Dienstag, 9. Dezember 2008
Navê Pêxember Zerdeśt
[Navê wêneyê: «Zarathustra», źi www.mirsad.com'ê]
Ez îro hindekî bi pêxemberê kurdan pêxember Zerdeśt va muźil bum. Li gorî ku di pirtuka pîroź Avesta’yê da tê nivîsîn, navê Wî wekî Zarathuštra ye. Lê di dema zimanên îraniya navîn da navê Wî bi gelek celeban hatiye tomar kirin. Di warê bêźenasiyê/etîmoloźiyê da vegotina ku bi gelemperî źibo navê Zarathuštra tê pêšniyaz kirin, źi sed salî u vir va hema hema hêć nehugeriye. Tê gotin ku «zarath-» wateya «kal, pîr» u «uštra-» źî ya «hêštir» dide, ango divêt bi hev ra wateya «kesê ku xwediyê hêśtirên kal e» bide. Bê guman li gorî lêkolînên ku hatine ćêkirin, di nav civatên kevnare yên gelên îranî da źî mirov anegorî taybetiyên xwe yên kesanî hatiye bi nav kirin.
– Źibo mezin kirina wêneyê bi kerema xwe carekê li ser wê bitikîne!
Abonnieren
Kommentare zum Post (Atom)
2 Kommentare:
Her bijí ji bo we, em é her dem mévané we bibin.
Bloga me bi kurdi: zinarala.wordpress.com
gelek silav ji Spanya
Zor spas heval Zinar!
Ez bi serlēdana te gelekī kēfxweś bum. Ev e kesekē ku cara yekan śīroveyekē dike, ew źī tu bi xwe yī. Te piśta felekē śkand :-). Tu her biźī!
Bēguman ez ē źī serlēdana bloga te bikim. Min īro kir źī. Min ew nivīsēn te di malpera avestakurd.com’ē da berē xwandibun. Bila serkeftin hertim li gel me kurdēn belengaz be!
Silav u rēz
Mīro Śadī
Kommentar veröffentlichen