Di van demên dawiyê
da li ba sportê roteya bedena min rabuye ser tapanan.
Lê di rastiyê da vê
lotikê źi berî nîv salî dest pêkir.
Bedena kafir qet
dil nake ku sînoran nas bike.
Bi taybet źî di nav van
ćend hefteyên dawiyê buye wekî hespê xwadê yê kihêl.
Mîna ku her der wekî
deśta Erzingan’ê ’be, ćiya u banî tune bibin, ha ha bi ćargavî dibeze.
Bila źî bibizdin ew
sînorên bê bav di ciyên xwa yên herî zirav da!Giraniyên ku min li ba entremana bedenhêziyê heta vê gavê radikirin, hedî bune wekî ćîrokên heebu-nebuyî.
Aleta źibo piyan ya
tandanê hêdî têr nake, yanî giraniya herî zêde ya ku heta 250 kîlogram terre,
bu mazî.
Di nav van du
hefteyên dawiyê da min gulleyên din haniyan u dayniyan ser, pêśta kir 270, 290,
304, 316, 330 u pêr źî kire 340 kîlo.
Herhal vê îniyê,
yanî sibeh, ez ê bikim 350 kîlo.
Dibe ku heta ćend
hefteyan heta 400 kîloyan derbikeve.
Dibe yan źî nabe, bi xwadê zêde ne xema min e.
Źi berî du roźan
min dubare źi piśtî sportê li ba vekiśandina bazuyan zêde zor daye bazuyan.
Ev du roź in ku li
hêla ćep ya piśta min hêśek peyda buye.
Lê źi doh va min du
heb girtin u krem têda, vê gavê baś e :)
Herhal xwadê
dixwaze carina dilê xwa bi hêśa di canê min da rehet bike.
Wey feqîrooo!
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen