Wê roźê min bi
tesedufî wergerreke gotina Giuseppe Mazzini’yê Îtelye’yî dît.
Canikekî kurd gotina
wî wergerrandî bu kurdî.
Mixabin wergerra bi
kurdî ne di asta bavê xwa da bu.
Ez pićekî li nivîsa
orîźînel gerriyam.
Min nekarî di
înternêtê da peyda bikim.
Loma źî min got, heger
ez wergerra kurdî pićekî serrast bikim ewê baśtir ’be.
Min kir źî.
Xalê me Giuseppe
Mazzini di sedsala 19an da tespîteke gerdunî kiriye.
Hilo dibêźe:
«Heger dewleteke we
(tu-)nebe, hingê hun pîćên însanetiyê ne»
Hun peyva «dewlet» dikarin
wekî «welat»ekî serbixwa źî fam bikin.
Ći bibêźim, gotineke
tam ligorî nîśangeha bavê xwa ye.
Bêguman śert u
mercên xwezayê bellî ne.
Xweza bi îdêloźiyên
beredayî kêfa xwa nayîne.
Śert u mercên
xwezayê yên digel pêkhatina źiyanê ya źi berî 3 mîlyar salan ći bun, hîro źî
eynî ew in.
Lê me kurdan hîro śert u
mercên xwezayê di kefena bavê xwa da kutaye.
Em kurd hêdî ligorî
kêfa śert u mercên kes u xelkên din terrin u tên, rudinin u radibin.
Herkes ligorî xwa
mêźiyê me, fikirên me form dike.
Herkes sebebên
heebuna xwa li me rewa dibîne u dibêźe, «Źiyana bi vî hawî ya maqultir u moderntir e».
Mêźî di me da
fetisîne, fetisandine.
Źibo xatirê filan
partiyê u bêvan serokî em xwa źibo demekê «dikin kurd».
Lê li paś her
xatirê bê xatiriyek radize.
Roźa ku ew xatir bu
qurbana bê xatiriyê, îcar malik li me u heft ecdadê we xerabe dibe u terre.
Di eynî roźê da
îcar em dibin diźminê herî wehśî li hemberî koka xwa, zmanê xwa u ćanda xwa.
Bê lome u bê nezer.
Bê lome u bê nezer.
Em bi hemî hêz u śehweta
xwa ya serserî diyar bi diyar direvin, źibo ku kes esl u feslê me hîn nebe, źibo
ku kes zman u ćanda me hîn nebe ...
Canikino, mesele ne
ev zmanê bi hezaran salan e ...
Mesele ne ev ćanda bi
hezaran salan e ...
U mesele ne źî ev koka we ya
bi hezaran salan e!
Mesele tenê u tenê «xususiyetên śexsiyeta» we u min in.
Mesele tenê u tenê «xususiyetên śexsiyeta» we u min in.
Hay źi «xususiyetên
śexsiyeta» xwa hee’ ’bin.
Ya ku we u min li
ser riya źiyanê ya dur u drêź bi xwa ra digire u dibe, barê me bi xwa ra dikiśîne, ew źî «xususiyetên
śexsiyeta» min u we ne.
Loma źî wekî roniya di ćavên
xwa da biparêzin, daku em kurdên derbeder bi hev ra nebin «pîćên însaniyetê».
Her weha kezebino, źi bîr
nekin bi kerema xwa, bê "zmanê xwa" em nikarin bibin "pîćên însaniyetê" źî.
Erdogan Emîr: "Elkana Vayî"
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen