Tê zanîn, kultura milletê kurd hêza xwa źi bi hezaran salan digire.
Di nav van bi hezaran salan da her u her geś buye, mezin buye, freh buye.
Bêguman di her warî da xezneyên bê sînor yên dîrokî derketinne holê.
Meriv hew dikare heźmara wan yek bi yek biheźmêre.
Lê mixabin bi pêśketina îndustriyelîzmê ra kurdan nekariyan li diźî vê «modernîteya bê bav» l ćareseriyan bigerrin, tedbîran bigirin, źibo ku di ber menfeetên xelkên din ra nebin qurban u nerrin.
Helbet bi taybet źî divêt kurdan xwa, zman u ćanda xwa baś li hemberî tirk, ereb u farsên qewad biparêziya.
Lê nekirinn, yan źî nekariyann bikin.
Di vê meselê da tirk, ereb u farsên segbav źi kurdan zutir berê xwa dann vê îndustriyelîzmê, hêlên wê yên pozîtîv di ber berźewendiyên xwa ra bi kar hanîn.
Tabî li hêla din źî rê nedann kurdan ku kurd źi van pêśketinên zanyarî u texnîkî îstîfade bikin.
Tevî ku kurdan źi van pêśketinan îstîfade nekirinn źî, dîsan źî zman u ćanda xwa di nav sîstema eśîrtiyê da heta hîro parastin, neheliyann.
Lê mixabin di van sedsalên dawiyê da texnîk u zanyarî ewqas pêśket ku, êdî meriv di mala xwa da źî xwa vebiśêre, nikare źê xelas bibe.
Ew texnîk u zanyarî bi xwa tê u dikeve mala meriv, him źî bi navê tecawîzkar u zilimkarên meriv, bi zman u ćanda wan tê u meriv di hundur da parî bi parî tune dike.
Aniha halê kurdan źî ev e.
Zixwa êdî pêwistî bi wê helandina źi dervayî źî nemaye, źiber ku kurd bi xwa bunne kurmê dara xwa.
Min dîsan drêź kir.
Lê di rastiyê da min digot ez bi kurtî ćend gotinan li ser kofî u puśiyên kurdan bibêźim.
Kofî u puśî di nav kultura kurdan da xwadî dîrokeke pirr kevin in.
Lê mixabin heta hîro źî kesekî ranebuye li ser van nirxên pîroz lêkolîneke dîrokî u zanyarî nekiriye.
Tiśtê ku meriv têśîne, ew źî roź bi roź tunebuna vê ćanda bav u kalan e.
Xaltîka me Śîlan Doskî ligorî hindek herêman ćend resim amade kirinne, bê nezer.
Bila xwadê yeka dilê xaltîka me neke dudu u hew, herê welleh u billeh.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen