Sibeh, 16.03.1988an, roźa qetlîema li Helepće’ya bi birîndar e (qey tu dibêźî ti derdê min tune bu, nexwaśiya bê bav hat hîro b gewriya min girt, hella hellaaa).
Bêguman birîneke pirr kur ya źi bi hezaran birînan e.
Hîn pirr nu u teze ye.
Hingê ez li Stembol’a qewad bum. Wehśeteke bê sînor hee' bu. Xelkê kurd pêr u pêrîśan bu’bu.
Di ser ra 26 sal derbaz bunn.
Hîn źî zarokên kurd bi hezar u yek nexwaśiyan tên ser dinê.
Hîn źî śahidên wan roźan bi hezar u yek nexwaśiyan źiyana xwa ya tarumarbuyî didomînin.
Ne tenê Helepće’ya bi xwîn, hemî serboriyên li ser milletê kurd, bi keder, bi hêś, bi źan u bi śîn dagirtî ne.
Yek źi ya din heramtir e.
Nîśaneke dîrokî ye, hêvîdar im ku kurd ewê di pêśeroźê da van źi bîr nekin ku ev hemî barbarî u qetlîemên kućikbav bi destên tirk, ereb u farsên îslamîst hatinne kirin.
Kurd di nav dîrokê da bê heźmar di ber «brayên îslamîst» ra hatinne qurban kirin.
Xwîna riźiyayî dikare hemî heywanên di nav Gola Wan’ê da źî bifetisîne.
Lê xelkê kurd hîn źî nefetisayiye, źiber ku xelkê kurd ew zmanê di mêźiyê xwa da di nav hemî śert u mercan da parastiye.
Bêguman diźmin bi xwa źî vê yekê dizanin, heta ku ev zmanê bi hezar salan nehatiye fetisandin, tunekirina xelkê kurd ne pêkan e.
Lê mixabin tiśtê ku nekaniyann bi qetlîeman b ser bixînin, hindî hîro di malên hemî kurdan bi zmanê xwa dikin, him źî bi bê dengiyeke bê sînor.
Śivan Perwer wê demê li ser Helepće’yê strana xwa ya bi sernavê «Helepće» derxistî bu.
Min kasêta wî li Swîsre’yê, gava ez hîn li baźarê Bern bum, bi dest xistî bu.
Min hemî wextê xwa bi guhdarkirina wê kasêtê derbaz dikir.
Kurdiya min hingê pirr kêm bu, lê min dest źê bernedida, heta ku ez yek bi yek hînî wan gotinan dibum.
Bi dîtina min kasêta Śivan ya herî serketî ev kasêt e.
Li vir źî dixwazim strana Koma Rojhat ya li ser Helepće’yê bi we ra parve bikim.
Milletê ku hêśên xwa bi peyvên kal u bavên xwa, bi zmanê xwa neqîrriyaye, źixwa êdî mirî ye.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen