifikire.».
Rast e, heta ku kurd źi bin desthilatdariya diźminên xwa derneketinne, ne pêkan e ku kurd bikarin źiyaneke aram derbaz bikin.
Tevî ku ev wekî av u hewayê rast e źî, lê pêkanîna vê yekê ne hêsan e.
Dibe ku hêza kurdan ya siyasî, ekonomîk u leśkerî bi têra xwa hee’ ’be, dibe ku kurd bikarin xwa bê mesele u bê kêmasî îdare źî bikin, …
Lê heta ku dinyeyê kurd qebul nekiriye, ti śensê vê yekê tun e.
Tabî haya min źi dîplomesiya ku hatiye kirin, źi naveroka axaftinên ku bi dewletên din ra hatinne kirin, tun e.
Hêviya min ew e ku li ser vê yekê bi dewletên mezin ra bazarî hatî 'be kirin.
Herê, ez źî wekî xalê me Mueyed difikirim, divêt kurd l «dewleteke serbixwa bifikirin».
Ti heywan u însan nikare bi tevî hestiyên li ber deriyên qetîl u tecawîzciyên xwa heebuna xwa ya di nav xwezayê da daîm bike.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen