Samstag, 14. März 2015

Tama Śekirê Me



Herhal halê me kurdan źi yê qerećiyan hezar carî xerabtir e.
Qerećî hukumdariya kesî qebul nakin.
Felsefeya canikan ewqas zelal e ku, meriv bi teniya berośa reś źî nikare lê were xezebê.

Lê em kurd?
Em kurd bune pepukê xelkê alemê.
Cî u welat nemaye ku em lê belav nebuyî bibin.
Bi mîlyonan ...
Li hemî welatên ku em lê belav bune źî di me da ti xêr nemaye, ti xêr nehiśtine; nahêlin źî.
Herkes ligorî xwa źi me mehluqetên nu ćêdike, źibo xwa.
Em bune heyranê zmanê filan u bêvan milletî ...
Em bune heyranê filan u bêvan kulturî ...
Em bune heyranê hunera filan u bêvan milletî ...
Em bune heyranê muzîka filan u bêvan milletî ...
Em bi zmanê filan u bêvan milletî kela di dilê xwa da sor u sar dikin, lê bi zmanê xwa źi hevdu fam nakin.
Źixwa ne derdê kezeba me ye ku em źi hevdu fam bikin ...
Źixwa ne derdê kezeb u dilê me ye ku di me da gramek heyraniyek źî źibo hevdu nemaye ...

Dixwazim bibêźim, me tama śekirê di mala xwa da źi bîr kiriye u ćuye.
Me tama germiya sobeya di mala xwa da źi bîr kiriye u ćuye.
De ya bi xêr, bavê mino, ya bi xêr.


Xêro Abbas: "Gulfroś"





Keine Kommentare: