Samstag, 21. Mai 2011

«Konferensa Pirsgirêkên Kurdoloźiyê» Yan Ya Gundîtiyê?!

Doh qet karê min tune bu. Tabî hewa źî gelekî germik u nermik bu.
Loma źî min piśtî nîvroyê bi têra xwa sport kir.
Gava ez hêvarê hatim malê, hema hema ez źi hev ketî bum.
Hîro źî kêm-zêde min heman zilm u zordarî li bedena xwa kir.
Lê helbet ez hîro pêgoog nelîstim. Loma źî hîro rewśa min ewqes berbat nîn e dînime îmanime.

Min hîro di nav înternetê da nućeyek li ser «Konferensa Pirsgirêkên Kurdoloźiyê» ya li Moskove’yê xwand.
Camêran hewl danne xwa ku «pirsgirêk»a zaraveyên kurdî ćareser bikin.
Lê ez bi xwa nizanim, «pirsgirêk»a zaraveyên kurdî ći ne, em ê ći’yê wan ćareser bikin?!
Axaftina vê konferensê mîrza Yusubova kiriye.
Ez bi xwa Yusubova qet nas nakim.
Di axaftina xwa da mîrza Yusubova tiśtên ewqas wêrek gotiye ku, ez bi xwa wekî zimannas śaśo-maśo mam ellawekîl.
Birêz dibêźe lêkolerên Ewrupe’yî berî demeke dirêź li ser zimanê kurdî lêkolîn kirinne, lê mixabin ku ćeftiyên mezin kirinne. Bêyî ku zimanê kurdî fam u nas bikin, zimanê kurdî li gorî herêman źi hev cihê kirinne u zirarek mezin danne zimanê kurdî ...
Helbet hîn gelek tiśtên din dibêźe, bêyî ku haya wî źi zimannasiyê u texnîkên zanyariyê yên di zimannasiyê da hee bibe.
Bêguman, di zimannasiyê da pirr beśên cihê u cihê hee ne. Her beś li ser miźareke taybetî ya zimên disekine.
Ev tiśtekî teqez e źiber înformasiyonên miśt u tîźî.
Berî sed u pêncî salan gelek mîsyoner u zimannas ćunne Roźhilata Navîn u Kurdistan’ê. Wan śexsan li gorî îmakanên xwa gelek meteryal berhev kirinne u ragiyandinne hîro.
Hêźayiya wan berhemên dîrokî di nav dîroka zimanê kurdî da roleke mezin digirin.
Bêśik di nav lêkolînên eraziyî da meriv tenê bi berhev kirina zimanê peyîvî muźil dibe.
Ango mafê meriv tun e ku lêkolînê bi fikrên xwa yên śexsî bixe nav xeteriyê.
Piśtî ku lêkolîna berhev kirî hate weśandin, îcar zimannasên źi beśên din źî wan meteryalan digirin u lêdikolin.
Loma źî divêt ew meteryal źi kîźan herêmê, gundî, baźarî, yan źî li ba kîźan eśîretî hatinne berhev kirin, divêt bi rêk u pêk bê kêmasî werin nîśan dayîn.
Źiber ku hemî eśîretên kurdan źî xwadî dîrokeke bi heźar salan e, źi ciyekî koć kirinne u ćunne ciyekî din.
Źibo ku meriv bikare têkiliyên wan eśîretan di navbera hevdu da derbixe, demoxrafiya milletê kurd ya di nav dîrokê da baśtir analîz bike, pêwistî bi daneyên bingehîn hee ye.
Loma źî tenê zimanê peyîvî di vî warî da xwadî derfetên sereke u esil e.
Źiber ku dîrok, kultur u bawerî di nav zimanê ku tê bi kar hanîn da veśartiye.
Yanî ziman bi śiklekî din, wekî «atom u kuwarkên» milletekî ne.

Keine Kommentare: