Samstag, 18. Oktober 2025

Unîversîteya Kurdî li Elmanya'yê?


Ligorî ragiyandina medyaya Kurd-î, ćend kes ev demek ee ku ketina nav hewldana avakirina Zangeheke Kurdî li baźarê Dresden'ê, li Elmanyaʼyê. 

Bêguman daxwaza avakirina Zangeheke Kurdî girîng ee.

Helbet yeke pirr derengmayî yee źî.



Bê perwerdehiyeke giśtî ya ligorî pîvanên sîstemên cîhanî ti śenseke Kurdan tun ee ku xwa, mafên xwa, zmanê xwa, ćanda xwa u Kurdistanʼê biparêzin.

Pirsgirêka herî mezin u sereke ya Kurdan mêźiyî yee, nebuna mêźiyekî bi “kalîte” yee.

Mixabin heta hîro di Kurdan da  ne hiśmediyeke netewî u ne źî têgêhiśtina zeruriyeteke heebuna zangehên bi Kurdî u akademîk ćêbu.

Em weha hêvî bikin ku ev hewldana hanê yeke populîst, puć u vala nebe. Lê helbet gava meriv li uslub u tevgerrîna van kesan dinêre, di meriv da bi maf gumaneke mezin ćêdibe. Źê bêhna reklameke vala u populîzmeke belaś difurre. Qaśo pêdivî bi du mîlyonan heebuye. Heger te miźara maddî hal nekirî bibe, îcarê ev ći qîźewîź ee. Gelo akademîkerên ku dê bikarin vî barî hildin ser xwa hee nee. Na, ew źî tun inn. Mîna bazara qerećiyan bikombunê zangeh ava nabin . Hema kî hefsara xwa dibizdîne, terre di nav van civînan da tenura xwa datîne.

Lê dîsan źî hêvîdar im ku ev derfet, helbet heger rast be, di nav destê hindek pespayeyên textik da nebe qehwexane.

Gava meriv li qaśo Înstîtutên Kurdî mêze dike, kezeba meriv li halê zmanê Kurdî u ćanda Kurd diśewite.

Înstîtut kirine qehwexane u tenê kesekî ku bikare karekî akademîk bike źî tun ee.

Îcarê dê ev millet ćawan îfleh bibe.

Di vê serdema ku bê zanîn meriv nikare bîlêtekê źî bikirre da, li pey îdeoloźiyên vik u vala ketin, mirina mirov bi xwa yee.

Encama îdeoloźiyên puć, weke ku em hîro di nav ra derbaz dibin, xelkê Kurd li Bakurê Kurdistanʼê heta ser sînora tunebunê hanî. Hêdî hîro zmanê Kurdî di nav zarokan da nayê axaftin. Ango meriv dikare mirina zmanê Kurdî ya di nav źiyana roźane da peyt bike, źiber ku reh hatiye źêkirin, khahnî zuwa bune. Ew avên ku bi hezaran salan heta hîro hatî bunn źî dê piśtî ćend salan li ber baayên źi baśur va bikevin u źi me xatir bixwazin u herrin. 

Milletê ku źi mêźiyê xwa ya puć gazincan nake, îfleh nabe.

Mêźî ći be, rewśa mirov źî ew ee. 

Rewśa mirov ći be, pîvana mêźiyê mirov źî ew ee.

Mêźiyê ku xwa îmhe dike, hêdî serseriyekî zorbe yê bê hedef ee. 




Keine Kommentare: