Bi serê we u min ’be ku vê nexwaśiya bê bav hîn źî dest źi min bi temamî bernadeye.
Lê tiśt nabe, źixwa źiyana me kurdan bi gezkirina tiliyên me derbaz dibe, bi śidandina sî u du didanên me derbaz ’be.
Tê gotin ku di navbera bakur u baśurê Kurdistan’ê da ewê 4-5 deriyên nu werin vekirin.
Ći ecêb e, ne wilo?
Di nav welatê me da derî tên vekirin u girtin.
Lê dîsan źî źi tunebunê baśtir e.
Tabî tirkên qewad vê yekê di ber menfeetên xwa ra dikin, em vê dizanin.
Aha xwadê li źêr u źor e, bavê mino, heger di kurdan da pićekî aqil hee'be, ewê vê firsendê bi temamî di ber menfeetên xwa yên netewî ra bi kar b'înin, ewê di navbera xwa da yekîtiya xwa bi xurttir bikin, ewê heebuna wan sînoran di prextîkê da bê mehne bihêlin.
Źixwa welat welatê me kurdan e, xelk xelkê me ye, îcar ćawan dibe ku tirkên segbav tên li ser me u welatê me hustiyê xwa qalind dikin?
Li Yonanistan’ê źibo bîranîna tevkuźiya li Helepće'yê meretonek hatiye l dar xistin.
Dibêźin pênc sed kes tev lê bunne.
Gelekî pê kêfxwaś bum.
Di bidestxistina mafên xwa da bi hezar u yek rê u metod hee ne.
Loma źî, berxikino, kesê ku dibêźe tenê riyek hee ye, źi wî kesî u aqilî wî yê binketî bitirsin, dikare temamê kurdan u Kurdistan'ê źî di ber xwa ra bike qurban.
Rast yan źî derew, nizanim, lê di malpereke agirpêketî da tê gotin ku «PKK qedexeya li ser zewacê rakir».
Ne pêwist e ku meriv li ser vê qedexeya heta niha bisekine.
Bêguman meriv dikare bi sedan fikiran rewśa heeyî terîf bike.
Lê bi taybetî gotina ku qaśo aîdî Cemîl Bayik bu, bala min kiśand.
Cemîl’ê me gotiye, «Zewac di exleqa śoreśgeriyê da tun e».
Hella hellaaa, ćima tun e?
Yanî mesele li vir bi śiklê ku meriv xwa îfede dike, ye.
Dibêźe «… exleqa ...».
Ê bavê mino, ma ew «exleq»a ku bi kêrî pîvaze xerabe źî nayê, kê peyda kiriye?
Hindî peyva «exleq» źî di destê hindekan da bi têra xwa buye ćekekî mihteśem, daku bikarin berxikan îdare bikin, heta ku bunne beranên ber kêrê.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen