Sonntag, 11. Januar 2015

Resimên Źi Gundê Me Yê Tenha


Ziyereta min ya li gundê me ya źi berî ćar mehan. Źi piśtî ku ew resim źi min ra hatin śandin, ez pêhesiyam ku min qet resimên bi têra xwa bedew nekiśandine, mixabin.
Wext pirr kêm bu, pirr. Her tiśt ewqas bi lez ćêbu ku, min nekariya bala baśtir bidim dîmenên bedewtir yên gundê me.
Źixwa makîneya resiman u kamereya min li mala kekê min mayî bun, taa li Edremet'ê. Min ev resim źî bi makîneya kekê xwa ya ku min źi wî ra wekî diyarî birî bu, kiśandin.



Li pêśiyê, yanî li paś vê mala bi ćatu xerabeyên mala me tên dîtin

Paś mala me. Ez di nav gîriyeke źi kezebê u bi êś berbi źor va meśiyam, źibo ku kekê min Smaîl min di wî halî da nebîne. Lê ew her li du min hat. Loma źî riya me drêź bu u em heta cem gola gundê me ya li źor, heta ArîGaz'ê ćun.


Navenda gundê me.


Mala apê Śamo u Qero. Li vir millet pirr dihate ba hevdu.


ś mala apê Smaîl, yanî xaltîka min Kîraz'ê. Em li vir pirr dilîstin. Ciyekî freh bu. Gundî źî li vir pirr kom dibun.



Keine Kommentare: