Ćend roźan min dîsan
nekarî li vir binivîsînim.
Firsend ćênebu
berxikino, firsend.
Dawiya hefteya buhurî źi piśtî
bîst u heft salan dîsan riya min li paytexta Ewistirye’yê, li Wiyene’yê ket.
Tenê źibo du roź u
nîvan, wekî berê.
Lê vê carê ćîrokeke min hee’bu li vî baźarî.
Turika min vala nebu; tê da resimên bi seniye, deqqe, seet, roź, meh u salên xembar hee’bun.
Lê vê carê ćîrokeke min hee’bu li vî baźarî.
Turika min vala nebu; tê da resimên bi seniye, deqqe, seet, roź, meh u salên xembar hee’bun.
Min źi derî
navendeke baźêr ya pićuk u pê va ti der nedît.
Źixwa mebest ne
dîtina baźêr źî bu.
Baźar ewê li benda careke din bimaya. Herê, careke din ...
Belkî ...
Mebest dîtina ćîrokeke ćar salî u ćend mehanî bu vê carê.
Belkî ...
Mebest dîtina ćîrokeke ćar salî u ćend mehanî bu vê carê.
Di nav vê ćîroka ćar
salî u ćend mehanî da ez li pey xwa u śopên ćar salî u ćend mehanî bum.
Min śop dîtin, di bin
ba u erdê da li ber xwa didan ...
U min śop dîtin, di
bin zilma demê da bu’bun milkê talanê ...
Lê, heta ku ev dem
xwa ebediyen li ba bike, ewê ew ćîroka ćar salî u ćend mehanî źî heta «dawiya» źiyana
xwa tê da bigerre, ...
Yan bi qehremanên xwa yan źî bê qehremanên xwa ...
Źiber ku ev ćîrok
carekê ćêbuye ...
Źiber ku ev ćîrok carekê di nav du canên firiyayî ra herikiye nav roź, meh u salên reviyayî ...
Nanekî źi Wiyene'yê ... Di turika min da heta Zürich'ê bi min ra rêwîtî kir. Nanê ćîrokê ye ... |
Ćîroka Bi Nên
Ez ê biketima ser riya xwa ya zirav berbi roźava.
Ez ê źi ćîroka xwa derbiketima.
Lê źibo ku ez di rê da birćî nemînim,
xwadeyan li ser sêla ezmanan nanek ćêkir u daa min
di nav ćîroka me da.
9.3.2015 (21:00, di balafira źi Wiyene'yê berbi Zürich'ê da)
Canikino, versiyona vê helbestê ya XWANDÎ di "dropbox"ê da ye.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen